Jixwe Emerîka naxwaze kêşeyên Cîhanê çareser bike, ji ber berjewendiyên Emerîka bi hebûna kêşeyan pêk tên.
di dehê welatan de, Emerîka destwerdan kiriye ji rexekî ve ta ku “silahê” xwe bifroşe, û ji rexê din ve ta destê xwe deyne ser samanên wan welatan, û ji rexê din ve jî alîkariya miletan dike lê ya rast berjewendiyê wê ne.
Li Rojhilata Navîn yek kompaniya çêkirina çek û tangan tune ye, lê 300 kompanî, li Emerîka hene. Helbet dive ku werin firotin û dive petrol bighê Emerîka.
Kêşeya Rojhilata Navîn, ne nû ye ji dehê salan ve, “Rûsya û Emerîka” bi ser hev de pêçabûn ji ber ku wan di wê demê de wisa dixwestin. Rûsya û Emerîka Rojhilatana Navîn xistibûn bin nîrê diktatoran de wek: Hafiz Elesed, Sedam Hisên û li Rojavayê Erebî jî: Hisnî Mobarek , Mi`emer Qezafî.!! Lê dema ku Yekîtiya Sofiyet herifî û Cîhan ji Emerîka re ma, welatên ku berê ji girûpa Yekîtiya Sofiyêt bûn, li çareseriya xwe digeriyan, lê nikarîbûn bi demê re bimeşin û guhertinên navxweyî çê bikin ta ku ew rêjîm karibin berdewam bikin.
Dema ku Buhara Erebî serî hilda miletan nedizanî ku wê rewş bighe vê qûnaxa ku îro gihayê. Ji rexê din ve, Emerîka hêdî hêdî ew kîn û nexweşiya ji hezar û çarsed salî ve razandibû şiyar kir û piştgiriya herdû beşa “Sine bi navê Da’iş amade kir û bi hovîtî serî hilda û derî vekir li pêşiya hemî rengê şerê navxweyî. Di van salên ku Obama serokatiya Emerîka kir pir tişt guhertin lê ne wek ku miletên Buhara Erebî dixwestin û hêvî ava dikirin.
1- Peydakirin û derxistina Da’iş li ser riwê ‘erdê bi vê hovîtiyê!.
2- Destwerdana Rûsya di kêşeya Sûriyê de.
3- Emzekirina Emerîka bi Îranê re û rêdan wê ku Îranê ji bo derbasî welatê Ereban bibe û dana mêlyarê pereyên Îranî yên ku ji dema şoreşa Xumeynî ve li cem xwe girtibûn.
Potîn jî nermahî û paşguhkirina Obama û xwedê giravî mijûlbûna Emerîka bi helbijartina ve ji xwe re bikar anî û derbasî Sûriyayê bû, lê destwerdana Potîn di Sûriyê de û sekna wî li kêleka rêjîmê ji rexekî ve dijminahiya “Sina” li dijî Potîn kûr kir, û berê wî da kirîzek aborî.
Di van sê mehên li pêşiya me tên, wê careke dî helwesta Emerîka wisa bimîne ta ku Tiramp derbasî “Koçika Sipî” bibe û ji wir pê de lîstik destpê dike. Ji xwe kêşeya îro heye çareser nabe!, lê wê riwê wê diyar û rewş aloztir jî bibe li ser asta Sûrî û Îraqê lê wê pir dirêj bike. Dibe ku di vê demê de Da’iş ciyê xwe biguhere lê têk naçe û dibe ku bi hêztir jî bibe ji ber ku Da’iş hatiye peydakirin da bibe alav û seda guhertina nexşeya Rojhilata Navîn.
Lê wê ew guhertin çawe bê? Diyar e ku Rûsya dev ji Sûrî bernade!, ne jiber ku Sûrî bi tenê di destê wê de maye, na ji ber ku xaza Sûriyê jê re pêwîst e..
Wê Rûsya û Emerîka, li ser mana wê di Sûriyê de li hev bikin lê gerek Tirkiya were razîkirin lê gelo “Tirkiya Erdogan” yan Tirkiyek dî? Tiramp berê gotiye ez ê deverek aram li Sûriya çê bikim lê ew dever bi xwe gava pêşî ye ji parçebûnê re, û Tirk vê dixwazin, ta ku rê li pêşiya Kurdan bigrin, û helbet ji bo ku devera aram di bin destê wê de be lê bawerî nabe ku Tiramp vê gavê bavêje!, ji ber çêkirina deverek aram têkbirina xewna Kurd e! dêmek dive Emerîka tiştekî li Rojhilat, nêzîk bide Tirkiya û wê razî bike, yan Erdoga bavêje?
Çend doseyê gerim û girin li pêşiya Tiramp in. Yek jê pirsa Kurdî li Sûriyê, û Iraqê, ji xwe ku mijar hate ser pirsa Kurdî û çareseriyê wê “Sine û Şîha” bibin yek.
Lê wê çawe Emerîka nêzîkî van doseya bibe?
Emerîka berê Rûsya û Tirkiya da çiravekî nema dikarin bi hêsanî xwe jê vekişînin, wê di demê pêş de hevbendiyek “Sinî” li dijî Rûsya û Îranê çêbibe ji rexekî ve li Welatên Kendavê û Tirkiya destwerdanê di devera Belqan de li dijî Potîn bikin û ji rexê dî ve wê li dijî destdirêjiya Îranê di Sûriyayê û Libnan û Yemen û Iraqê, û livandina hevalbendên xwe di Welatên Kendavê de.
Lê ev nayê wê wateyê ku wê “Sine” li dijî pirsa Kurdî nesekinin. wê şer, kuştin, û talan li Sûriyê û Iraqê dijwartir bibe, ne ku gurkirina şer nîşana bidawîanînê ye, na gurkirina şer ta ku bighê quxana milet û hikumet pirojeya Emerîka bipejirînin ew jî guhertina nexşeya “Sayîkis Pîko” ye. Di baweriya min de di qûnaxa pêş de wê Sûriya bikin weltek Fediral û navek nû lê bikin nema navê wê dimînê “Komara Erebiya Sûrî”, lê careke dî wê ne dawiya kêşeyê be wê ew jî çend salan dirêj bike. Beriya vê wê Emerîka li hevhatinekê, di navbera Qendîl û Hewlêr de bike û dirêjî Sûrî bike, Meclis û Tev-demê li hev bîne ta ku Ereba razî bike û wê Ereb ji tirsa parçekirina ji hêla “PYD” ve qebûl bikin.
Bi vê lehevhatinê hinek aramî li cem Ereban çêdibe. Lê wê rewş li Kurdistana Iraqê cuda be, dibe ku fediraliyek jî ji bo “Sine” jî bi cî bikin, lê tiştê ku “Sine” nepejirînin petrol li devera “Sina” nîne? Dibe ku dewletek “Sinî di qunaxa duyemîn de çêbike wê ew jî parçek ji Sûrî be û parçek ji Iraqê be. Li vir mesa Îranê diseknînin û li pêşiyê difitilin! Û dive ku Rûsya di ava germ de bimîne, dibe ku Okeraniya ji xwe re bibe. Çimkî pêwestiya Rûsya pir bi xaza Sûrî heye û pêwistiya Emerîka bi Okreaniya heye.
Di baweriya min de yê ku ji vê kêşeyê sûde bike ji her kesî bihtir wê Kurd bin.
Ev gotar di hejmara 54 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 15.11.2016