Hinekî kûrtir ji berga sloganên bo mafê serxwebûnê û cûdabûnê ji Sûriyê, Kurdê “Sûrî” ti problemê bi nasnameya xwe ya Erebî Sûrî re nabîne û amedebûne xwe bo jiyanek nû di Dewletek Erebî de ku carek din wî bê taybetmendî bihêle venaşêre.
Ka em vê tuhmeta zalim ji hev bikin.
Di pêşkeşkirina xwe de kesê kurd ti tewanbariyê nabîne bi gotina “Ez Sûrî me”! û berevaniyek xurt di ber vê nasnameyê de dike ku gîhişt radeya redkirin xwendina bi zimanê kurdî li herêmên di bin kontrola PYDê de ku ew jî xwedî hinek qelsî ye di rêveberiya Medenî de ji herêmê re. PYD nikaribû ta ana welatiyên herêmê li dor xwe bicivêne wek desthelatek netewî, niştîmanî Kurdî ku ev jî bibe bingehek ji rêveberiyek firehtir re li derveyî yekaliya partiyê. Li berovajî vê yekê bîrokek metirsîdar heye ku hebûna desthelata Kurdî demikî ye û girêdayî ye bi ketin yan vegera rijêmê.
Kurdên li welatên panaberiyê îsrar dikin li ser nasnameya xwe ya Sûrî û gelekî balkêş bû ku yên li Herêma Başûrê Kurdistanê dimînin, wan ji xwendina zarokên xwe re li dibistanên kurdî xeteke sor danîn û ew bêtir ji Erebên Îraqê pêşeroja zarokên xwe di dibistanên Erebî de dibînin, di paşbîra wan de baweriyek kûr bi vegera Sûriya berî 2011an heye ku wê demê tenê yê bi Erebî dizane xwedî derfet e di kar û pêşketinê de, ti kes guh nade çandina nasnameya Kurdî di fikrê zarokan de ta ku bibin nifşa ku xwe nas dike bi nasnameyek tenê (kurdê Rojavayê Kurdistanê).
Mayîna li Welat di vê rewşa zehmet de mineteke li ser desthelat û netewa kurd ku welatiyê li wir eşkere dike. Bi zimanekî saye welatî gefa xwe li desthelatê û koçberan dike .. eger rewşa wî baştir nebe ew jî wê berê xwe bide derveyî welat. Bê ku ev nerazîbûna ji desthelatê bibe bingeha bandorek çalak li ser karê tevgera civakê.
Di vî warî de ti pêştiriyên Niştîmanî Kurdistanî li ser lîsta partiyên tevgera kilasîk ya Kurdî tune. Piraniya partiyên ku navê wan bi kurdî yan kurdistanî bi dawî dibe, di berhemên xwe de Sûrî wek welat binav dikin û nasnameya niştîmanî pê dispêrin, ev tevgera xwedî çalakiyên lawaz, bû beşek ji opozîsyona Sûrî piştî qeyrana 2011 û gotara opozîsyonê bi temamî qebûl kir ku nabe berî ketina rijêmê ti alî behsa pirsa kurdî li Sûrî bikin û çareseriya vê pirsê bi ti awayî ji çarçoveya mafê welatîbûnê dernakeve.
Em vegerin bergeya destpêkê … teqereqa kurdan bo Kurdistana Mezin û zilma Ereban û çîroka dirêj ya barkirî bi hestên pirreng wek balonekê zû mezin dibe û diteqe û hestên niştîmanî yên Kurdistanî di qonaxa zaroktiyê de dihêle, her wiha radeya andambûna niştîmanî ya Kurdistanî negihîştiye li ba qata siyasî ya sereke ku nasnameya Erebî ya Sûrî ji xwe re dijmin bibîne û wê qebûl dike wek nasnameyek netewî tevî ku hinek li pêş biyang ( nîşan ) a Erebî di navê Komara Sûrî de radiwestin lê hemî hûrbînên wê qebûl dikin.
Di pirsên nasnameyê yên girîng de bersivên civata Kurdî tevlihev in û nexşerêya zelal nadin
-Tu qebûl dikî zarokên xwe li dibistanên Kurdî qeyd bikî û wan dûrbixî ji Zimanê Erebî ?
-Tu dixwazî di dewletek biçûk de bimînî ku navê wê Rojavayê Kurdistanê ye û ne hêsan e ji wir herî Sûriya Erebî ?
-Ragehandina Dewletek Kurdî li ser beşekî ji axa Sûrî wê ne meseleyek hêsan bê , Tu amedeyî budceya vê guhertina dîrokî bidî?
-Kîjan ji te re xweş e jiyanek hêsan li dewletek Erebî ku te qebûl nake wek Kurd yan jiyanek zehmet li dewleta Kurdistanê?
-Tu ti pêşerojê ji Zimanê Kurdî re dibînî li derveyî stran û srûdên netewî?
Aloziya dîmenên Sûrî ku tê de derbirîna kurdî tund xuya dike ew bi piraniya xwe rîaksyon e li hember tewşbûna gotara opozîsyona Ereb di warê nêrînên wê de li ser doza Kurdî û ta ana bala civata kurdî li ser dergehên çareseriya qeyrana Sûrî ye û dawîya Şerê Ereban yê navxweyî ku yek ji egerên wê ye vegera jiyana kurdan li pêş 2011 bi nasnameyek Erebî yan jî koçberiya ber ve Ewropa, di dema ku welatiyekî kurd li Qamîşlo mala xwe difroşe û koçberî Ewropa dibe welatiyekî Ereb li bajarê Helebê li benda Rijêmê dimîne ku bi bermîlek teqe mala wî xerab bike û neçar bimîne bibe koçber.
Ev mînakeke gelekî tûj e lê peywendiya di navber herdû netewan û nasnameya wan de dide xuyakirin, bi tenê dimîne nifşa ku piştî 2011an kesayetiya xwe ava dike dibe ku xwedî bersivên cûda û zelal be li ser pirsên nasnameyê.
Ev gotar di hejmara (47)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 15-7-2016