Zarokên newêrek ji çûna dibistanê ditirsin, ji ber ku helwestin berî niha bi wan re çêbûne, û ew helwest bi çûna dibistanê ve girêdayî ne, wek mînak, zarokên ku ji ajalan, yan ji lêxistinê ditirsin, ew helwest di serê wan de dimîne, herweha zarokên ku ji tariyê, cehneme, mirin, cin, û agir ditirsin, ji xwe ev tiştên bûrî hemû ji hêla malbatê di serê zarokan de têne çandin. Lewra çi tiştê nû û ne diyar di jiyana wan de jê ditirsin.
Wek van zarokan nebawerî bi her tiştî li cem wan çêdibe, sedem jî dê û bav û rexneyên berdewam ji wan re ta ku nekevin şaşiyan, û gelek awayên perwerdeya şaş, ji dîtina mêvanan û derbasbûna ezmûnan ditirsin, û naxwazin biaxivin ta ku rexne li wan nebe û yan nekevin şaşîtiyan de.
Ji bilî tirsa ku bi wan re çêdibe, hin tiştin dî jî derdikevin holê mîna fedîkirin, xemgînî, tirsa berdewam, reşbînî, û ziman giranbûn.
Sedemên Tirsa Zarokan:
*Sedemin bi zarokan ve girêdayî ne:
– Kêmasiya di laş de mîna kulekî, hewlbûn, dirêjbûn û kinbûna zêde, qelewbûn û zeîfbûna zêde, herweha kêmbûna asta zîrekiyê, û paşketina di xwendinê de, ev hemû dihêlin ku yê zarok ji xwe ne bawer be û ji derdorê bitirse.
– şopandina hin bernameyên ku çanda tundiyê belav dikin, dibe ku ev yek bibe sedema tirs li gel wî zarokî çêbibe.
– Operasyona xeyalan sedemek ji sedemên tirsa zarokan di helwestên cuda de ye, ku tên pêş zarokan, lewra xeyal tirsê dixluqîne.
* Sedemin bi mamosteyan ve girêdayî ne:
– Dibe ku mamoste di rewşeke tendirustî xerab de be, ji ber mamosteyê xwedî kesayetiyek derûnî xerab dibe sedema yekem ji tirsa zarokan re, ji ber bi sedem û bê sedem bi ser wan de radibe, û hindek ji van biserabûn tund in û bi danustendina şagirtan ve ne girêdayî ne.
– Gelek mamoste şîretan li zarokan nakin û riya baş rê wan nadin, tenê waneya xwe didin û derdikevin.
– Bikaranîna awayê lêdanê di pîstirîn helwest de, û bi awayekê hovane û tewş bê yasa.
– Awayê danustendina mamoste ji hevalên xwe re li hinder û derveyî dibistanê, ev danustenduina hişk û tund ku ji mamoste dertê, bandora xwe li zarokan dike, û herweha dibe yek ji sedemên tirsa zarok ji mamosteyan.
*Sedemên ku bi malbatê ve girêdayî ne
– Awayê perwerdeya şaş ku zarok di salên pêşî ji qonaxa temenê xwe dibîne. Piştî ku guhdan li zarok dibe, û di aramiyê de dijî, bav ji nişka ve dest bi lêdanê dike her ku zarok şaş dibe, yan tiştekî dişkîne, û ev danustendin li ser zarok nû ye, ji ber ku fêr bûye bav wî delalî bike. Li vir ev zarok şaşomaşo dibe, û ew hastên jixwebaweriyê ku malbatê di sê-çar salên dawî de dabûnê wenda dibin.
– Rexne û pê re xeydandin, zarok dixe hestê kêmasiyê, û asta jixwebaweriyê li gel wî kêm dike.
– Desthilatiya bavan û hezkirina wan ji destdanîna li ser hemû liv û tevgerên zarokan bê ku derfeta azadiya ramanê bidnê, anku divê bi ya wan bike, ev tişt dîsan hestê tirsa dijberiya wan li gel wî diafirîne.
– Jihevketina rewşa malbatê û nakokiyên di navbera dê û bav de, zarokan dixe rewşeke ne aram de, xwebaweriyê li gel wan dikuje, û tirsa ji dê û bav û tundiya wan li gel wî xurt dike.
– Tirsa bavan û ne aramiya wan dibe jêdera tirsa zarokan.
Rola kesên pispor di çareseriya pirsgirêka tirsê li gel zarokan:
divê kesên pispor nas bikin ku tirs ji tevlêdan û dûbarebûnê çêdibe, û famkirina tiştan li gor rastiya wan û avakirina hestek xweş derbarê wê de ji giringtirîn sedemên ku divê ava bibin ta dijî tirsê kar bikin.
Ji ber pisporê civakî bi gelek aliyan re danustendinê di dema çareserkirina pirsgirêkê de dike. Ji wan rola kesê pispor bi yê zarok re, ku kar li ser amadekirina rewşên civakî bo mezinbûna zarokê şagirt di hindirê dibistanê de bi awayekî dirust û saxlem, û xweşkirina têkiliyan di navbera wî û mamoste, heval, û rêvebiriya dibistanê re, herweha alîkariya wî di girtina sûdê ji xizmetên ku saziyên civakî ji dibistanê re pêşkêş dikin.
Ji Erebî: Bûyerpress
Ev gotar di hejmara 50′î de, ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 1/9/2016