Kesek ji nêza namire, ez çi sedeman nabînim ku hunermend ji bo wan koçber bibe. Banga min ji wan re vegerin Rojava.
– Strana “Silavê Te Gihane Min” ez navdar kirim, û bûyera wê jî ya min e!
– Ku Mihemed Şêxo li pişt 7 çiyayan bistra, wê her kesî zanîba ku dengê wî ye.
– De herema Qamişlo de, min dîlana Şêxanî di dawetan de çesipand.
– Ew şerm û kirêt e, hunermendê ku nizanibe li alaveke mûzîkê bixe, ew ne hunermend e
–Min du bizq ji mîrê bizqê re hunermendê navdar Se’îd Yûsif re çêkirin.
– Min tembûrek ji tenekê çêkir, têlê tembûra min jî ji firêmê bisiklêtan bûn.
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
Ez hetanî vî çaxî jî xwe nabînim hunermend, navê min Selah Osê ye, di sala 1955an de, li gundê Tilşi’îra şîtiyan hatime dinê, di malbateke oldar de mezin bûme, xwenidna min hetanî pola 9’an bû, û li wir min nema xwendin berdewam kir.
“Çaxa ku min alboma xwe ya yekem tomar kir, bavê min lê guhdar kir, ji min re got: “Min zanîba wisa ye min rê li ber te nedigirt berdewam bike kurê min”
– Biriyara rawestandina xwendinê, û çûn bi aliyê mûzîk û stranê ve, we çawa stand, û we çi astengî dîtin?
Ew bixwe tiştekî xwezayî ye, qet ez neramiyam ku bibim hunermendek yan min bîra vî tiştî dibir, lê çaxa ku min dengê mûzîk û stranê dikir, min dizanî ku ez dinalim, arandinek bi coş di hinavê min de vêdiket. Di dibistana gund de waneya mûzîkê hebû, mamostê mûzîkê ji hemû şagirtan xwest ku ew alaveke mûzîkê çêbikin. Min tembûrek ji tenekê çêkir, têlê tembûra min jî, ji firêmê bisiklêt bûn, çaxa ku min bidawî kir, deng jê derket, dilê min ji kêfa sekinî, her ku min dixwst ku carekê bi destê xwe dengê awaza têlan bikim. Min danî ber destê mamostê xwe ji ber ku min xweşik çêkiribû, tembûra min a tenekeyî xistin pêşengeha dibistanê de. Piştî ku min pola 9’an bidawî kir, min xwest ez herim peymangiha mûzîkê bixwînim, lê wek ku min diyar kir ez ji malbateke oldar bûm, û bavê min ev biriyar erê nekir. Paşê ez çûm leşkeriyê, li wir min cara yekem rahişt tembûrê, û ez êdî paşê hînî vê sazê bûm.
– Dixwazim ji te nas bikim ku di wî heyamî de bandora kê li te bû, hetanî ku te riya mûzîk û stranê bijart?
Di wî heymî de hunermend li ser tiliyan dihatin hijimartin, helbet hemû jî efsane bûn, wek Mihemed Şêxo, Se’îd Yûsiv, Mihemûd Ezîz Şakir, Se’îd Gabarî, û ewan pir bandor li min kirin, lê bandora herî mezin ew dengê nihan bû, ew dengê xemgîn bû, ew jî deng û saza nemir Mihemed Şêxo bû.
– Ew navên mezin ên ku te ew anîn ziman, wî heyamî dibistan bûn di hunera Kurdî de, gelo ew hîn ew dibistan in, yan hin dibistanên din jî çêbûne?
Helbet ew hîn jî di Rojavayê Kurdistan de dibistanên huner û mûzîka Kurdî yê herî mezin in, xwedî şagirt û berdwam in, û hetanî vî heyamî jî ew in, xwediyê dibistana huneriyê, û hîç dibistan piştî wan çênebûne û çênabin. Nimûneyekê ji we re bêjim,niha hunermendek ku ti kesmê wî nabîne û tu dengê wî dikî, qet tu nizanî ew kî ye?! Lê Mihemed Şêxo li pişt 7 çiyayan bistre her kes nas dike ku dengê Mihemed Şêxo ye.!
