Gundê Tebkê li hêla koçeran dikeve.Ew hêl hatiye naskirin bi hêla koçerann, çimkî piraniya gundê wê deverê koçerane, û ew gund bi xwe ne ji zû de hatine avakirin, ji ber ku koçeran di dema berê de gund ava nedikirn ew koçer bûn, havînê diçûn zozanan û zivistana dihatin germiyanan, deşta Mêrdîne. Ev beriya ku Serxet û Binxet çêbibin ji ber ku koçer xwediyê sewêl bûn, dema ku çêra sewalê wan li beriyê nedima û diniya gerim dibû, konê xwe datanîn û berê xwe didan zozanê Fereşînê. Sînor tune bûn, Kurdistan hemî di bin destê Osmaniyan de bû, û beriya ku berfa potik li zozana destpê bike koçeran berê xwe didane beriyê, beriya wan jî, ji çiyayê Qereçox destpê dikir ta bi çiyayê Şingalê, ev berî hemî li pêşiya koçeran vekirîbû, lê piştî ku sînor ketin nava Kurdistanê, Serxet û Binxet çêbûn, koçeran jî dev ji koçiriya xwe berda û gund ji xwe re ava kirin.
Carekê min ji Hisênê Mehme Eliya muxtarê gundê Sewêdiyê li ser avakirina gunda pirsî, wî ji min re wisa got: Piştî sala 1927an me wek koçer nûka dest bi avakirina gundan kir ji ber sînor hatin asêkirin û nema me karî em herin zozana.
Derdora gundê Tepkê di buharan de pir xweş dibe, ji ber ku hemî qelaç in, ew qelaç bi gul û kulîlkê rengîn têne xemilandin. Gundê Tebkê dused û hevtî û heşt(278) mal in, û şêniyê wî şeş hezar û dused (6200) mirov in. Mirov dikare bêje ji seda heft yan heşt, ji wan şeş hezar û duseda, xwedî nasname ne û yê dî tev bê nasname ne.
Gundê Tebkê hemî koçer in, muxtarê gund, mala Ebdil Ezîzê Belîn e, ez bawer im yek ji wan zavayê Nayîfê Paşê ye lê nizanim kîjan ji wan e, Ji ber dihate gotin ku carekê Nayîf beroşek pirax daye destê xulamekî xwe jê re gotiye tê bibe gundê Tebkê ( ji keça wî re lê yê xulam nizane çi di wê beroşê de ye) di navbera herdû gundan de ne gelek e, lê tev hêr in newal in yê xulam jî beroşê datîne ser serê xwe û berê xwe dide gundê Tebkê beriya bighê gund di newalekê ji wan newalên kûr de qey serê wî di bin beroşê de diqerime, him wê bihna xwe berde û him dixwaze nas bike ka çi di vê beroşa li ser serê wî de ye. Dema ku devikê beroşê ji ser radike dibînê va pirax in qey dilê wî diçe wan, libekê dixwe û careke dî devikê wê datîne ser û diçe beroşa xwe dide keça Nayîf û vedigere tê malê ka bê çiqas di wê navê re diçe keça Nayî tê mala bavê xwe Nayîf jê dipirse ma ew piraxê me ji te re şandibûn xweşbûn? Keçik jê re dibêje belê bawê xweşbûn lê wele libek ji wan kêm bû, qey dema ku pîreka pirax çêkirina ew bi rêz çêkirne û yê xulam haj rêza wan nîne ji lewma dema ku wî yek xwariye ciyê wê maye vala. Dema ku keçikê ji bvê xwere got: Libek kêm bû Nayîf bakire wî xulamê ku beroşa piraxa birbû, yê xulam hat li pêşiya Nayîf sekinî Nayîf jê re got: Çima libek ji piraxa kêm bû? Yê xulam bîra mirina xwe dibir lê bîra ku wê rojek were û pirsa wê liba piraxa jê bikin nedibir, Jê re got: Ez xulam wele min libek xwar. Nayîf dirabe qantirekî ji dêvla wê liba
piraxa ji yê xulam distîne.
Li derdora gundê Tebkê çi heye.
Li hêla bakur, gundê Mêrga Mîra ye, tê gotin ku ev gund kevn e ji ber nêzîkbûna wî ji bajarê Kurik re, ew bajar bi xwe îro nemaye lê dema ku mirov diçe ciyê bajêr mirov dizane ku ev der berê bajar bû, û hin dibêjin ku ev bajar beriya sed û pêncî salî û bi şûn de avabû, ew dever hemî li ser wî bajarî bûn, lê pirsek tê bîra mirov, çima û çawa ew bajar xirabûye sedema wêrankirina wî çi bû û xelkê wî bi ku de çûne, gelo ew bajarê Kurdan bû, Kurdan ava kir û biyaniya xirab kir, yan biyaniya ava kir û kurdan xirab kir!? Bi rastî min ji gelek kalemêran pirsiye lê mixabin kes tiştekî li ser vî bajarî nizane, wekî dî du dar di ser şûn warê bajêre hene yek jê re dibêjin dara keçikê û yadî jê re dibêjin dara kurik, dibe ku çîroka keçika kezî û kurikê Rewal girêdayî be bi xirabkirina bajêr ve.?
li hêla rojhilat, gundê Besta Sûse heye ew hema bêje du newal di navbera wan de ne ew jî gundê koçera ye û herdû gund pir nêzîkî hev in.
li hêla rojava gundê, Girê Reşe, ev gund ne koçer in lê dibêjin yê ku Girê Reş ava kiriye ne ev xelkê niha têne bûn, dibêjin xelkê Girziyaret û bi taybet mala Sebrî lê Sebriyê çi ez wê nizanim, lê wek ku ji min re hatî gotin koçer û hin Erebê Şemera bi hev re êvarekê bi ser gund de girtine û xelkê gund tirsandine da ku ji wir bar bikin û bi rastî jî di ber wê êrîşê re ji wir bar kirine.
li hêla başûr, gundê Sê Gira ye, heye lê ew hinekî dûr e ji gundê Tebkê, lê ew jî koçer in.
lê li başûr û rojhilat gundê Girzîro heye, ev gund hin koçer in û hin ne koçer in, yê ne koçer be koçer ji wan re dibêjin( dêmanî).
Dora gund hemî hêrik û newal in, ciyê gund yê kevin newal e lê îro gund ji hev bela bûye, bi serê wan hêra ketine wek bajarekî piçûk lê hatiye, nexasim dema ku mirov ji hêla başûr ve lê binêre û bi şev pir xweşik xuya dike.
Li başûrî gund berîke vala ye, lê li rojhilat û rojava û bakur hemî hêrik û newal in, û bi sedan bîrê Betrolê li wan qelaça di hinavê axa Kurdistanê de hatine kolan, û Betrol tê derxistin..!?
Di navbera gundê Tebkê û gundê Besta Sûs de newalek heye, dema ku melayê Besta Sûs bang dide dengê wî dighe Tebkê û bi vî rengî jî gundê Girê Reş ew jî wisa nêzîkî Tebkê ye li hêla bakur gundê Mêrga Mîra jî nêzîkî Tebkê ye.
sal 2006
Ev gotar di hejmara 50′î de, ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 1/9/2016