Ji Erebî: Mihemed Zekî Mihemed.
Ji devê kalemêr Mihemedê Ebdo, ku di sala 1925an de li gundê (E’tbê) jidayik bûye, hîn di pêçekê de bû, hatiye gundê (Xirabê Reş) û li wir cîwar bûye, hatiye girtin.
Navê gund: Tê gotin ku ji ber axa vî gundî reş e, navê (Xirabê Reş) lê hatiye kirin.
Hin jî dibêjin ku ji ber ev gund gelek caran wêran bûya û careke din ji nû ve hatiye avakirin, ev nav standiye.
paşê di pirojeya Zinara Erebî ya kirêt û rû reş, di sala 1963an û siyaseta erebîkirinê de, navê wî kirine (Dêr Hafir).
Cîgehê wî yê kargêrî û xaknîgarî: li gorî dabeşkirina hikûmetê ji hêla rêvebiriyê ve bi Qeza Çila Axa ve girêdayî ye, li gorî hikûmeta kantona Cizîrê bi QezaTirbespiyê ve hatiye girêdan, Xirabê Reş 22 km an ji bajrokê Çil Axa û 26an ji bajarokê Tirbespiyê dûr e, sînorên wî yê xaknîgarî jî ev in: Rojhilatê wî gundê Qaşto û Dêrûna Axê ye, rojavayî wî gundê Şêtika ye, başûrê wê gundê Alaqos e, bakurê wî gundê E’tbê û sînorê Turkyê ye, herweha 4km an ji sînorê Turkyê dûr e.
Hozên ku di gund de heyî: Hoza Hemka, ya ku di sala 188oê de gund damzirandiye, di wê demê de ji (60) malî ava bû, ta niha jî hoza Hemika li wir cîwar e, paşê ji ber nîrên jiyanê yên zor dijwar jimara malbatan bi rengekî mezin kêm bû.
Ol: Şêniyên gund hemî mislman in.
Giringtirîn sernavên arkolojî di gund de: Xaka Gozel û Gola Behdê li başûrî gund in û diyarê Nîşko li bakurê rojhilatî gund e, herweha Merqeda (Şêx I’sma’îl) di goristana gund de ye, lê tu jêderên avê li gund nehatin dîtin ji loma gundiyan ava bîran di malên xwe de bikar tanîn, tenê robarekî berwext di Zivistanê û destpêka buharê de ji (E’tbika) kevin bi alî gund de diherike.
Gitingtirîn xizmetguzariyên ku li gund peyda dibin: Bîreke tirwazî heye, herweha Dibistaneke pîsazkirî jî lê heye û cadeyeke qîrkirî tê gund, lê di van salên dawî de ziyan gihayê de, ji ber herêm bi tevayî kurdî bû, ji encama piştguhkirina rêjîma Sûryê ji herêmê bi tevayî re, xizmetguzarî bi derengî gihane gund.
Xaka çandiniyê: Rûbera xaka gund a çandiniyê dora (9000) donimî ye, bi encama çespandina Zinara Erebî ya rûreş û kirêt (7000) donim ji hêla dewletê ve hate desteserkirin û li Erebên Mxmûrî hate belavkirin, yê mayî arziya wê li hoza Hemika vedigere, (piraniya şêniyên ku niha di gund de mane ji yek malbatê ne).
Çandinî: Ji kevn de ( Genim – Ceh – Nok – Nîsk – Bîqya) lê dihatin çandin, lê niha (Kemûn û Gijnîj ”Kizbera) jî têne çandin.
Giringtirîn lawir: Ji kevn de (Ciwanga – Hesp – Hêştir – Çêlek – Pez – Mirîşk û Balinde) xwedî dikirin, niha tenê (Çêlek – Pez – Mirîşk û Balinde), karê serke ji gundiyan re çandinî û sewalvanî ye.
Giringtirîn Bûyerên dîrokî: Bi piştgîriya xwe ya ji Pêşmergeyên Barzaniyê nemir re, bi dirav û cebilxane û çekan navdar e.
Ji rûpela Çar Çira ya fêsbûkê.
Ev gotar di hejmara 50′î de, ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 1/9/2016