Di 13 – 11 – 2016 ê de, me ( 56) mûm li ser Girê Şermola vêxistin, da ku em gorên zarokê xwe yên ku bê sûc û guneh bi agirê Sînema malmîrat hatin sotin, ronî bikin û ji wan re bêjin, ev roniya azadiyê ye, îro çirûska wê li Amûdê vedide, bê guman e, wê li seranserî sûryê û devera rojhilata navîn jî vede.
Azadiya ku di biçûkaniya xwe de, we barê wê hilgirt, hun tiyê wê bûn.
Bi tenê gunehê we, piştgîriya azdiya gelan bû, tenê hun dildarê peyva (AZADÎ) bûn, dildarê hezkirina pêkvejiyana gelan bû, hesten mirovatiyê li cem we berz û bilind bû, hêviyên we bûn, ku zarokên gelên cîhanê yên mîna gelê kurd, ji bindestiyê riha bibin, û jiyana zarotiyê bi tore, çand û ziman bidomînin.
Ji loma we zarokên Amûdê ser û ber, perîşan, belengaz, dewlemend û sêw bilêtên sînemê birîn, da ku hun piştgîriya azadî û rûmetê bikin,we nedizanî ku riya azadiyê bi pîlan û dav e, ta ku agir serê xwe li we hilda, win dorpêç kilin, îdî deriyê mezin nema têra we dikir, hinan ji we xwe di pencerê re avêt, mixabin bîra rûreş li xwarê li benda we bû, ta hawar hawar, bîna kizîra cendekên we yê rexil û nazik bi ser bajêr ket, ta jin kalmêr bi hawara we ve hatin, mêrxasiyeke bê hempa ji bo rihakirina we kirin, mîna Mihemedê Axê, ku bi wêrekî xwe li nav êgir dixist û zarok riha dikirin, dora ( 11 ) zarokan riha kirin, dengek kete guhê wî: vegere va kurê te riha bû, lê vegerand: Ev hemû zarokên min in, û bi pêş de çû, ta ku demirê hesin yê nava sînemê bi ser de hate xwar, û jiyana xwe ji dest da.
Ev mêrxasî diyar dike, eger ku dilê mirov ser zarokê cîranan nêşe, dê dilê wî li ser zarokê wî jî neêşe.
Bê guman e, ku Amûdê, weke bajar, her dem qelenê qehremanî, kurdperwerî û dilsoziya xwe dide.
Em tev dizanin ku Amûdê bû di sala 1937 an de bi balafirên firansî hate şewtandin, komela ciwanên kurd li Amûdê bi alîkariya Seydayê Cegerxwîn û hevalên serdema wî hate avakirin, komela alîkariya belengazên kurd damezrandina wê ji bajarê Amûdê dest pê kir, pişkdariya bajarê Amûdê di serhildana Qamişlo di 2004an û şoreşa sûryê de di 2011 ê de berçav û xuya ye.
Tevî van jî, şewata sînemê, birêneke kûr e, hîn nehatiye hev, û daxeke reş e dê di eniya nijadperistan de bimîne.
Ev gotar di hejmara 54 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.11.2016