Piştî xebata malbata Bedirxaniyan li nav Kurdên Sûrî, û rawestandina her dû kovaran: HAWAR û RONAHÎ, di wê demê de ne tenê di nav Kurdên Sûrî lê belê li tevahiya Kurdistanê, bizava toreyî lawaz bû nemaze, piştî ku Sûriyê xwe ji bin sîdariya Ferensayê rizgar kir, deriyên çapxaneyên zimanê Kurdî yên ku her dû kovarên navdar û gelek ji pirtûkên hêja çap dikirin hatin girtin û qedexekirin.
Piştî şerê cîhanê yê didiwan li Kurdistana Başûr kovara GELAWÊJÊ li hemberî şer û dijwariyên çap û belavkirinê di derketina xwe de berdewam bû, di wê demê de kovara DENGÊ GÎTÎ TAZE û rojnama JÎN a heftane jî derket.
Di 14ê Temûzê sala 1958an de li Bexdayê piştî hilweşîna sazûmana şahanî ew dema paşverû ji nav Kurdan rabû, roja azadî û ferehiyê bi çavê serê xwe dîtin, rewşa tevgera rewşenbîriyê geş bû, nivîskar û rewşenbîrên Kurd di wê demê de 268 pirtûk dane çapkirin.
Tîrêja tevgera rewşenbîriyê ronahiya xwe da ronakbîr û nivîskarên Kurd li Sûriyê û ew perda qedexekirin û tirsê çirand.
Çend mirovên welatperwer û nivîskar gihan hev û civînek ji xwe re li mala D.Nûrî Dêrsimî li Helebê girêdan û biriyara avakirina komelekê standin dibin navê Komeleya Zanistî û Alîkariya Kurd de, ev komele ji van nivîskaran pêk dihat: D.Nûrî Dêrsimê, Rewşen Bedirxan, Hesen Hişiyar, Osman Efendî û Heyder Heyder.
Armenca vê komelê pêşxistina ziman, tore û dîroka miletê Kurd bû , û danasîna wî bi diniyayê ve. Mixabin vê komelê temenekî dirêj nekir tenê li dora du salan temen kir 1956-1958 lê belê kar û xebatin pir bi nirx û giranbiha kirin.
Bi doza Kurd ve me 18 rûpel nivîskarek li Misrê bi destê Mihemed Hilmî Beg da kongirisa bandok dewletên nebestî ji bona şoreşa –ciwanrûyên Kurdên Îranê – me protistokî bi navê Cînosayid bi zimanê Erebî – Tirkî – Ferensî – dijî Şah da belevkirin.
Bi partiya Îyoka ya Qubrisê re me hevalbendî girêda, her bûyerê wan me di rojnama xwe de didane belavkirin, jiber ku ew jî dijî dewleta Tirk û Inglîz bûn.
Çawa ku meseleyên Kurd jî li atîno serekê ola islamî Hafiz Elî Reşîd werdigerandin zimanê Yûnanî û di rojnameyên wan de didane belavkirin. Li Beyrûtê di rojnameyên Erebî de li ser Kurd û Kurdistanê di rojnama –WICDAN û HURIYET de didan belavkirin evê komelê gelek ji pirtûkan dane çap û belavkirin ji wan pirtûkan: Elred Elekosmopolîtiya – Hisên Şiniwî, Kifah El-Ekrad– Samid El-Kurdistanî– Dêrsim Tarîhinde– Nûrî Dêrsimî.
Mixabin vê komelê di karê xwe de berdewam nekir û bi xebatek berfireh û temenekî kin rûpela jîna xwe ya dawî pêça piştî ku roleke mezin di hişiyariya milet de lîst. piştî rawestandina komelê bi çend salan ronakbîrê hêja Hesen Hişiyar kovarek bi navê AGAHÎ bi tena xwe û veşartî derxist, û vî nivîskarî karê kovara xwe bi xwe dikir, ji vê kovarê dora nozdeh hejmaran derketin, hejmara pêşî di sala 1966an de ronî dît.
Kovara AGAHÎ di radeyek dijwar û zehmet de derket, bûyer û serpêhatî û nûçeyên Kurd û Kurdistanê di dane belavkirin, raman û bîr û baweriyn ku di kovarê de belav dibûn tev yên xwedî û berpirsiyarê kovarê bûn. Di kovarê de du helbest û nameyek bi tenê ne yên berpirsiyar hatine, helbestek ya peyar Ehmedê Palo ye û ya din ya peyar Hemzayê Muksî ye, name jî ya profîsor –Qenatê Kurdo ye, ku di sala 1956an de ji komelê re rêkiribû.
Xwedî û berpirsiyarê kovarê êş û derdê miletê xwe xweş naskiribû û dermanê wê nesaxiyê jî diyar kiribû bi giyanekî gewre û ramanekî bîrwer li ser giringiya yekîtiya tevgera Kurdî û miletê Kurd radiwestiya, û bi xurtî şerê perçebûn û jihevketina tevgerê dikir, çep û rast herdu milên laşekî, laş ku nebe kîjan milê çep û rast.
me bi vê danasînê rê li ber lêkolînzan û nivîskarên bi rûmet ên ku dixwazin ji miletê xwe re bixebitin û sûdekê li tore û rewşenbîriya wî bikin vekir.
Jêder: Kovara Gelawêj û Kovara Agahî.