Li gel ku roman di vê qonaxa wêjeyî de di pila yekem de cî digre, lê çîrok dimîne beşê herî balkêş ê tabloya wêjeyî, ji ber ku tîrbûn û herikîna ramanan di vî beşî de belîtir û berbiçavtir e.
Berhevoka kurteçîrokan a bi navê “Jineke Laşqot” li ser hîmê nivîseke kubar ava bûye û bi ximava hestan hatiye meyandin. Xwînerên xwe di zevîyeke fireh û bijûn de dibezîne û di gera sawêran de mest dihêle. Ew her wisa di valahîya kesane de hûrgiliyên jiyanê wekî kulmek ava kaniyan bi wan dide vexwarin.
Reng e ku çîrok dengekî cihêwaz ê bi hest, helwest û ramyariyeke taybetmend a lêgerîna dadmendiyê ye, her wisa dibe ku ew dengê taybetmendiya jiyana kesane be.
Ebas Mûsa di bîst û du kurteçîrokan de xwînerên xwe li hespê jiyanê siwar dike û wekî geştyar û şopgerekî, şêwe û xweşikiya jiyanê di qonaxên ceng, aramî, zaroktî û tenêtiyê de raberî wan dike.Bûyer kêlî bi kîlî bi zimanekî şayîk û hostane hûnandine û zeviya çîrokên xwe bi comerdî tov kiriye.
Di vê pirtûkê de, nivîskar hewl daye ku bi zimanê piraniya akterên jiyanê biaxive û hestên nazik ên têvelî azardarî, jankêşî û xweragirIyê di parzûna peyvan de dawerivandine, wekî ku di çîroka bi navê “Termê Min Li Wir Nehêlin” de gurzek nameyên derbarê xweragirî, dilsozî, cengewarî û xwegirêdana bi waran ve dighîne xwînerên xwe.
Wekî din, çîroknivîs Ebas Mûsa sînorê çanda herêmî bi tîrbûna çirûskên ramanan û himbiziya mebestan darbas kiriye, ku ev yek di çîroka bi navê “Pirtûka Miriyan” de diyar dibe.
“Jineke Laşqot” xwîneran di kûrahîya dozên kevnar de binav dike û bûyeran bi hûrgilî şirove dike. Nivîskarê pirtûkê rewşa mirovahiyê di vê qonaxê de li ser du celeban dabeş kiriye:
Celebek li qata jor dijî û celebê din li qata jêr dijî; ev yek di çîroka bi navê “ŞÎN”ê de diyar dibe û nivîskar bi xweşbêjî vedibêje bê çawa lehengê çîrokê tenê dengê terqterqa pêlavan dibihîze û ji nişka ve li xwe dinêre û jiyana xwe li gor rûberê odeya xwe dipîve.
Di her berhemeke wêjeyî de pîvan û nêrînên taybet hene ku li gor lêvegera ramyarî û wêjeyî ya her nivîskarekî û her wisa li gor taybetmendîya azmûna wî ya mirovane hatine danîn û rûniştandin, lê Ebas Mûsa ev dîwar bi temamî di vê pirtûkê de herifandine û tenê ji bo wêjeyê nivîsîye.
Wekî xala dawî jî, li gel ku ev pirtûk ji zimanê Erebî hatiye wergerandin lê nivîskar û wergêr Evdo Şêxo keziyên Jineke Laşqot bi hostayî hûnandine û kiras û xeftanê Kurdiyê bi qasî bedewî û bilindiya bejna wê dirûtiye.
Ev gotar di hejmara 54 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.11.2016