Çima tişt heye û ne netişt heye?
pirseke ku vê dawiyê ji nû ve de di serê gelek lêkolîner û faysîkerên zanîngehên cîhanê de digere û di ser ku ev bêhtirî sed salî ye xwendin û lêkolîn di vî warî de dibin , lê encam her dem jî kêmbûn û derencamên pê ve girêdayî jî qels û lawaz bûn, û nedibûn rastî û diman hîpothês û nêrînên pûç.
Tê gotin, ku divabû aniha em nebana û em bi carekê re li ser riwê vê gerdûna me ya renge şîn ne afrînner ne jîndar bana, ji ber ku matêrîye û antîmatêrîye divabûn hev xwe bi xwe nehiştibana piştî teqîna mezin bi navê (The big Bang) jî tê naskirin, lê aniha pirs ji xwe ne ev e û ne di vir de ye, pirs ewe ka ew antîmatêrîye bi ku ve de çû û li ku ma? heger ev hate naskirin, wê gelek tiştên din jî bi xwe re bide naskirin û wê bihêle em bi ser gelek razên boyînnênî din ve vebin, yên ku heya niha bê xwendin û lêkolîn mane, û wê bihêle em bi ser bersivna mezin ve vebin ji pirsne mezintir re wekû ( çilo û çawa Supernova çêbûne, û çilo û çawa qûlên reş çêbûn û ew gewd û laşê xweyî ku li ser û ew taybetmendiyên xweyî pirr sitandin) .
Ez bawerim, ne hew wiha tenê jî , bêhtir jî, wê êdî doseyên çawaniya lidayikbûna jiyanê û wateya wê ya zanistî bi zimanekî fîsîkalînî biyolocî li pey hev bêne vekirin, ji xwe şandina gemiya Juno berî pênc sala li ser gerdûnê Jupiter û gihiştina gemiyênînî wir berî çend rojan, hişt ku êdî hêviyên me xurtir bibin û baweriyeke rast bi van proyektan ve bê girêdan.
Lê wê hîn jî hin hebin bibêjin, ka wê ev tev de ji çire baş be û em ê çi sûdeyê jê werbigrin? ji xwe bê guman pirs di cihê xwe de ye û reva ji bersivê tirsonekî ye, berî her tiştî divê ev yek bê naskirin, ku evqeys milyonên li van lêkolînan dibin ne bi derewan e û helbet armanc jê heye, lê ji kê re, ji xwe ji wan re ye, ji wan gelên ku wilqende pere li ser proyektên bi vî rengî xerç dikin.
lê wê ev zanebûn jî ji hinan re bi tenê re jî nemêne, wê Rojhilat jî bi alîkariya van têgihiştinên nû û vexwendina boyînê(onîvêrsom) ji aliyekî din ve nêrînên xwe yên fîlosofî bighîne serî û kêmasiya wêneya dawî ji pergalê boyînê re li gor xwe pîne bike û bi vî rengî serkeftineke mezin diyarî mirovahiyê bike.
di baweriya min de mêthologî û raman û hizrên mêtafîsîkî yên ku ji pûtgehên Sumeran û Aşûr û Hûrî û Îgrîkan derketin destpêka hewldanên di vî warî de bûn, bi armanca dayîna şiroveykê de di pirsa hebûn û nebûnê de û malzaroka jiyanê û hatina me û hatina wilqende gerdûn û heyv û sitêrk û kevir û laşên asîmanî, û aniha her tiştê ku tê kirin ez dibînim ku berdewamiya vê çîrokê ye, lê bi awayekî din, û di ser ku mêthologî nabe zanistî , lê her divê neyê ji bîrkirin, ku gelên kevin jî li hindirê onîvêrsomê nerîn û pirs ji xwe kirin, an wê ev mêthologî tev de tine bana, di wê serdemê de ev zanistîk bû û îro ji me re nîgaş û sawêr û çîrok û çîvanok in, lê ka wê sibe çi li ser zanistiya me bê gotin, kêmasî her heye , lê her destpêk dimêne destpêk û berdewamî dimîne berdewamî, û berbipêşveçûn bi wan qonaxan ve tevan re tê girêdan.
Ma ez bibêjim, gelo ma va antîmatêrîye heye, çima wê antîgiravîtatisyon ( bi wateye hêza kişandin û berbixweveanînê) jî nebe .
Ev gotar di hejmara (47)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 15-7-2016