– Kengî hunermend Selah Osê xwest riya xwe bibjêre. Û ji bin bandora wan hunermendan derkeve?
Belê min ev biriyar da, û min xwest ez rengekê xwe yê taybet çêbikim, nexasim piştî ku min alboma xwe ya yekem di sala 1979an de tomar kir, ez pir êşiyam jiber ku deng û şêwaza strana min nêzî ya Mihemed Şêxo bû, ew albom di nav xelkê de bû ya nemir Mihemed Şêxo, wek min gote we pir xemgîn bûm ku ew westan û keda min vale çû, lê wisa jî serbilind bûm ku xelkê rahişte wê alboma min, û jê hez kirin. Ji wir min stayîl û şêwaza xwe ya taybet çêkir.
– Gundê Til Ş’îrê “Moskoya Biçûk” wek dihat naskirin, hemû mezin û biçûkê gund mijûlî siyasetê bûbûn, çima Selah Osê berê xwe da mûzîkê?
Wek ku min got, çaxa yê mamoste tembûra min a tenkeyî xiste pêşengeha dibistanê de ez hîn bûm ku mûzîk tiştekî ne biçûk e. Li gundê me siyaset di xwîn û mejiyê her gundîkî de bû, jixwe guhdan bi çand û wêjeya kurdî, gundiyan asteke mezin derbas kiribûn, hingî helbest û çîrok ezber kiribûn, nexasim jina Kurd. Jiber ku tiştek di giyanê min de bang li min dikir min berê xwe da mûzîkê. Piştî ku mezin bûm, ez hîn bûm ku huner stûna siyasetê ye.
– Astengiyên ku li pêşiya we derketin, we çawe ew derbas kirin, û gelo hin hene ku riya hunera Selah Osê şopandine?
Ji ber ku ji malbateke oldar bûm, bûm qurbaniyê ji bo şopandina hunerê di gund de, siyaset, nivîsandina helbestê ew ne qedexekirî bûn, lê tembûr ne bi dilê bavê min bû, û ez pir êşiyam, lêÇaxa ku min alboma xwe ya yekem tomar kir, bavê min lê guhdar kir, ji min re got: “Min zanîba wisa ye min rê li ber te nedigirt berdewam bike kurê min” Jixwe berî min kesî di gundê Til Şi’îrê de nerahiştiye sazê, û piştî min jî kesî ev rê nebijart, tenê keçek ji gund heye pir jêhatî ye û dengê wê jî xweş e, navê wê Xaliya ye, eger guhdan li dengê wê bibe, wê hunereke xweş pêşkêş bike.
– Em berê xwe bidin berhemên hunermend Selah Osê, çendin, û di kîjan salan de hatine tomarkirin?
Berhema min a yekem wek li jor min şîrove kir di sala 1979an de hate tomarkirin. Min yek hejmar tenê jê çap kir, hevalê min bir bajêr ji bo jixwe re hejmarekê li ber bikşîne, xwediyê tomargihê gote wî: “Ev dengê Mihemed Şêxo ye, kengî Mihemed Şêxo alboma xwe ya nû derxistiye”? Hevalê min jê re got: “Na! ev dengê hunermend Selah Osê ye” Ew î ez nas nekirim, û bidizî hejmarek jiber kişand û bi hezaran hejmar jê hatin firotin û ji xelkê re digot alboma Mihemed Şêxo ya nû ji biyaniyê derketiye. Min dengê alboma xwe li rex hin hevalan dikir min fedî dikir ez bêjim wan ev ez im, jiber ku wê ji min bawer nekirbana.! Paşê di sala 1983an de min alboma xwe ya duyem tomar kir, ew jî hat naskirin bi navê” Silavê Te Gihane Min“û hetanî niha 8 albomê min hene. Ya herî dawî di sala 2005’an de bû, lê ya sala 2002’an de nehate belavkirin, û ew ya herî ku ez pê re wistiya bûm, ew jî sedema ku kompaniya tomarkirî daxwaza gelek pereyan li min kir, û destê min jî teng bû, ew albom ma hisret û nehate belavkirin.
