Berî ku ew hewildana guhertina leşkerî li Turkiyê zelal bibe û encama wê diyar bibe, berî ku xuya bibe ka wê ew hewildan biser bikeve an na, û ka kî li pişt wê hewildanê ye, wek her car Kurda û bi taybetî Kurdên R,Kurdistan bilez her tişt bidawî kirin û kêf û şahiya xwe bi çûna Erdogan kirin, û ta dikarim bibêjim hinan her tişt li Turkiyê bidawî kir û nexşeya siyasî û civakî jî li wir çêkirin.
Ji mafê her kesî ye serbest nerîn û helwesta xwe diyar bike û kêf û şahiyê jî bike bi çûna Erdogan an xemgîn jî bibe bi şikestina wê hewildanê û beravêtîkirina wê ji aliyê hêzên dewleta Turkiyê ve.
Lê ez dixwazim li derdora xalekê herim û werim ew xal jî di nerîna min de ya serekeye ku bandoreke wê yî mezin heye di derbirîndarkirina nerîn û helwestên mirovahî de, gelo çima ez dibime alîgirê alîyekî û li dijî aliyekî radiwestim di nerîna xweyî siyasî de.
Gelo em Kurd berjewendiyên me bi desthilatek leşkerî re ne, an desthilatek sivil û civakî re, kî dikare min wek milet bipejirîne û ew viyan li cem hebe ku em guftûgoyan li çareserkirina pirsgirêka Kurd bikin, di baweriya min de ev xal helwest û nerîna mirov zelal dike û bandorê lê dike.
Di dîroka meyî Kurd de gelek desthilatdar di ser dagîrkirina parçeyên Kurdistanê re derbas bûn, hinin leşkerî û hinin sivil, û di dîroka meyî nêzîk de du nimûne, desthilatdariya rêjîma Tehranê ya bi bestê Xumeynî pêk hat ne bi rengekî leşkerî dest danîn ser dewleta îranê, lê gelo ew ji ya berî xwe baştir bûn ango rêjîma Riza Behlewî.nimûneyê diwemîn ew guhertina leşkerî bû ya ku bi serkêşiya Kenan êvrîn li Turkiyê çêbû gelo rewşa Kurd di wê demê de li Turiyê Tehranê çawa bû, tevî wilo jî ez guhertin û bandora hêzên navdewletî jibîr nakim.
Min ev nimûne diyar kirin ji boyî tiştekî ew jî ev e ku ne her rêjîma leşkerî an jî sivil dikare miletên dî û ta rikberên xwe jî bipejirîne, û gelek caran rêjîmên sivil kujertirin ji rêjîmên leşkerî.
Tu tola min bi Erdogan û malbata wî re nîne wek kes, lê pirsgirêk girêdayî ye bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re li Turkiyê ye û kiryarên wî li dijî Kurdan.Li ser vê bingehê ez dikarim wê helwestê diyar bikim.
Gelo wek ezmûnên me Kurda bi rêjîmên leşkerî re wan dikaîbû bêtir ji Erdogan xwe nêzîkî pirsa Kurd bikin û hewil bidin vê pirsgirêkê çareser bikin, bêtir ji wî Kurda dipejirînin an na, û heger ew hewildana leşkerî çûba serî û biser ketiba wan desthilatdaran dikarîbû ji Erdogan û partiya wî bêtir pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd berdewan bikin û vê pirsgirêkê ji kok ve çareser bikin, an wî wek Kenan êvrîn gund û bajarên Kurd bişewitînin û koçber bikin, bi rastî her tişt derbarê vê yekê de tarî bû û ta niha jî diyar nebûya ka gelo ew destê veşartî kîbûn li pey vê hewildanê, ew Golin bû wek dewleta Turk wî tawanbar dike, an aliyên nediyarin ta vê kêlîkî.
Bi rastî hîna em Kurd nikarin berjewendiyên xwe yî demkî û stratîjî ji hev derînin, ango helwest û nerînên me serpêyê ne û tu lêkolînên me yî kûr û dirêj derbarê çareserkirina pirsa Kurdî nînin, dîsa ez dikarim li wê bûyerê vegerim û bêjim gelo heger Turkiyê derbasî şerekî navxweyî bûba û bûba dewletek ji hevketî wek Iraq û Sûriyê niha, ev yek di berjewendiya pirsgirêka Kurd bû, wê rewşa Kurdên Bakurê Kurdistanê çawa ba, gelo wî wek ya Kurdên R, Kurdistanê ba, li gorî van bûyer û nerînan gereke helwesta Kurda zelal bibe.
Bêguman ew berjewendiyên Kurdayetî nerîn û helwesta derbarê çi bûyerê de diyar dike,lê dîsa her kes serbeste dinerîn û helwesta xwe de û pêşeroj wê bersiva van pirsan bide.
Ev gotar di hejmara (48)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 1 -8-2016