– Yê ku di asta herî bilind de navdar bû, ew Fatih Al-muderis bû, ew jî diya wî Kurd bû, xwe jî Kurd didît.
– Ez Beşar Îsa wek ” Qublenameya ” xwe dibînim.
– Di nav Kurdan de, û di ber vê gotina xwe de berpirs im: Rexnevanekî hunera şêwekariyê tune ye!
– Hunera şêwekariyê hunera yekem e, zaniyaran ev huner xistine pila yekem de, wek çawa sînema bûye hunera 7an.
– Ev huner wek tiyatro û şanoyê ye, şaristanî jê re dive.
– Şêwekarê navdar Omer Hemdî “Malva” hunera şêwekariyê nexwendiye.
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
Şêwekar Munîr Şêxê ji bajarî Dirbêsiyê ye, di sala 1974an de hatiye jiyanê, xwendina xwe ya amadeyî û duyayî li bajarê Dirbêsiyê bûrandiye, paşê li Şamê di sala 2001an de, xwendina xwe ya zanîngehê beşê Huner (Endeziyariya Dîkor) qedandiye. Li Şamê jî bûye endamê sandîkeya hunermendên Sûriyê, xwendina xwe ya bilind jî bijart lê bi dawî nekiriye.
– Di kîjan salên jiyana xwe de hûn pêrgî kêşeya Kurdî hatin, û we xwe nas kir ku miletê me yê Kurd xwedî ziman û dîrok e, û di bin nîrê dijmin de dijî?
Çaxa ku min di pirtûkên rêjîma Be’sa Sûriyê de dixwend: “Isra’îl dagîrkerê zemîna Ereba ye”! wî heyamî min ji xwe re digot: Pêwîst e em li şûna wê binvîsin: ” Ereb dagîrkerê zemîna Kurdistanê ne” ew jî di sala 1987-1989an de bû, hişmendiya me li ser pirsa me ya Kurdî ji xwendina gelek pirtûkan giha hev, û civaka me jî li bajarê me ji bo doza Kurdî civakek berxwedêr û tekoşer bû.
– Di despêkê de we çawe xwe nas kir ku hûn dikarin afrandinê bikin, kîjan sal bû, û we berê xwe da çi? “Wêje, Mûzîk, şêwekarî, huner”?
Çaxa ku min pênûs û pel û dibistan dîtin, ew jî di pola yekê de bû, min xwe nas kir ku ez dizanim şêwekariyê bikim, anku dîmenan çêbikim, rûyên naskirî jî çêbikim. Yekem tabloya bi rengan min çêkir ez di pola pêncan de bûm.
– Kê piştgiriya Munîr Şêxê ji bo berdewamiya şêwekariyê kir?
Wek ku min di serî de diyar kir, bajarê min di rojavayê Kurdistan de navdartirîn bajar e, ku ewqas kes mijûlê siyasetê ne, lê ew bajar bêtir bi şêwekar û nivîskarên xwe yên navdar hetanî li ser asta gerdûnî naskirî ye. Mînak Beşar Îsa wek rewşenbîr, siyasetmedar, û helbet wek şêwekarekî navdar jî, min ji xwe re ew wek nimûne didît, ku riya wî bişopînim, aniha ez wî wek “Qublenameya” xwe dibînim. Helbet jibîr nakim yên ku moralê min bilind kirin mamostê min yên dibistanê bûn, ewan jî piştgiriya min kirin. Destpêkê malbat ne alîkar bû, lê vê dawiyê bi xurtî alîkariya min kirin.
– Di despêka xwe de we hin pêşengeh vekirin?
Yekem pêşengeha fermî ku min wek şêwekar vekir di sala 1991ê de bû, min tê de 14 tabloyên bi rengê avî daliqandin.
– Berî xwendina te ya akadîmî, we kengî dibistanên şêwekariyê nas kirin?
Di pola 12an de, mamosteyek ji parêzgeha Humisê hatibû bajarê me, ew derçûyê kolêja hunerên xweşik bû. Min di riya wî re her tişt nas kir, ku zanîngeh hene, û mirov dikare bi şêweyek zanistî vê xwendinê berdewam bike. Min nas kir ku ewqas dibistanên şêwkariyê hene, û ewqas beşê hilibijartina xwendinê jî di zanîngehê de hene, di nav wan de jî beşê dîkor ku smin bijart ji bo bixwînim. Min Liyonardo Davinşî di pola 7an de nas kir, her wisa min berdewam jî kir.