– Strana ku Selah Osê pê hat naskirin, strana “Silavê Te Gihane Min” em hinekî li ser wê strana ku temenê wê bûye 33’sal û hîn jî zindî ye, û tê gotin û xwestin baxivin?
Bûyer û çîroka wê stranê ya min bû, ez xwediyê çîroka wê bûm, min jî wek her kesî di temenê xortaniyê de dil girtibû, mektûb ji min re şand, min jî ev gotin nivîsandin, û awaz jê re çêkirin, û bi dengê xwe min got, jiber ku ji giyanê min dihat got ewqasî bi dilê guhdaran bû. Piştî vê albomê û bi taybet ew stran ez hest bûm ku baş hatim naskirin, û min dît ku êdî barê min giran bû, û pêwîst e ez rê û şêwaza xwe biparêzim, û berhemê xweş diyarî gelê xwe bikim.
We helbest ji kê re bêtir xwendine û awaz kirine?–
Min ji kevin de û hetanî vî çaxî jî, ji Seydayê Cegerxwîn re xwendiye, helbestê wî pir bandor li min kirine, û min hejmarek baş ji wan awaz û tomar kirine jî, min gelek ji Melayê Cizîrî re jî xwendiye, û helbestek wî heye ev bû 30’î sal dixwazim bidawî bikim û hîn jî nikarim. Navêwê “Xişmê li feqîran meke, zû padîşahê min”
– We di kîjan salê de, berê xwe da lidarxistina aheng û şahiyan?
Çaxa ku min alboma xwe ya ” Silavê Te Gihane Min” derxist, ez hatim naskirin, navê min dihat gotin, êdî xelk li min digeriyan ji bo ez şahiyên wan lidarxim, ez du salan bi tena xwe diçûm şahiyan, lê ez ramiyam ku pêwîst e mirov şêwaza dawet û şahiyan bughere. Yekemîn girûpa hunerî ji bo lidarxistina dawet û şahiyan min damezrand, hemû alavên mûzîkê yên nûjen û pêşketî min tevlî girûpa xwe kirin. Piştî damezrandina girûpa hunerî ez baş navdar bûm û di sala 1986an de bê sekin em diçûn dawet û şahiyan. Dixwazim vê tiştê jî ji xwendevanan re bibêjim, ku di wî heyamî de dîlana şêxanî nebû, tenê di dawîya dawetê de carnan digotin ka çend deqeyan dîlana Şêxanî lêxe! Di riya girûpa min re dîlana Şêxanî hat çesipandin di Rojihilat û Rojavayê bajarê Qamişlo de. Û ev tişt min li hemû dever û heremên Rojavayê Kurdistanê de bikar anî. bûyerekê ji we re bêjim, li bajarê Serê Kaniyê min dawet lidar xist, li wir çaxa ku bûk û zava dihatin dawet bi dawî dibû, min xwest ku ez li wir vê tiştê bugherim, min govend gerand, ji min re gotin, ev tişt şerm e, kirêt e, kesekî li vir piştî hatina bûk û zava dawet berdewam nekiriye, min ji wan re got vê şermiyên bavêjin li ser min, û ez ji ya xwe nehatim xwar, ji min re gotin 10 deqeyan dîlanê veke û hew, min se’et 5ê, ‘Esrê dest bi govendê kiriye hetanî se’et 11ê şevê, ji wê dawetê û vir de hemû dawet bi vî şêwazî li Serê Kaniyê lidar diketin. Û bêtir ji 3 salan li ser hev ez mam tenê ji bo dawetên xelkê Serê Kaniyê lidar bixim..
– Gelo girûpa ta ya hunerî Cejna newrozê li gel hin komên filiklorî lidar dixist?
Belê ez li gel girûpa xwe û li gel gelek komên filiklorî di ahengên cejna Newrozê de amade dibûm, û min li Şamê komeke filiklorî damezrand navê wê “Koma Hilat” bû, hetanî niha jî ew li Şamê karê xwe berdewam dike. Ez di Koma Xanê de baş xebitîm, min 3 kom di hundirê koma xanê de ava kirin.”Mezin, ciwan, zarok” her wisa dibûm mihvanê koma Xelat û koma Narîn.
