Roja Heşrê
Di roja heşrê de
Sê qîzên kurd
ji Dêrsim..
ji Enfal..
û ji Şengal..
pêxwas..
porbij..
tî..
birçî..
bi saw..û matmayî..
ji cerg û qîzaniya wan
xwîn dilop dilop di herikî
Li ber dergehê xwedê ..
pêkve rawestan.
***
Qîza Dêrsimî..
bi girî..
bi hewar..
got:
xwedêyo..
zarokên te ..
nûnerên te li ser xakê..
hilgirên ala te
neviyên xîlafeta Osmanî
bi navê te..
min talankirin..
min ji şeref û namûsa min bêparkirin.
Zarokên te..
zarokên min..
bi serê singoyên tivingan vekirin.
Hîna jî ez gêjim
ji bihna xwîna
dê..û bavan
mam û biran
li kêleka min
di nav xwîna xwe de vedigevizyan..
Îjar ev heşra bo çiye?
Em yên kurd ji mêjde heşir bûne
gelek ji mêjde.
***
Qîza Enfal jî xwe negirt
hawarkir û gazîkir..
û got:
ewe heman çîroka min e.
Bi bîra min tê,
gelek ji mêjde em heşir bûn,
dema zarokên te
hilgirên ala ( Allah û ekber)
ji biyabanan hatin
û hemû kesên min
enfalkirin..
û min bi talan birin..firoştin ..
Hîna jî ez wenda me..
li wê tarîkstana biyabanan
û hîna bîna kîmyebaranê
ji devê min tê.
***
Qîza Şengal jî
bi kirasekî sipî..
bi çavên xweyî şîn
bi mistek ji agirê Laleşa pîroz
bê deng..matmayî
li ber dergehê xweda rawestabû..
belê hemî endamên laşê wê bibûn ziman
pêkve hewar dikirin ..
di gotin:
ey xwedê ..
ez jî di rojek ronak de
li ber cavê hemî cîhan
hatim talankirin..
her li jêr alayek reş ..
û li jêr navê te..
( La Îlaha Illa Allah) de
hatim sebîkirin..
hatim serbirîn..
Hîna jî min di nav malzaroka xwe de
tûvê heramê sedan
zilamên serbir hilgirtiye.
Agirê Laleş vemiriye..
û çiyayê Şengal jî
xwe bi termê sedan zarokên min xemilandiye
Îjar ez nizanim hey xweda..
eve heşre?
yan heşra bê dawî
li Şengala minî sebîkrî..
û serbirî niştiye?
Aramiya Azadiyê
Ey xewna kûr
dema hemî hêvî
bi dawî dibin…
dilê min
heta li ser tarîtiyê jî dişewite
bi vê ronakiya zuha
wek leylanê
li ser xakê.
***
Ey welatê yekem
û dawî…
hîna jî ez
bi aramiya azadiyê
zengilên hevgihînê lêdidim.
Lê belê li ser vê xakê..
her tişt bi xemgînî derbasdibe
wek şopa cengê
wek şopa mirinê.
Aramiya Azadiyê
Ey xewna kûr
dema hemî hêvî
bi dawî dibin
dilê min
heta li ser tarîtiyê jî dişewite
bi vê ronakiya zuha
wek leylanê
li ser xakê.
***
Ey welatê yekem
û dûmahî
hêşta jî ez
bi aramiya azadiyê
zengilên hevgihînê lêdidim.
Şaciwanê Aşiqan
Mize û mey
bo şevbihurkên min
Mizicandina
di biyabana xemê de
bi gul dibe
Ingirandina zaroka
xewnên min
bê aştbûn
Zimanê çav û dil
Gerdelûla giyan î avis
bi nepenî û macereyan
Înata xwedayan
di tenêbûne de
Newresê dizî
xerzikên masiyên
derya min
û hêlîna xwe çêkir…
li ser gevjika dilê min.
Şaciwanê aşiqan
bê destûr
Rûnişt li ser text
û eywana min
Gava min tiliya xwe…
di hunguvê evîna wî de dakir
şanên min veguherîn kelmoz
û gezo bariya
ji her hêlên min.
Bi Xemgînî Derbas bû
Di gel te ey delalê min
min jiyana xwe dirkand
û wateya temenê xweyî wenda dît.
Lê belê
her tişt bi xemgînî derbasbû
wek şopa cengê
li ser xakê.
Aştbûn
Îdî nagrîm li ser raburdû
dê gunehên xwe
yên ku min kiribûn
di dûriya ji te
bi evînê bişom.
Ez ya gunehbar
niha di perestgeha evîna te de
bi sozdariya te
destnimêj dikim.
Gunehê min yê bi tenê
min evîn bi şer guherî.
Ez bê welat û xakbûm
lewma aştnebûm
di gel jiyan û evînê.
Bi şer li aştiyê geriyam
di dawiyê de min zanî
ku jiyan bê sînore
ne ku mirin.
Û niha baştir dizanim
tenê yên lawaz şerdikin.
Cemserê Din
Gava ez wek rûbarekî
tersî cihnûmayê
diherikîm
te ji xwe re qiblegeh
avadikir
Dema ji rojhelata min
roj bilind dibû
li rojava
di asoyên tarî de
te xefik vedidan
li pêş umêdan
Ne tu bû
em pêrgî hev hatin
li hinda gelawêjê
li ser duriyana
riya kadizê
te stêrkên rijiyayî
berhev dikirin
Tê kengî ji şîr vebî
û berdî hilmijandina
pêxîra min
emê nebarin
ger tu nebî cemserê din.
