Di hindiruyê her civakekê de, gelek taybetmendî û nirxên beha hene ku jê re dibin pênas û nasname. Lê heta çi radeyê ew civak wê karibe berevaniyê ji hebûna xwe bike û tevî guhertinan jî wekxweya xwe biparêze?.
Hemû civakên cîhanê û bi taybetî yên Rojhelatî, rastî du ezmûneyên dijwar û hestiyar hatin, yek ji wan, peydabûna olên esmanî bi taybetî Mesîhiyet û Îslam, ya duyan – zêdetir bandora xwe li civakên Rojavayî kir – peydabûna dewleta netewî.
Ji bo zêdetir ruhn bibe ez ê mînakeke zindî bidim pêş:
Civaka Erebî berî hatina Îslamê ji reng û behweriyên cuda pêkhatibû, bi dehan pût û xwedawend li bajarên Erebî de hebûn.
Lê hindek xalên weke ziman, kinc ew cudahî li bin konekî de li hev dicivandin ku em ê jê re bêjin civak.
Piştî hatina ola Îslamê, her tiştê li gel îdolojiya Îslamê ne guncaw ba dihat herimandin heta ku çarenivîsa wî li nemanê rawestiya be. Li demeke kêm de cewherê civaka erebî ji wê pêkhateya corbicor daweşiya û Erûbet kete piziya olê de, wata civaka Erebî biser neket li ezmûna yekê de.
Kurdî yek ji wan miletên herî kevne û gelek vekoler wê çendê piştrast dikin, wek mînak vekoler Mîhirdad Azadî behsê wê çandê dike ku dîroka kurdan vedigere hezarê çarê ya berî zayînê.
Eger em rê bidine hizrên xwe ku azad li asoya dîrokê de bifirin, wê gavê bi asanî em ê rewş û rengê civaka kurdî li her qonaxê de bişopînin. Bi tenê eger em berawirdiyekê li nav civaka kurdî û civakên dî de çêbikin, em ê zanibin ka çiqas bi hêz bû vîna kurdan li himber pêlên vekirinên olî û êrîşên dagîrker bi dirêjahiya çax û serdeman û çawa ziman, kinc, çand, ken, girî û taybetmendiyên xwe li bişta xwe dikirin, qonax bi qonax û konê xwe li zozana hebûnê de vedigirtin. Heta vê gavê jî civaka kurdî cewher û ruhê wê kurdî ye tevî ku rêjeya kurdên musilman gelek berz e, lê tiştê giring ew e ku kûrdîniyê reng û sîmayên xwe ne guhartin.
Xaleke dî ku hêjayî behskirinê ye û rastiya vîna kurdan dide xuyakirin, xwepatastina kurdan li ber lehiya desthelatên regezperest ku gelek çand û ziman li ber xwe birine tunebûnê. Ji ber giringiya vê xalê ez ê kûrtir dagerim vê pirsê. Gelek civak –bi taybetî yên lawaz- li sînorê desthelatên faşist de bûn ku çanda civaka desthelat li ser dihat ferzkirin herweha ziman û şêwazên jiyankirinê jî.
bi vê çandê li gel borîna demê wê civaka bindest sîmayên xwe yên taybet –cewher- ji dest dida ji sixûmetî siyaseta desthelatê û saziyên li jêr fermana wê de, weke fêrkirin û perwerdekirinê. Li maweyekî diyarkirî de ew civaka lawaz ji xwe derdiket û dikete bin konê civakeke dî de.
Lê civaka kurdî tevî avanebûna dewlet û desthelateke kurdî, dijwariya siyaseta welatên dagîrkerên Kurdistanê û zalbûna sîstemên ji dahênana desthelatê ku êrîşeke rastîn bû ji bo daweşandina kurdan ji cewherê wan û kurdîniyê, takê kurd karî xwedî li nirxên xwe derkeve û serkeftina ezmûna yekê dûbare bike.
Bi kurtî, civaka kurdî ya sedê 21ê ji aliyê cewher ve heman ew civaka kurdî ye ya berî sedên salan.
Li van deh salên dawî de, stêrka kurdan li esmanan geş diyar dibe. Beşekî ji kurdisatnê îro xwedî stayiyo ye û bi saya wî alayeke kurdî liser astê cîhanê ya naskirî ye, em karin bêjin me nîvdewletek heye, herweha li Rojavayê Kurdistanê desthelateke kurdî heye, li Bakûr tevgereke çalak heye.
Lê tiştê balkêş ew e ku konê civaka kurdî ji her demî zêdetir rastî bagelîşkan tê. Siyaseta kurdî êdî kariye ku derbasî hiş û mejiyê take kurd bibe. Êdî wisa li takê kurd hatiya ku bêxwe bimeşe, bêxwe raweste. Wata îro siyaset zala bi ser vîna kesê kurd de. Ji ber vê çendê ew nakokiyên îro li siyaseta kurdî de metirsiyeke mezinin ji yekgirtina civakê re, ji xwe nîşanên xeter diyar dibin, weke, her kes kurdîniyê li dervey îdolojiya partiya xwe de nas nake û yê cuda bihizire weke nekurd û gelek caran wek xayîn tête binavkirin.
Nedûr e ku ev bagelîşk stûnên kon bişkîne û kon bidirîne û her parçeyek bi aliyekê de here.
Ev gotar di hejmara (47)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 15-7-2016