Helbestin hayko
Werger : mihemed xêr umer
1
Beqkê biçûk xwe çem kir
Buqîna avê
*başo
2
Wek sitêr zanekî
Li ezman dinere
Beq
*êysa
3
Ez biçinim
Ez neçinim
Ev kulîlka biçûk ?
*naw
4
Dengê tava ji dûr
Çêlekin bizdhayî
Bihevre li malekê digerin
*nenas
5
Dengê min limin vedgere
Bi baya xurt re.
*maystso
6
Li koxika min
Tiştê ku dikarim ez
Pêşkêşî tekim
Ewe mêş biçûkin
*başo
Bê Denga
Çîrok: zekeriya tamir
Werger: Mihemedxêr Umer
Zihêr sebrî bi jineke mîna gulek sor li ser şaxekî kesk civiya, wê jê re got bi dengekî lerzok ku ew jê hez dike û nikare ji bilî wî hez bike , wî jê re got: Ew guh nade ji bilî pêşeroja xwe ..veciniqî bi sîlek tûj daweşiya qemçka wî, li dora xwe zîvirî, lê ti kes nedî, û carekê din sîlek lê ket dema ji yekî dewlemend re got: Ew mêreke gewre ye wek wî çênebûne li ti welatan .. û yê sîl lêxist nedî , û cara siyem sîlek xwar dema birêzdarî destê mirovekî rih dirêjî gijok ramûsand û lavêjî wî bû ku dûa jê re bike, û yê sîl lêxist nedî ..
Û gelekî û her roj zihêr sebrî sîl dixwarin lê bêyî ku ew kesê nepen û nexuyayî ku sîla lê dixe bibîne .. û ji ti kesî re nediaxivî ser van sîla .. ta kes henkê xwe bê neke û wî tewanbar neke bi dîn bûnê ..
Lê ew bawer bû ku her kes mîna wî sîla dixwin lê xwe bêdeng û ker dikin .
Şehnaz
Şehnaz , xwedya herdû çavên xweşik , dev li ken diçe ser karê xwe .. tevî ku mûçê wê dike ku têra her pênc kufletên mala wê yî biçû bike .. û wiha ye jî li ser kar .. dev li kene .. ti wêna nabîne bê mad û ingirî .. lê belê ew kurte demên ku têde di pûnije .. besin ku kulên wêyî giran di kûrahiya hinavê wêde bide xwiyanîkirin .
Di destpêka havînê de , û ew li mala kalkê xwe , xebera mirna diya wê yî ji nişkêve .. bihîst , weke birûskikê lêket ..! bê hiş hate xwar .. û bê hiş diaxivî û destê xwe dirêj dikir û bi gazî digot :
– ew .. we .. diya mine … ji bo xwedê wê nebin .. naa ..
û keserên lerzok vedidan .. û rûwê xweyî şil bi herdû destên xwe vedişart .. û helkhelk pêdiket ta careke din ji hişê xwe diçû ..
Piştî heftîkê vegerya mal , derbasî nav zarokan bû bi cansivikya xweyî berê .. macî wan dikir pore wan bi henekî dikşand , û li rewşa wan dipirsî .. û bi ken ji herdû xuşkên xwe dipirsî :
– gulê .. dilo .. ka em bibînin bê we çi xwarin ji mere çê kiriye ..
Piştî çend rojan , û dema ku firavîn dixwarin .. şehnaz qedehên çayê dadigirtin ji birayên xwere got :
– kamîran , ehmed , ronî .. tenê pêşinyare .. tenê çi ? biken ji wan pirsî .
– tenê pêşinyare .. biken bersiv dan ..
Û dev li ken berdewam kir :
– hûn apê Osman nasdikin , xwedyê firnê .. min jêre got bo hûn li ba kar bikin .. û ji sibe sibehê de .. hûnê ( gato ) ji ba wî bibin ..
Bi coşekî mezin gotina wê birîn : erê .. erê .. bera ..
Şehnaz dîsa berdewam kir û got :
– emê mûcê we hilînin ji bo pêdiviyên dibistana we .. û dûvra ez soz didim we ku her tiştên hûn bixwazin ezê ji were bikirim … ronî rabû û got :
– tê sozê bidi min ku tê topekê cerm ji min re bikire ?
– ez sozê didim te , bes ku niha ti rabe şanî meke bê sibe tê çawa kar bike .