– Giringiya şêwekariyê di jiyana gelan de çi ye?
Huner bi giştî, ger mirov bêje pir giring û pêwîst e, û hunera şêwekariyê hunera yekem e, zaniyaran ev huner xistine pila yekem de, wek çawa sînema bûye hunera 7an, şêwekarî hunera yekem e. Berî ku insan fêrî axaftinê bibe, wî ev huner nas kir, di şikeftan de resim çêdikirn, çaxa ku ji ajalekî bitirsiya, resmê wî ajalî li ser şikefta xwe çêdikir, ji bo hemû zanibin ku ev ajal wê êrîşî wan bike. Ev huner ji gelan re dîrokê dinvîse, eger avayî be, pût be, yan jî tablo bin, loma ev huner di jiyana hemû gelan de giring û pêwîst e.
“Ez dikarim bibêjim ku, 60 hunermed hene, û ji wan 20 hunermend hene ku di asteke herî bilind de tabloyên xwe çêdikin, di nav wan 20 hunermendan de 5 hunermend hene ku li ser asta gerdûnî navdar bûne”.
– Vê hunerê çi ji gelê Kurd re kir, ev gelê ku ji aliyê çar dewletan ve, û ji 100 salî ve bê maf û bê welat e?
Dixwazim vê tiştê bibêjim ku temenê hunera şêwekariyê di nav gelê Kurd de, nebêtirî 150salî ye, jixwe tablo tune ne, ew jî dîrokek nivîskî ye, helbet ne gelê Kurd tenê, em dikarin bêjin di Rojhilata Navîn bi giştî! Aniha çima şêwekarî neket bin xidmeta gelê Kurd û hemû gelê Rojhilata Navîn de, ew dibe ku civak ne pêşketî bû, û ol jî pir bi bandor bû, ji ber ku ev huner wek tiyatro û şanoyê ye, şaristanî jê re dive, piraniya gelê me li gundan bû, ev kar pir alav jê re pêwîst in, helbestvan dikare helbesta xwe ezber bike, şivan dikarîbû bi bilûra xwe sed awaz û stranan çê bike û ezber jî bike. Ji ber van sedeman ev huner neket xidmeta kêşeya gelê Kurd de, yên ku dixwestin vê hunera bixin xidmeta kêşeya Kurdî de hîn sax in, wek Beşar Îsa, Malav bû, Inayet Etar e. Temenê ku ev huner kete xidmeta kêşeya gelê Kurd de 50’î sal e!!
– Gelo biqasî ku şêwekarê Kurd navdar in, wisa yên Rojihlatî jî navdar hene?
Helbet hene, yê ku di asta herî bilind de navdar bû, ew Fatih Al-muderis bû, ew jî diya wî Kurd bû, xwe jî Kurd didît. Ew hevalê Pîkaso bû, çend hunermendên din jî hene, lê hunermendên Kurd bêtir navdar bûn, wek Malva, dibe ku ji jiyana herî zehmet de wek Kurdekî ku tê re derbas bûbû, tevlî ku Şêwekarê navdar Omer Hemdî “Malva” hunera şêwekariyê nexwendiye.
– Şens alîkariya şêwekar dike, ji bo navdar bibe?
Na! jiber şêwekarî pir ked û sal û mijûlkirin jê re dive, hetanî ku karibe xwe bavêje qada navdariyê. Hin tablo tên çêkirin, bi pereyên gelek tên firotin, lê nayê wê wateyê ku ew navdar bû. Ez dibînim ku kesek nabe navdar eger ew ne li ser bingehek saxlem hatibe avakirin, yên navdar bûne, bingeha wan jî saxlem e.
– Navdartirîn dibistanên şêwekariyê kîjan in?
Bi dehan dibistan hatine afirandin, merov dikare bêje wek dibistan: Kilasîk, intiba’î, te’bîrî, remzî, kilasîkiya nûjenkirî, û dibistanên ku piştî (تعبيرية، تجريدية، أفقية) derketine, evan dibistanan xwe li ser asta gerdûnî dan nasîn, min bi xwe kilasîk û (واقعية والواقعية الرمزية) çêkiriye.
Dibistana hunera kilasîk temenê wê 2000 sal in. di jiyana min de du salan ma hetanî min karîbû bibim pispor di vê dibistanê de. Lê ya ku ez pir ketim bin bandora wê de, ya (تعبيرية) bû, stûna wê ya herî navdar jî Van Kox e.