Cizbeya Evînê
Ji mêjde
derdê te dikeşim
çawa şev
derdê qeflên tariyê
dikşîne
çawa roj
di bin bazkên xwe de
derdê hêwirandina
perçemokê dikşîne
çawa jinek
her serê heyvê
derdê rijandina
xwîna mirî dikşîne.
Tu bi sanciyan re tê
wekî sehmasiyekî
qîlên xwe
li komerîşka
stêrkên min didî
wan yeko yeko
dadiqurtînî
çima tu yê bibî
pîjê ber diranê
maceryên min
û leylana min î
bi çolan şuştî
biçikînî.
Kembera li ser newqa min
dibriqe
ji evînê badayî ye
êdî te nakim kilçîv
min çavê xwe
ji kildanê ezmûnê
kildaye
Keştiya min î
bi ber bayê arezûyên te diket
û bi ser kelexê xwe de
li ber peravên te
hildiweşî
niha di zerya xwesteka min de
avjenî dike
Eger tu dixwazî werî
werî…
lê kum û kolozê xwe dîne
cîhana min bê dergehe
ban û zemînê xwe nîne
ji bo tu bibe berdilkê min
ji tac û eywan
şûr û mertal re
cih nîne.
Ne wek aviyekî
xwe bavêjî nav
keriya min
ne wek xwîniyekî
xwe bavêjî bextê min
û ne wek zarokan
xwe bavêjî kirasê min
di ferhenga evînê de
cih ji lavan re nîne
Ji bo em bi hevre
stêrkan bi hejmêrin
bikin ristik
diyarî ji xwedawenda
evînê re
divê em bibin
tayê wê yî ji eşqê ristî
û di cizbeya evînê de
li ber dergehê
perestgeha wê
bi dilovanî serî dînin.
Bakurê Dil
Bakurê dilê min e ew
di çavên wî de
di meyinim
hunguvê tehlîşka evînê
şima mûm a min e
her şev
şevbuhurkên tenahiyê
cîjwanin
Di rojek serê payizê de
xak bi baranê nermijî
min ew wendakir
bê xatir
li wir…..
li bakûrê dil.
Arezû
Hûn dizanin
kengî ji helbestê
şîrvedibim..!?
Gava navber…
di nava rastiyê û
arezû de
bibe gustîlk
û têxim tiliya
çepê dil.
Hûn dizanin
kengî dibim xwedawend..!?
Gava di biyabana arezû de
rûbarekî bê kendav biherikim.
Hûn dizanin
kengî dimrim..!?
Gava bibim asmanekî
stêrk weriyayî
û aşiqên min xwe
bi benê qederê
*Helbestek ji bo zarokan
“Baran”ê Wênekêş
Ezim..ezim..ezim Baran
Zarokekî bi dahênan
wêne dikêşim li ser pelan
ez wêneyan dikêşim
semayê dikim bi rengan
Ezim..ezim..ezim..Baran
ez heme li her ciyan
ez bi sûdim bo cîhan
kesk û sor û şîn û zer
huner ji min re ruh û can
Zengilûn Hevgihînê
Min li çavên te
temaşakir
dema wan min dixwendin
û xwe nîşan girtibûn
li rastiyên razayî
di kûrahiya
çavên min de
Ew hemû
sîper û çeperên
avakirî
nebûn rêgir
ku nehêlin
siwarên daxwaziyên te
têperin
Ew hestên minî razayî
mîna marekî
di çillê zistanê de
te bi tîjkên roja xwe
ya buharî
ku her dem nûdibe
geşkir û serî li wan hilda
Ev êrîşa te
ez rizgarkirim
ji stiranên lorîkan
ku min pê
hestên xwe di razandin
ji bo demek ne diyar
Dil kete lerzê
û careke din
bi awakî ne asan
hilavêt.
***
Ez dizanim
tu ne wek wanî
tu zilamekî ne asanî
te bi çizirandin
derbas nekir çeperên min
şûrê te tazî bû
û wekî qehremanekî
te li dergehê dilê min da
û vexwendim
ji pêkdadanê re.
***
Te diyarên xwe
berdan
û dolên kûr
derbaskir
meydanên dirêj
qetand
û tu li kaş û berqefan
rasthat
ta tu gihaşt
benderên min
û va tu dixwazî
û bê dudilî
çengela keştiya xwe
bavêjî kûrahiya
derya hestên min.
***
Dema te ez vexendim
ji nişkave ne bû
şûrê min tazî bû
li ser xwe bûm
amade bûm
min xwe neda paş
ji pêkdadanê
min meydan xwend
li himber te
Dema şûr li hevketin
çingîn anîn û burusîn
wê demê…
zengilên hevgihînê jî
lêdidan
û mujda hevgihîna
heta û heta lêdidan
***
Bi cengê
tu bi hêz dibî
û mezin dibî
ez jî li gel te
Eger tu bi şer nehatibayî
te çeperên min
ne didîtin
Eger tu ji koşka xwe
daneketiba
te dergehên min î nizm
ne didîtin
Eger te şûrê xwe bavêta
ber lingê min
û daketa ser çongan
te hêza min nedidît
Eger tu bi hevaltî
nehatiba
te ez nedidîtim
û her nedidîtim.
Ev helbest di hejmara (47)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatine weşandin 15-7-2016