Ronî daqûl bû û rahişte sênîkikê .. û çû û hat di nav xuşk û birayên xwede yên ku bibû tîqtîqa kenê wan dema ronî bang dikir :
– gato .. gato cozilhind .. germ û nerm ..
Û mîna her şev , û piştî rêzefilimê tilfizyonê , kehrebê vedimrînin .. û diçin ser livînên xweyî raxistî li sre dika hewşê li bin dara hinara ..
Şehnaz xwe diber xwişk û birayên xwede bi kêlekikê dirêj dike .. û dev li ken bi wan re diaxive .. berî dest bi lîstika xweyî her şev ( xwarna sêva ) bikin :
– ji îro pêde ( xwarna sêva ) ne tenê tê bi wata ti pêkenokikê bêje … na .. tikare pêkenokikê yan jî bûyerik bitere çê bûbe li ser kar ..
Kamîran destê xwe hilda û bişadî got :
– naxwe îşev ezê sê sêva bixwim ..
Bi coş ronî got û girnijînikê xwe li rodêmên wî veda bû :
– ê min ezê îşev çar sêva bixum ..
Û wiha di rewşek kêf û şadîde .. şehnaz li hêviya xwişk û birayên xwe dimîne ta sêvên xwe dixun , û hêdî hêdî dixewre diçin .. û dema tekez dibe ku dixewre çûne ..
Li ezmanê bilind û bi rihniya heyvê ronî bûye … dinere .. û bêdeng û bişewat .. digrî .. digrî ..
şikeft
çîrok : Arif Alxetîb
werger : Mihemed Xêr Umer
li çol û bêlana geriyam , bi tenê derbider , pir westiyam û nexweş û bêzar bûm …
gihştim bajarekî nûjen . neşteciyên wî mirovin mîna min bûn .
daketim nav wan , û li rûdêmên wanî geş temaşekir .. li min hayil nebûn û bi hêla min de nezîvirîn !
biyaniyê tenazî bi min kir … û ez xemgîn bûm .
westiyam û ji piyan ketm .. û li ser rexrêka hişk hatme xwar .. hestiyên min yên pûç û lawaz derizîn .. ez zariyam : – Ax .. Ax ..
biraderên min xwe ker û bê deng kirin , û bilez hatûçûna xwe berdewam dikirin di nik min re ..
min hêza xwe ya mayî da hev û bigiranî rabûm ji bajarê nûjen bi rûsarî vekişyam .. û min li şikeftek li nav tehta xwe girt , û bêcare min xwe lê dirêjkir , û min keserek veda : – Ax .. Ax ..
şikeftê keser veda : – Ax .. Ax ..
gelek kêf xweş bûm bi vê sehkirinê !! min pala xwe da tehta dilovan … tik-tika dilê wêyî nazik dihate min .. êş û xemên xwe min ji bîr kirin , û min çavên xwe dane ser hev û dilşad razam .
Bazar
dawî û piştî kezeb reşîkê zor .. me karî bû kalkê xwe bînin ser rê :
– ti li wê dûra hane .. xwedê nekê ti nexeş bikeve .. yan jî ti di nav livînê xwede bimre kesek ji me bi te nabihîze ..
- xanyê me mezine , û zarok xulam û xizmet karin li ber destê tene .. û ode pirin .. ya herî xweş emê ji tere vala bikin ..
– perê xanyê te emê pê karekî bikin ku em ji tere tiştekî jê wergirînin …
– ava germ .. ava sar .. û mizgeft di bin çengê tedeye .. kengî ti bixwaze ti herê tê herê ..
hima ku kalkê me serê xwe bi erê hejand , hejandinek nejidil , ta qerebalixek bi malê ket , qerebalixek bê deng , û her yek ji hêla xwe bela bû ku firotina xanî ragihîne û binav bike ..
gelek bitirs min firçe û qutîka boyaxê ji zirêdiyê derxist .. û bi tirs û dizî ji mal derketim da ez pêl hestên kalkê xwe nekim yê ku bihêla mala xwe ve diçû mîna mozekê sorî ingirî …
bilez ez bi ber mala hevalê xwe mamosta xemgîn de çûm li ser daxwaza bavê xwe yî berê .. û çawa min jê daxwaz kir ku bê û li ser xaniyê kalkê min bi xeta xweyî xweşik binivîse ( ev mal ji firotinê reye ) ta rûdêmên wî li hev ket , û dev herbilî ji min pirsî :
– kîjan xanî ? .. li kure ? .. çi bihayê wiye ? .. belkî ez .. ez belkî bikirim .
