Ji bo her miletkî dewlet mebesta herî pîroz e, dema ku mirov çavê xwe vedikin li ser netewa xwe heydarî ciyawaziya xwe ji komeleyên din dibin, hewl didin da bibin xwedî statoya siyasî, alav û helûmercên ji ber vê yekê dipelînin peyda dikin, nimûne miletê kurd ê ku bi dehê salan di tekoşîna avakirina welatê xwe Kuardistan de berdewam e di riwê wan hêzê ku hebûna xwe weke dewlet li ser êş û sitemkariyê çê kirine, xaka mileta dagir kirine, mafên wan çewisandine, nabînin ku ew hêjayî ne da jiyanke aram bijîn, lewma hebûna miletê Kurd di vê cuxrafiya giring de rastî êrîş û pevçûn û dagirkirinê hatiye.
gelek bereyên şera li ser xaka kurdistan qewimîne,vekirina vê mijarê ne ji bo pesindanê ye ne jî jib ozanyariya ye, lê ji bo nejibîrnekirinê û li ser avakirinêye da ku azmûnên me kurda cihê paldanê bin.
paşeroj ser ava bibe -Îro paşî sed salî ji pêkanîna rêkeftina Saykia Pîko a ku sînorê xuza ê Kurdistanê nebedî kir mafê gelê me daqurtand ew perçe kir çarenûsa miletê kurd radestî sêwiyên dewleta Osmanî dikir û paşî hemî rûdan û guhertinên di van pênc salên dawî de çêbûyî û penaberî û bobelatên hatî serê miletê herêmê li Sûriyê û Iraqê bi teybetî û armanckirina hemî netew û tîreyan ji hêla mîrên şer yên Radikal û tundrewan û paşî ku rêjîm û rikberyia Sûrî li mafê gelê Kurd heya niha mukur nehatine rastiya Kurd weke milet di Sûriyê de nas nakin û arezûya çareseriya doza Kurdî li cem wan peyda nebûye, gelo helwêsta tevgera siyasî a kurd wê bi kîjan berî de be û çawa be di hundirê van pêkhatinên drakmatîk de û çi jê tê xwestin nemaze çaxê em dibînin ku her alîyek siysî pişta xwe daye ê din û xwe dibîne ewe nûnerê miletê Kurd bi navê wî dipeyive û di heman demê de hatine belavkirin di navbera gelek bend û bereyan de, bi sedemên îdyolojî pişta xwe dane hevdû û hinek ji wan hatine girêdan bi jêderên malê siyasî û nikarin di karê xwe de serbest bin, û hinek piçûk in tenê li mayîna xwe dipirsin nikarin dervî xêzên ji wan re hatî danîn derkevin, dirabin wane û simînarên siyasî radighînin, berê milet ji rewşa wî ya rasteqîner di guherînin, lewra çarenûsa miletê me di hundirê vê nelihevkirin û tevlîheviyê de cihê guman û dilşikestinê ye.
êdî ji ber van metirsiyan û rewşa ku li ser zemînê hatî gelicandin, ji aliyê tevgera kurdê sûriyê tê xwestin xwedî li giringtirîn mijar derkevin ewe ku bi yek nerîna siyasî biaxivin, di hundirê karînê heyî de guh bidin mala kurdî, li milet xwedî derkevin, xwesteka wî bibihîzin û di nirxandina mijara de dûr meyzên bin, hinekî di karê siyasî de jîwerî bin hemî mûyan qut nekin û li ser çend xalên zelal siyseta xwe ava bikin, nimûne tê bigihijin ku:
1-kirîza Sûriyê nemaye girêdayî daxwaza miletê Sûriyê û herwiha Iraq û tevahiya dewletên di nav sînorê Saykis Pîko de belav bûne ji ber ku sînorê vê rêkeftinê hetine parastin bi zagonên netewên yekbûyî hilandina wan îro ne diyar e, zehmet e û herifandin ne ji xwe ve ye. 2 – Ew hêzên ku ev rêkeftin darizandin Berîtanya û Ferensa bûn îro ne weke wê demê di guhertina de bi bandor û rol in, ji ber Emerîkan û Rûs û hinek ji dewletê herêmê jî asteng in, guhertina napejirênin
3- Tiştekî xuyaye ku guhertin wê di riya Makezagonên van dewletan be, bi şêweyê ku her pêkhatek xwe bibîne xwedî hebûn, bi yasayên ku wê bên danîn parastî ye, paş lihevkirineke niştimanî.
4- Rastiya baş ew e divabe em zanibin ku ev hêzên mezin ê ku bûyeran digerînin wê guhertinan weke berjewendiyên xwe nexşe bikin ne weke daxwaza me lewma tê xwestin em kar bikin li ser guhertina makezagonan da ku mafê me bê çesipandin bi riyên yasayî li vê derê û ji ber ku rewş ne zelal e ji tevgera kurdî tê xwestin ku amade be bo hemî egeran heger şerê navxweyî dirêj bike.
Ev Gotar di rojnameya buyerpress hejmara46an de hate weşandin.