Henê Keşe li serê girê gund dirûnişt û tivinga wî di destê wî de bû, dema ku rêbwar di wan rêyan re diçûn Henê Keşe gule tavêtin wan û digot: Ka gule di wan de diçin yan na? gelo mirovin hene ku gule di laşê wan naçe!?
Dema mirov biketa hewşekê ji hewşê Fila, mirov dikarîbû ji wê hewşê li tevahiya hewşên gund bigerya, malên wan wek bajarê mişkan bû, tev bi hev ve girêdayî bûn, xuya ye ji Fermanê tirsiyabûn ji lewma xanî tev bi hev ve bi wî rengî girêda bûn
Li ku dikeve?
Gundê Kanî Kerkê bi qasî 2 Kîlomitran li Rojhilatî Dêrika Hemko dikeve. Gund yê mala Hecî Zorav e.Wek ku tê gotin ev gund ji pênsed salî û bi şûn de hatiye avakirin, dema ku Kanî Kerik hatî avakirn, wê demê Kurdistan du parçe bû, yek di bin destê Farisiyan de bû, û parçê dî di bin destê Osmaniyan de bû.
Mala Hecî Zorav wê demê li Cizîra Botan bûn, lê piştî Osmaniya fermana Xeristaniyan rakir û Xeristyan ji mirinê revyan, Hecî Zorav gundê xwe siparte mala Henê Keşe û ew bûne muxtarê Kanî Kerikê, di wê demê de Xeristaniya ji xwe re hin gundên dî li wê derdorê ava kirin û ta roja îro, hîn çend gundê wan li wê deverê hene.
Henê Keşe kî bû?
Dibêjin piştî ku mala Hecî Zorav ev gund sipartin Henê Keşe, hilanî û danîna gund kete destê wî de ta ku Ferensa hate Sûrî û ev sînorê îro di navbera Sûrî û Tirkî de hate danîn, mala Hecî Zorav dikarîn werin Sûrî, Henê Keşe gund li ser navê xwe danî û ew bû xwediyê gund, wek tê gotin Henê Keşe bê bextî li Hecî Zorav kiriye?
Dibêjin Henê Keşe mirovekî zalim bû yek ji wê zilma ku wî bi serê Kurdan de dikir ev bû:
Henê Keşe li serê girê gund dirûnişt û tivinga wî di destê wî de bû, dema ku rêbwar di wan rêyan re diçûn Henê Keşe gule tavêtin wan û digot: Ka gule di wan de diçin yan na? gelo mirovin hene ku gule di laşê wan naçe!?
Dema mirov biketa hewşekê ji hewşê Fila, mirov dikarîbû ji wê hewşê li tevahiya hewşên gund bigerya, malên wan wek bajarê mişkan bû, tev bi hev ve girêdayî bûn, xuya ye ji Fermanê tirsiyabûn ji lewma xanî tev bi hev ve bi wî rengî girêda bûn, lê ez bawer im ku îro kes ji wan di gund de nemaye, hemiyan bar kirine û çûne bajaran, lê hîn erdê wan li gund heye.
Li hêla Rojhilatê gundê Kanî Kerikê gundê Hekemiyê û gundê Girka Mîro hene. Li hêla Başûrê gundê Kanî Kerikê gundê Mameşûra piçûk û ya mezin û Girê Kera hene. Gundê Girê Kera yê Xiristiyana bû. Li hêla Rojava bajarê Dêrika Hemko û gundê Borizê ne.
Wekî dî hin Kanî li derdorê gund hene ew jî ev in: Kanî Hejîr, Kaniya Jina, Kaniya Mêra, Kanî Mircan, Hejîrok, Kanî Xiramok. Girê Dimsê, Girê Hisên, Girkê Mehmûd. Qelaçê Dêrê, Qelaçê Ziyaretê, Qelaçê Seyd Abs, Qelaçê Qoçikê, Kavilê Şêx Omer ” lê kes ji gundiya Şêx Omer nedîtiye û nizanin ev Şêx kî ye yan ji ku derê ye”, Çemê Kanî Hejîrê, Çemê Kanî Mircanê, Çemê Girkê Hisên. Gundê Kanî Kerkê heftê û şeş mal tê de ne û çarsed û heştî mirov in (Li gor sala 2006)an, ji wan 86 malan, 30 mal bê nasnema ne, û 134 mirov ji 480, ew jî bê nasname ne, dora 60 xortî li gund hene, û 76 keç jî hene.
Têbînî: Wek ku nivîskar di nivîsa xwe de diyar kiriye ku ev nivîs di sala 2006an de hatiye nivîsanidn.
Ev Gotar di rojnameya buyerpress hejmara46an de hate weşandin.