Rûdêmên mamosta geş dibû dema em derbas dibûn tarên dûr û nexweş .. , û bêhna wî fireh dibû dema em derbas dibûn zaboqên tengî bi toz ku bêhna pez û sewala jê dihat .. çimkî behweriya wî bi karîn û hêza wîya kirînê çê û mezin dibû .. û xayiz çûbû û pênc li şeşa dixist
– dawya vê mehê ezê perê xanyê ku ez têde ezê bistînim .. û xemasa zêr ya ca zaroka .. û ew çend qirûşkên ku min hilanîne .. û .. ew .. .
Li dawiya bajar û li pişt wê giropana tijî komên zibalê û bermayên xaniyên ku têne xerakirin û ji nûvre avadibin .. û li binya wî qelaçê biçûk xanyê kalkê min bû .. yê ku em liber deryê wîyî depkî xwar bûyî gihanê .. û dev liken rabû pêşwazya me kir .. piştî min diguhê wîde got bi dengekî nizm ku mamosta hatiye xaniyê wî bazar bike .. û derîyê depî xwar bûyî li pêşya me dehif da ta ku zîqzîqa wî gez me neke û xêrhatin di mede da û got :
– ehlen wesehlen .. ser çava hûn hatin .. fermo .. derbasbin ..
Lê mamosta zû dest pêkir û got :
– apo … divê berî her tiştî ti bihayê xanî ji min re bêje .. ta ez zanibim .. hêz û karînên min dighêje kirînê yan na ..
Çawa apo bihayê xanî got .. ta fîkandinek matmayînê dirêj ji ber devê mamosta çû .. lê zû li zûkirina xwe hayil bû .. û dicî de girnijînik li ser rûdêmên xwe belav kir ta amûjên matmayînê li ser veşêre û binermayî got ji kalkê min re yê ku gotina xwe bi zarekî pirotistoy berdewam kir :
– xanyê min pel û belgên wî bifermî hatine çêkirin û ew di hindirê pirojeya bajêr deye ..
Bi rûkî sor mamosta gotina wî birî :
– lê ya apo .. bi vî bûhayê ku ti dixwaze xanîk li nîvê bajar pê tê kirîn ! û dûvre xanyê te nejbilî odek û kozikek biçûkî herifî ye ..
Rûdêmên kalkê min li binguhên hev ketin dema ev sehkir ( odek .. û kozikek biçûkî herifîye ) rabû daw û delingê xwe hilda .. û biqehir sê gavên bipîvana hev radan û li paş kozika biçûk rawistiya û bi livandina destê xwe jêre şirove kir :
– eh livir ku ti odakê ava bike wê xaniyê te bibe di ode û eywaneke fireh .
Mamoste diber xwede girnijî .. û berî bipeyive , kalkê min berdewam kir :
– ji xwe ku te ode bi stûnên ji çemento rakirin , wê çaxê ti kari qatekê dî liser ava bike .. wê hingê wê bayê dehla hilêlîkê li wade ê ku di belkona wêde rûnê , û hilma mêrga hilko wê biserde bifûre ..
Mamosta hew karîbû xwe bigirta , bangkir : apo .. apo
Lê apo goh nedayê , jiber ku mijûl bû bi avakirna qata sisya :
– ku ti textê xweyî razanê derxîne ser qata sisya … ho..hoo..ho .. ma zozanê şerfdînê li ber çiye ..?! wê heta deşta çirkînê ji te xuyabe !
Mamoste destê xwe xist qirka kalkê min de û biqehir ew hejand :
– apo .. apo o .. kalkê min wek yekî nû bê ser hişê xwe lê nerî .. mamosta destê xwe bi hêla odê vekir û bi qîrînî got : anha ji bilî vê qulikê tiştikî te heye ku tê bifroşe min ?!! û bi lez derket .. deryê depî ku xwar bibû bi terqînî li dûv xwe girt .. û çû ..
kalkê min bi xemsarî ji qata sisya bi dûde hate xwar ..bi dûde bi xemsarî ji qata sisya hate xwar . girt . û bi şermî li dora xwe zîvirî û deng jikestî bang li mamosta kir :
– min gooo .. otostiradek mezin heye wê di vêderê re .. di ber xanî re derbasbibe haaaa ..
Di rojnameya Bûyerpress, hejmara (54)an de hatine weşandin.15.11.2016