– Şêwekarê Kurd yên ji Rojavayê Kurdistanê çi dibistan hilbijartine?
Çima dibêjim (تعبيري) ew dibistana ya herî mezin e, di nav dibistanên şêwekariyê de, di nav Kurdan de yên ku li ser dibistana kilasîk kar bikin tune ne, yê ku (إنطباعي) dişuxulin yek-dido ne, yên ku (تجريد) kar dikin pir in, piraniya şêwekarên Kurd li ser te’bîrî kar dikin, di nav wan de navên mezin wek: Beşar Îsa, Berhem Haco, Inayet Etar, Zuhêr Hesîp.
– Pirsgirêkek heye ku şêwekarê Kurd ji berê de koçber dibe, gelo ew sedem çi ne(civak alîkariya wî nake)?
Dibe ku di bin mejiyê wan de hebû ku ev welat û ev civak ne cihê afrandina vê hunerê ye, sedemên sereke jî hebûnê re sedemên siyasî bûn, piraniya şêwekarên Kurd bi siyasetê mijûl dibûn, dibe ku ewan dixwestin herin cihê koka vê hunerê, jiber ev huner hunerek nû hatiyê li ser Rojhilata Navîn ne li vir afirî ye!
– Gelo sedema ne pêşketina şêwekar li Rojihilata Navîn tê wê wateyê ku rexnekirin û nirixandin di astek nizim de ye, û di nav Kurdan de peyda dibe gelo?
Hebûna rexnevan û tunebûna wî ji yê şêwekar re ne pirsgirêk e, jiber ku ew dikare xwe li pêş bixe, dîtina wî ji afrandinê re wê serkeftî dike, şêwekarê ku rexnevanek wî li pêş bixe, ew bi pêdiviya kedîkirinê ye, hunermendê zîrek ew e yê ku bi xwe re dikeve pêşbirkê! rexnevan dikare ji civakê re roleke baş bilîze, lê di şêwekariyê de ew nikare rolleke pêşketî bilîze. Ez perpirsim diber vê gotina xwe de, di nav Kurdan de rexnevanekî hunera şêwekariyê tune ye!
“Eger ew pûtê li Kobanî, li Parîs bihata danîn, wê hunermendê wê pê ve bihata bidarvekirin, û yê ku biriyra danîna wî jî daye. Pêwîst e ku em şiyar bin ji bo karekî din wisa neyê çêkirin! Ew pût ne layîqê jina Kurd û berxwedana Kobanê ye”.
– Çaxa ku kûn pêşengehekî ji tabloyan vekin, hûn çiqasî dikarin ji temaşevanên xwe re tabloyan şîrove bikin?
Dan û standina bi tabloyê re sînorê fam kirinê derbas kiriye, girtin û ne tamkirina tabloyê civak zehmetiyê dikşîne, hunermend vê rolê nalîze, û ne jî rexnevan, wisa dîwarek ji tirsê di nav bera temaşevan û tabloyê de çêdibe, li tabloyê dinerin jê ditirsin. Em ê çawe vî dîwarê biherfînin mijarek mezin e, û projak mezin jê re dive!!
– Diyar dibe ku şêwekarên Kurd jî wek hemû nivîskar û helbestvanan hûn ne li ser hevin?
Ji bo pêşketina karekî hevbeş, pêwîste ku ew kar rêxistinkirî be, eger peyda bû, em dikarin berê gelê xwe bidin vê hunerê. Saziyên fermî tune ne, mixabin! hemû karên ku dibin karine tekane û kesayetî ne, şêwekarê Kurd kar û berhemên hev dişopînin, û têkilî hene û nayên birîn.
– Hejmara şêwekarên Kurd yên ji Rojavayê Kurdistanê çendin?
Ez dikarim bibêjim ku, 60 hunermed hene, û ji wan 20 hunermend hene ku di asteke herî bilind de tabloyên xwe çêdikin, di nav wan 20 hunermendan de 5 hunermend hene ku li ser asta gerdûnî navdar bûne.
– Gelo em dikarin bibêjin ku hunermendê şêwekar rewşenbîr e?