– Gelo ji bo lidarxistina hin şahî û ahengan hûn hatine xwestin ji bo dervî welat?
Belê ez cara yekem di sala2000î de, ji bo cejna Newrozê hatim vexwendin ji bo welatê Siwêd, min 5 aheng lidar xistin, ew jî yên hemû partiyên siyasî bûn. Li wir ji min re gotin eger hûn bixwazin li vir bimînin hûn dikarin niştecî bibin, min ji wan re got ez nikarim li biyaniyê bijîm, ez ahengan bidawî bikim dixwazim vegerim Qamişlo.
– Gelek hunermend niha navdar bûne, lê mixabin tenê deng xweş in!. têkiliyên wan bi alavên mûzîkê re tune ne, ew ne qlesbûneke gelo?
Ew şerm û kirêt e, hunermendê ku nizanibe li alaveke mûzîkê bixe, ew ne hunermend e, di dawetan de dikare karê xwe birêve bibe, lê di dîdarekê de, di ahengeke taybet de, eger jê hat xwestin ku hin stranan bibêje, û tembûr û biziq li wir bin û ew nizanibe bikar bîne wê çaxê wê xwe nas bike ku hunermendiya wî qelsbûn tê de heye. Jixwe vê paşiyê gelek hunermendan di dawetan de nema dengê xwe jî diwestandin, SD’ ya xwe ya tomarkirî vêdixistin, û dawet lidar diket.Mixabin!!
– We çend rojan dawet lidar dixistin, dawetên me di wî heyamî de 3 roj û 7 roj bûn?
Ez bixwe giham dawetên sê roj, carekê hin hatin ji bo min bibin daweta xwe, min bazara 3 rojan bi wan re kir, bavê zava ji min re got ez feqîr im, û nikarim kiriya 3 rojan bidim te, wî heyamî jî em zehf diwastiyan 3 roj û şevan em diman û me dîlan digerand, ez ramiyam û min ji bavê zavê re got: Xalo ka we re em dawetê bikin rojek tenê, û eger tu bêjî erê ez kiriya xwe naxwazim, tenê ez dixwazim em dawetên xwe bikin rojek tenê. Bavê zava gote min, ez fedî dikim şerm e, ku ez daweta kurê xwe rojekî tenê lidar bixim, min jê re got ne şerm e, fedî neke, û bila kêmasî ji min re be. Bavê zavê biryar da û got min qebûle, û me ew dawet tenê rojekê vejand, û ji wê çaxê de dawet bûn rojek çi feqîr û çi zengîn.
– Ji bo şoreşa Sûriyê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê we çi belav kiriye û we çi amade kiriye?
Ji bo şoreşan hunermendê şoreşger pêwist in, nimûne çaxa ku dibêjim şoreşger ez Şivan Perwer dibînim, Mihemed Şêxo bibînim, jiber ku stayîlê min strana min ya nerm û aram e, min nikarîbû ez tiştekî li gor bejna vê şoreşê û pakrewanê vê şoreşê bafrînim, huner stûna şoreşan e, lê dîsan min haziriya stranekê kiriye wê di demek nêz de bê belavkirin, ew jî li ser biyanî û koçberiyê ye, ez bi hêvî me ku cihê xwe di dilê we de bigre.
Em berê xwe bidin pirseke din, siyaset û huner kîjan ji wan pêdiviyê hev in?
