Tirs tiştekî xwezayî de ku hindirê mirovan de ji dema ku tê dinyayê çandî ye, ew jî bi xwe du-alî ye, bi sûd û ziyan e, kengî vê tirsê pileya xwezayî derbas kir dibe nexweşî, û gereke zû bi zû were dermankirin.
Ji van tirsan, tirsa zarokan ku bi gelek sedem û egeran ve girêdayî ye, ji wan:
– Delalîkirina zêde ji hêla dê û bavan, yan jî rexnekirina tûj û berdewam.
– Helwestên ne xweş ku zarok di biçûkaniya xwe de tê re derbas dibe, û di mejiyê wî de tê çandin, û nema dikare zû bi zû jê rzgar bibe.
– Nakokiyên malbatî ku di navbera dê û bav de bi taybet.
– Carnan zarok tirsê bikar tînin ta ku bandora xwe li derdorê bike û guhdan pê çêbibe.
– lawazbûna laş û derûnî, dihêle ku zarok ji derdorê bitirsin.
– Tirsandina zarokan, ji ber zarok xeyala wan fireh e, û çi jê re were gotin bawer dike.
Cureyin Taybet Ji Tirsê û Awayî Têkbirina Wan
Tirsa Ji Tarîtiyê: Ev tirseke normal eli gel biçûk û mezinan. Pisporên derûnî dibêjin ku Tilvizyon sedemên sereke ji tirsa zarokan re ne, û dê bav nizanin ku ta çi astê ziyana wan li derûna zarokan heye.
Tirsa ji Ajalan: Ev cureyê Tirsê taybet bo zarokê 2-4 salî ne, û ne şert e ku zarok bûyerek pê re li gel ajalan çêbûbe, lê ew qonaxeke zarok tê re derbas dibe. Di vir de dive nêzakatiyek di navbera zarok û ajalan de hebe, û ev yek ji dê û bavan bêtir tê xwestin.
Tirsa Ji Mirinê: Ev qonax jî normal e, ta li gel mezinan jî peyda dibe, sedem jî ew e, rewşa taybet ku bi mirinê re mîna girî û hawarkirin çêdibe.
Çareserkirina Vê Diyardeyê:
– Divê ku dê û bav li pêş zarokan nimûneyê hedanîû aramiyê bin. Rewşa mal bêdengî lê hebe, eger kur tirsiya dive di ber dilê wî de bidin, ne wî bêtir bitirsînin, jê re diyar bikin ku ew alîkar in.
– Hewl bidin ku hun pirsgirêka mirinê bi zarokan guftugo bikin, bi awayekî hêsan û zelal rastiya mirinê ji zarokan re diyar bikin, û kesê ku dimre dice bihuştê, bihuşt pir xweş e, her tişt lê heye, û dive di heman demê behsa dojehê qet nebe.
– Nabe ku tiştê merov jê bitirse , li pêş zarokan wê tirsê diyar bike, ta ku ew jî netirse.
– Divê dê û bav hewl bidin ku asta tirsê li gel zarokan kêm bikin, eger zarok ji tarîtiyê ditirse, divê yek ji wan re çend rojan pê re xew bike, roj bi roj çira odeya zarok kêm bike, ta ku fêrî tarîtiyê bibe.
– ta ku asta tirsê li gel zarokan kêm bibe, dibe merov wî fêrî hindek “Du`a” yan gotin bike, wek mînak; Ez Xurt im, Xwedê Bi Min re Ye, Qîraneke Wê Derbas Bibe..HTD.
– Nabe merov bi tirsa zarokan bikene, dibe ew bibe sedem ku zarok di pêşerojê de tirsa xwe veşêrin û pirsgirêk mezintir bibe.
– Nabe merov zarokan mecbû bike ku bi tena xwe di tariyê de rûnên, ev tirsê xurtir dike.
– Divê merov zarokên xwe fêrî wêrekiyê bike, û merov ji ber tirsa wan şerm û fedî neke.
Di dawî de, nabe zarok ji dûbarekirina tirsa xwe , nas bike ku dê û bavê bêhêvî bûne, yan ji ji vî tiştî aciz dibin, vajî vê yekê, divê hasten aramiyê tê de biçînin, destê wî bigrin, û wî bigrin ta karibin wî ji vê nexweşiyê rizgar bikin. Eger zarok aramiyê li gel dê û bavan û di nav malbatê de nebîne , tekez ew li tu deverên dî nabîne.
Ev gotar di hejmara 54 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.11.2016