Karê ku hunermendê şêwekar dike, dikeve dîmenê rewşenbîriyê de, çi tişta ku were afrandin ew rewşenbîrî ye, gelo çiqasî ew afrandin xweşik û bedew e, di wir de diyar dibe ku reweşenbîrî ye yan na!? Lê hunermendên şêwekar karê xwe yê nivîsînê jî dike, û pirtûk û gotaran jî li ser huner û tabloyan diafrînin. Û ew şêwkarê navdar yên ku pênûsa wan jî bilind e pir in. Lê ya giring ew e ku yê şêwekar pêşî tabloyeke serkeftî çêbike, paşê nivîsandinê bike, di vê mijarê de ev nerîna min e.
– Piroje li rex we hene ku hûn di Rojavayê Kurdistanê de rêbazeke fermî ji bo hunera şêwekariyê pêşkêş bikin?
Wek iproje hîn li ser nehatiye xepartin, tevlî ku peymangeh û zanîngeh û navend jî çêbûne, lê ne ew asta ku em karibin nifşekî saxlem perwerde bikin û wî fêrî vê hunerê bikin, piroje hatin pêşkêşkirin, wek avahî û rêxistina bajaran, ji bo şaradariyan, rêbazên zarokan, lê kesek li wan pirojeyan miqate nebû..! Ew jî çima lê miqate nebûn, nenaskirina vî beşê di jiyana gelê me de. Vê hunerê giring nabînin! Eger yên rêvebir giringiya vî henerî nas bikin, wê derfetê bidin.
– Pûtê jina Kurd li Kobanî danîn, û pûtekarê wê ne ji Kurdê rojava bû, çima hûn van karan nakin?
Di rojeva huner de, eger tiştekî baş bihata çêkirin, xewdê bike ku ji Fenzoyla bana, ji bo Kobaniyê (نصب تذكاري) giring bû, ne ev pûteyê ku jê re hatî çêkirin. Em li ser projeyekî ji bo Kobaniyê axivî bûn, berî vê projeya seqet, seqete di aliyê hunerî de di aliyê sembolîk de, di aliyê cih û metiriyal de jî. Em insanin xwe ji xwîn û laş û hestî jibîr dikin, û em diçin jineke evsane ji jinên “Ixrîq” tînin, û li Kobaniyê wê bi cih dikin, û em Arîn Mîrkan jibîr dikin, ya ku sînorê evsaneyan jî derbas kiribû. Eger ew pûtê li Kobanî, li Parîs bihata danîn, wê hunermendê wê pê ve bihata bidarvekirin, û yê ku biriyra danîna wî jî daye. Pêwîst e ku em şiyar bin ji bo karekî din wisa neyê çêkirin! Ew pût ne layîqê jina Kurd û berxwedana Kobanê ye.
Ne bajarê Amûdê ye ku ew pût lê were danîn, Amûdê bajarê şoreş û rewşenbîran, bajarê sînemeyê, û şewata nifşekî ye. Di cihî wî pûtî de, berê heykelê Esed bû, wek huner ew heykelê Esed serkeftîtir bû ji pûtê jina ku niha li Amûdê danîne, helbet ew heykel di aliyê xwe yê hunerê de saxlem bû, lê ji insanekê diktator û nesaxlem re hatibû çêkirin. Ew pût jî nelayîqî Amûdê û jina Kurd û Rojavayê Kurdistanê ye. Pêwîst e rêvebir haydar bin ji bo van pirsgirêkên mezin.
– Eger ji we hat xwestin ku hûn pûtyekî çêbikin, hûnê ji kê re çêbikin?
Berî her tiştî ez ê pêşbirkekê çêbikim, jê re komîtekê jî deynim, ez jî wek hemû hunermendan tîkevim pêşbirkê, û hemû kar wê herin komîta nirixandin û erêkirinê. Ji kê re ez ê pût çêbikim helbet wê jin be, jina Kurd.
– We çend pêşengeh hetanî vê çaxê lidar xistine, û li ku ew vebûn?
Wek min got pêşengeha min a yekem di sala 1991ê de bû, pişt re pêşengehên hevbeş me gelek lidas xistine, Li Dirbêsiyê, Şam, Qamişlo, Siwêsra, Amed, di sala 1996an de, min pêşengeha karîkator ya taybet çêkir.
– Xelatên ku şêwekar Munîr Şêxê wergirtine?
Xelata yekem a biratiya gelan ya Bexdê bû, ew ji navenda Mezobotamiyayê bû, min ew xelat diyarî wezîrê çand û huner yê Kobaniyê kir.
