Li Rojava sala par cara yekemîn perwerdeya bi zimanê Kurdî li dibistanên fermî hate despêkirin, perwerdeya xurû bi Kurdî weke gava yekemîn bi meteryalên nû jibo sê refên destpêkê hate dayin. Aliyên têkildar gotin ku sala perwerdyê bi gelek arîşe û zehmetiyan derbas bû, lê bi serketin jî bi dawî bû. Malbatên şagirtan hin bi guman in hin jî kêfxweş in. Saziyên têkildar van rojên bêhinvedana havînê behsa amadekariyên berferh ên sala xwendinê ya nû (2016-2017) dikin, lê bê guman dê sala bêjî bi gelek zorî û arîşeyan re rû bi rû bimîne, bi taybet ku tê gotin dê meteryalên xwendinê jibo refên çaremîn ta şeşemîn jî bibin xurû bi Kurdî.
Ji bilî arîşeya siaysî ku li derdora mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî destpêka sala buhûrî rû da, ev ezmûna nû di nava civakê de carna bi xweşbînî carna jî bi guman hate pêşwazîkirin, sedemên xweşbîniyê ji xwe diyar in ku wek pêkhatina xewna salan a civaka Kurd bû.
Lê guman û fikarên civakê jî pir bûn, yek ji guman û fikaran derbarê pêşeroj û dahatûya zarokên wan de bû, ka dê zarok xwendina xwe ya bilind bi kîjan zimanî bidawî bikin, ka dê diplomayên perwedeya Kurdî di zanîngehan de bê perjinanain an na? û ya girîng jî ew bû ku dê û bavên bi Kurdî naxwînin dê çawa li malê alîkariya zarokên xwe bikin.
Gumaneke din jî aliyê beşek rewşenbîr û ronakbîran ve bû ku gelo dê zimanê Kurdî têra perwerdeyê bike? Zimanê Kurdî dê têra gihandina zanyariyên hemdem û bîreweriyên bîrkarî, biyolojî HWD bike? Dîsan gelo dê mamosteyên ku cara yekemîn bi Kurdî waneyan bidin dê têrê bikin ku van zanyariyan bighînin şagirtan?
Ji xwe yek ji gumanan jî di derbarê meteryalan bi xwe de bû ku hin fikar hebûn bibin alavên fêrkirinên Îdeolojîk, herwiha li gorî beşekî rewşenbîran zimanê Kurdî di aliyê bêjezaniyê (Terminology) de hîna qels e û pêdiviya zimanê Kurdî bi gelek term û bêjeyên nû yên derbarê zanist, bîrkarî, felsefe, toreyê û HWD heye, lewma zimanê Kurdî di rewşa heyî de dibe ku têra perwedeyê neke.
Aloziyek û arîşeyeke din jî a mamosteyan bû, li aliyekî hijmara mamosteyên ku bi zimanê Kurdî perwedeyê bidin kêm bû, li aliyê din jî hijmareke mezin mamosteyên Kurd ku berê bi zimanê Erebî perwede diden hebû, ev mamosteyên ku her yek ji wan di beşên xwe de pispor e lê nikarin vê pisporiya xwe bi zimanê Kurdî bighînin şagirtan, di encamê de gelek ji van mamosteyan di ezmûna sala yekemîn a perwedeya Kurdî de bê par man.
Sazî û dezgehên ku sistema perwerdeyê li Rojava birêve dibin kî ne? Yekem desteyên perwedeyê yên girêdayî Encûmenên rêveber li he rsê kantonan e, yan din jî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ku di kongreya perwerdeya civaka demokrtatîk a di Hezêrana 2015`an de hate lidarxistin de hate damezrandin, ji xwe kongerya mijara gotinê bi beşdariya şaxên Yekîtiya Mamosteyan û Saziya Zimanê Kurdî hate lidarxistin. di wê kongreyê de biryarên derbarê sala perwerdeyê de hatin girtin, jê û şûn de hemû amdakekarî (peydakirina mamosteyan û çapkirina pirtûkan hatin kirin).
Di nava sala perwerdeyê de rayedarên têkildar diyar kirin ku ew rastî gelek alozî û arîşeyan tê, yek jî kêmbûn û qelsbûn mamosteyan e, ji ber ku meteryal nû bûn û mamoste derbarê dana wanyan de nehatibûn perwerdekirin.
Bi dawîbûna sala perwedeyê ya 2015-2016an aliyên têkildar li xwe mukir hatin ku gelek kêmasî û kurtî hebûn, lê li gorî ezmûna yekemîn sal bi serkeftin bidawî bû, herwiha ewê sûdê ji kurtî û kêmasiyan bigrin.
Niha ku dema bêhinvedana havînê ye, li gorî daneyên heyî ji sala perwerdeyê ya 2016-2017an amadekariyên berfireh û lezgîn tên kirin. Lê bêguman dê sala nû jî bi gelek arîşeyan re rû bi rû bimîne, bi taybet ku tê gotin dê meteryalên xwendinê jibo refên çaremîn ta şeşemîn jî bibin bi Kurdî.
Ji bo bandorên neyênî yên van arîşeyan kêmtir bibin pêwîstî bi hin kirinên girîng heye.
Yekemîn pêwîst e mamosteyên ku sala berê perwerde dan, derbarê metodên hînkirinê û pedeolojiyê de bêne perwedekirin, her wiha mamosteyên pispor ku berê bi zimanê Erebî perwede dikirin jî, derbarê zimanê Kurdî û dîsa derbarê metodên hînkirinê û pedeolojiyê de bêne perwedekirin û pêdiviyên wan ên darayî bêne pêkanîn.
Di mijara amadekirina meteryal û pirtûkên perwerdeyê de jî pêwîst e xebateke bi baldarî bê rêvebirin, pêwîst e akademisyanên pispor, zimanzan, rewşenbîr û mamosteyên xwedî ezmûn tevlî nava vê xebatê bibin, her wiha pêwîst e sûd ji ezmûnên herîmê û cîhanê bê girtin.
Xebateke din a girîng ku pêwîst e bê kirin jî xebatên derbarê peyvsaziyê (Terminology) de ye, bêyî vê xebatê dê xebatên amadekirina meteryalên bi Kurdî qels bimîne, ango pêwîst e peyvên nû bêne sazkirin û têkevin nava ferhenga zimanê Kurdî. Di vê mijarê de pêwîstî bi dezgeheke peyvsaziyê heye, endamên dezgehê pêwîste akademisyoan û zimanzanên pispor bin, ji xwe di vê mijarê de dikarin sûdeke mezin ji dezgehên têkildar li parçeyên din ên Kurdisatanê bigrin.
Bê guman çi ezmûneke nû dê rastî gele zehmetî û arîşeyan bê, lê gelê Kurd ku bi salan ji perwedeya zimanê dayikê bêpar maye, dê vê derfetê ji destê xwe bernedê û dê hêviya sedê salan bi kelecaneke mezin pêk bîne.
Ev gotar di hejmara (47)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 15-7-2016