Li vir em li pêş du têgehên giring derbarê mirovantî û şaristaniyê radiwsten. Hezkirin têgeheke bi xwe yî di nava jiyana civakî de, her ew têvile bi şert, merc, reng û regezên xwe. Lê di heman gavê de herdu girêdanek tund bi hev ve girêdayî ne, wisa derbarê hebûn û nebûnê, xweşî û nexweşiyê, duristî û çewtiyê, avakirin û wêrankirinê..td.
Wisa jiyana civakî ku di hindirê xwe de gelek diyardeyan tîne holê, çi erênî û çi neerênî, pîvana vê yekê jî li asta civakê vedigere, gelo ta kîjan radeyê ber bi pêşkeftin û şaristaniyê ve noq çû ye? Weku hûn tev dizanin, li vir em ne babetek nuh tev didin, lê nuhbûn derbarê vê yekê ku nuha û ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, civaka me ya kurdî di rewş û jiyaneke dîtir re derbes dibe, rast e civak ew civak e, lê nîr û rewşa ku nuha tê de dijî ji hemî layan pirr cuda ye, şoreşê bandoreke pirr mezin li jiyana civakî kirî, gelek tiştên baş bi cih kir û gelek tiştên kirêt jî anî holê, dibe ku em karibin carên bên hercarê li ser diyardeyekê rawestin. Bêguman mirov xwezayî bûnewerekî civakî ye, mirov xwezayî ji danûstandin û hemahengiyê bi mirovên dîtir re hez dike, ji xwe ev yek pêdiviya herî giringe ku mirovên pak û normal tenha nikarin jiyaneke durist bijîn.
Bingehîn regez di warê têkiliyên mirov de, hezkirin bi xwe yî, belê hezkirin bi xwe bingeha têkilîyên mirovantiyê ye, wisa evînî, hevkarî, alîkarî, têgihiştin û xweşdîtin bi tevayî çi di warê têkilîyên malbatî de, yan di têkilîyên kar de, yan di têkilîyên evînî de, yan di têkilîyên dost û hevaltîyê de, yan di têkilîyên xebata siyasî di heman partiyê de, wisa derbarê hemî têkilîyên civakî de.
Îca taku em jiyaneke civakî durist ji hemî layên aborî, siyasî, kesayetî, rewşenbîrî û zanistî li ser bingeha hevkarî û têgihiştinê ava bikin, pêwîst e em li ser rastiya perwerdeya xwe rawestin, li vir malbat nemaze dê û bav bingeha perwerdekirinê ne. Rast e dibistan û hîndekariyên xwe rolek gewre di warê perwerdekirinê de dilîzin, lê rola bingehîn û ya sereke li dê û bav vedigere, ku di her çend salên pêşîn de zarokên xwe li ser perwerdekirineke rast û durist xwedî bikin, li ser şêweyên perwerdekirina nuh ku hezkirin û dilsozî û xweşdîtinî bingehên wê ne.
Wisa heger zarok li ser perwerdekirineke zanistî û nûjen xwedî bibe, her dê xwediyê rewişt û sinciyek bilind be, dê xwediyê dilîniyeke mezin be, dê xwediyê bîr û hişmendiyeke cuda be, li hember vê ewê berî her tiştî zanibe çawa û bi çi rengî bi xwe re û bi hawîr xwe re danûstandinê bike, dê zanibe bi çi rengî pirsgirên xwe û pirsgirên civaka xwe çareser bike. Li vir derbarê jiyana civakî de hezkirin û rewişt bi hev re hevdu temam dikin, yek dibe bingeh ji ya dîtir re û her du jî encama perwerdekirina rast û durist in.
Li dawiyê em dixwazin bidin xuyakirin ku hezkirin çareserkirina hemî pirsgirêkan e, û hezkirin bi xwe encama perwerdekirinê ye, û perwerdekirina li ser bingehên zanistî û nûjen riya pêşkeftin û şaristaniya jiyana civakê bi xwe yî.
Ev gotar di hejmara (47)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 15-7-2016