– Nivîsandinê we di warê hunera şêwekariyê de çine?
Pirtûkek min bi navê (الفن والمنطق) heye, û pirtûkek din jî heye bi navê (قيم الجمالية في العمارة العثمانية) ew destnivîs in, di demek nêz de tên çapkirin.
– Em dixwazin li ser hunera karîkatorê hinekî baxivin, Kurd nêzî vê hunerê hene?
Di vê demê de hinek peyda dibin û tabloyan jî çêdikin, berî wê jî gelek tişt hene pêwîst e ku di şêwekarê karîkator de peyda bibin wek: Ku bi civaka xwe re girêdayî be, û hetanî astek pir bilind bi siyasetê mijûl û naskirî be, helbet dive ew imkanî li rex wî hebe ji wergirandina hemû mijaran û di demek lezgîn de, ez li ser tabloya karîkatora bê nivîs daxivim. Çaxa ku hunermend li ser tabloya xwe ya karîkator dinvîse asta wê dadixe! Mixabin karîkatêrs hene lê yên ku wan bê nivîs çêdikin tune ne. Niha nifşek heye pir zîrek û jêhatî ne wek: Yasir Ehmed, Şahîn Berzencî, Dijwar Ibrahîm, Se’ed Haco, Dara Stirya ye, dixwazim ji wan re vê bibêjim ku ew ji aliyê sembolîk ve bêtir li pêşbaye, û hinekî nivîs li ser tabloyên xwe kêm kirbane. Ez dixwazim bi hişmendiyek mezin û bêlayen xwe nêzî hemû mijaran bikin, Baş xort niha hene hêviya pêşketinên mezin ji wan re dikim.
– Gelo bi we re bûriye ku şêwekarekî Kurd sirûşa tabloya xwe ji helbest yan jî destaneke Kurdî biriye?
Bûye, gelek cara tablo bûye helbest, roman bûye tablo. Dibe û merov dikar hîna jî li ser kar bike, Xecê û Siyamend dibe tablo jî û dibe opira jî. Ew tişt dibe, û di nav hemû şêwekarên duniyayê çêbûye.
– Di despêka şoreşa Sûriyê, we pişta xwe da sûriyê û heremên xwe û hûn koçber bûn, çima niha Munîr Şêxê vegiriyaye?
Gotina me pişta xwe da vir û em çûn eger ez şîrove bikim ez ê wisa bibêjim, di despêka şoreşê de me gelek dan û standin bi hemû aliyên siyasî re çêkirin, me ji wan re got gerek Kurd xwedî helwestek taybet bin ji vê şoreşê, anku em bi reng û dengê xwe dakevin xwepêşendanan. Em ne wek partiyan diramiyan, niha diyar dibe ku helwesta me di hindek cî de şaş çû, û ya wan jî di hindek cî de şaş çû!? Ez li Şamê bûm daketim herema xwe, me hinek pirojê girêdayî çand û henerê kirin, jiber xwestina leşkerî ya rêjîmê neçar mam ku ez ji Sûriyê derkevin, lê neçûm dûr li Bakurê Kurdistanê niştecî bûm, niha hatime li Rojavayê Kurdistan bimînim.
– Em li ser piroja we ya lidarxistina kongirê “HRRK” li Rojava baxivin?
Ew ji aliyê rewşenbîrên welêt yê li derve di germahiya serhildana 2004an hate damezrandin, piştî lidarxistina kongera çaremîn ê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, biriyar hat standin ku şaxê xwe li welêt vekin, ji bo vegera welêt, konfiransê Amedê çêbû, û şaxê wê hat avakirin, piştî wê şaxê Silêmaniyê jî hat avakirin, niha jî li gor briyarê wê kongireya pêncemîn li Rojavayê Kurdistanê were lidarxistin, û helbet li gor briyarê wê Rojava bibe navenda fermî, û wê Ewrupa, Amed, Silêmaniyê bibin şax, komîtek ji bo rêvebirina vî kongirî destnîşan bûye, di demke nêz de wê lidar bikeve, têkiliyên ku tên kirin bi hemû sazî û yekîtiyên rewşenbîran re armanc jê ewe ku ev hevgirtin û bi taybet di vî kongirî de bibe sêwan ji hemûyan re.
Ev hevpeyvîn di hejmara (46)an, ya rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin.1.7.2016