Min bi xwe siyaset kiriye, ez di partiya “Çep” de bûm, û ez gelekî ketibûm di bin bandora rehmetiyê Ismetê Seyda de, wek seyasetmedar û wek rewşenbîr û helbestvan, ez endamekî normal bûn di partiya Çepa Kurdî de, û ew serokê partiyê bû, di heftiyê de 3-4 caran dihate mala min û serdana min dikir. Jiber ku ji hunerê hez dikir. Kêm serkirdeyê me hene ku ji hunerê hez bikin.! Ji %99 siyaset bi hewceyî hunerê ye, û ew bi çavekî kêm li hunerê dinerin, ew nizanin ku huner şoreşan biser dixe, û şoreş bê huner biser nakeve. Di nav partiyên kurdan de ji bilî partiya PKK, û PYD, yek partiyê hurmet ji hunerê re negirtiye. Ew hunermendên xwe didin pêş ji wan re alboman tomar dikin, gelekî li ser hunerê jî xerc dikin.
– Hin partiyên Kurdî têkilî bi we re kirine ji bo hin karê hunerî?
Belê partiya PDK-S têkilî bi min re kirin ji bo em yekîtiyekê ji hunermendan re ava bikin, min erê kir, û min 40 hunermend ji wan re amade kirin, ji min re gotin ka nimrê wan yê telîfonê bide me, min ji wan re got va ew amade ne, we çi ji nimra wan e, gotine min divê em yeko-yeko têkiliyan bi wan re bikin, êdî min xatir ji wan xwestin, min kar berdewam nekir. Vê dawiyê PYD têkilî bi me re vekirin ji bo yekîtiya hunermendan, me gelek şert û merc danîn ber wan, qebûl kirin, û me ji xwe re tozika hundirîn jî amade kiriye û di demeke nêz de em diçin konfransê xwe.
– Em hinekî li ser karê te baxivin, ew jî karê çêkirina bizq, ûd, û tembûra ye, we çawe ev sin’et girt?
Di sala 2007an de, û jiber rewşa deverê ya abûrî min berê xwe da Şamê, li wir min hostayekî xiristiyan nas kir, ji min re got tu baş ji alavên mûzîkê fam dikî, min got na! ez tenê li bizqê dixim, ji min re got tu li gel min kar nakî, yekser min jê re got erê, ez çend mehan li gel wî mam, êdî min navendek taybet ji xwe re vekir, û min gelek afrandin di çêkirina bizq û tembûrê de kirin.
– Alava herî buha ku we firotiye?
Bizqa li ser kehrebê ya herî buha ye min berê demekî bi (500) dolarî firot, û bizqa normal bi (200) dolarî ez difroşim.
– We ji kîjan hunermendê navdar re biziq yan ûd, û tembûr çêkirî ye?
Berî demekê ez ji bo “Dar Elopira” li Şamê hatim vexwendin, ewan dixwestin hin mûzîk û strana Kurdî pêşkêş bikin, li wir hunermendê navdar Se’îd Yûsif jî beşdar bûbû, min bizqa xwe ya kehrebeyî û ya normal jî bi xwe re birbû, mamoste Se’îd Yûsif bizqa min bijart ji bo pê strana xwe bêje, ew min nas dike, ji min re got te ev bizqa xwe ji kê kiriye?, min gotiyê mamoste ev bizq ji karê desê min e, min çêkiriye. Pir kêfa wî hat ji min re got de baş e, naxwe ez ê qewîtiya du bizqan ji te bikim, û tu wan li ser kêfa xwe çê bikî. Û min du bizq ji mîrê bizqê re hunermendê navdar Se’îd Yûsif re çêkirin.
– Çima Selah Osê berê xwe neda koçberiyê?
Ez bixwe dijî koçberiyê me, nexasim koçberiya bê veger, û bi taybet hunermend. Niha di aniyên şer de pêwîst e ku hunermend moralê şervanan bilind bikin.Kesek ji nêza namire, ez çi sedeman nabînim ku hunermend ji bo wan koçber bibe. Banga min ji wan re vegerin Rojava.
Hunermend Selah Osê çi şîretê li hunermendê nifşê nû dike?
Nifşê me gelek zor û zehmetî dîtin heta ku hunera xwe şopandin, em naxwazin ev nifiş jî wê zor û zehmetiyê bibîne, dixwazim ji wan re bibêjim huner peyameke giring e, mirêka miletan e, huner bê xwendin qet pêş nakeve, pirinsîp û exlaq pêwîst in. huner û mûzîk amaneteke mezin e divê lê miqate bin.