DENG
Dengek tê guhê min..
Her şev
Her kêlîk
Tiştekî dibêje
Lê nizanim çi ye?
Pencereyên xewnê digirim..
Û xwe li hêviya
Semageriya agirê
xetîreyên azadiyê
Radigirim..
03.11.2015
BAGER
Bager..
Bi daran re dipeyive
Reşemarek hildiperike qurmê darê
Siwarek
Şopa hespê xwe wenda dike
Ez jî şopa kenê te
Di rêçên dilê xwe de nîgar dikim..
MIRIN
Li cihekî pîremêrek dimire..
Li cihekî din zarokek..
Di nav destên min de xewn
Û li ber çavên min
Evîna te!!
04.11.2015
BAJAR
Vê şevê
Bajarên te
Bi pêxemberên derewîn
hatine dorpêç kirin..
Peyvên pîroz li kolanan diherikin,
Bi dizî ji xwe re dibêjim:
Bêriya te dikim şaro!
Bi destên xwe keroşkên tirsê dikujim..
Şev dilerize,
Piyala min dilerize,
Sirûda jiyana min dilerize,
Û bi tenê
Li ber
Îstegeha jiyanê
Li hêviya tirêna hatina te me
Hey azadî…!
11.11.2015
DIÇIM
Diçim
Da ku têra xwe
Bi çolistanê re bipeyivim..
Diçim
Da ku di nav tozê de
Li bîranînên xwe bigerim..
Diçim
Da ku xwîna kewan
Ji ser zimanê Amûdê
Ji ser keviya kêlên gora diya xwe
vemalim..
Diçim
Da ku têra xwe
Di deftera evîna te de
Di bahoza birîna te de
Binalim…
Diçim
Da ku li wir
Wek şervanekî jibîrbûyî
Wek nehwirîneke serberdayî
Wek mirineke derengmayî
Bibarim…!
11.11.2015
QULING
Yê ku di dilê te de dijene
Ez im..
Yê ku li vir û li wir
Û li ser milê te
Bi bagerê re dikene
Ez im..
Dîsa jî
Qulingê li ber çavên te
Per şkestî
Bê war û bê cî
Pelekî ji darê ketî
Ez im..!
11.11.2015
JANÊ XELEF
Ji te re nabêjim
Bêrîkirinê
Çavlirêmanê
Dilê parçebûyî yê aşiqan
ji te re nabêjim..
sorgulê bêriya destê te kiriye
Azadiyê bêriya çavê te kiriye
Û jiyanê jî bêriya kenê te kiriye…!
Mehmûd Huseynî 1
Rêya di navbera me de vekirî ye
Mehmûdê mino!
Pencereya şînîgiriyê vedikim,
Dilê min
ber bi goristana Essenê ve difire!
Pencereya bêrîkirinê asê dikim
Xewna min
Li ber kêla te dimire!!
MEHMÛD Huseynî 2
Çavên ku reş bûn
Çavên ku şev bûn
Çavên ku halan bûn
Çavên ku dastan bûn
Çavên ku tu bûyî
Çavên ku ez bûm
Êdî di mirinê de
Ne amade ne..!!
Bi tenê
Ka bêje: çima rihê mino?!!
GULLE
Ew gulleya ku dihat
Û di sînga min de wenda dibû
Ji mirovan re digot:
Hin tişt hene
Şîrîn in
Û hin jî tal in
Wek mirinê!!!
GER
Li min bigerin!
Hûn ê min,
di dilê Kurdistanê de
kuştî bibînin!!
KEÇA MIN ÊVAR
Ji esmanan ta bi erdê
Ji deştê ta bi çiyê
Ji seferê ta bi Stokholmê
Ji mirinê ta bi Londonê
Ji tenhatiyê ta bi goristana Amûdê
Ji te hez dikim!!!
KURÊ MIN BAZYAR
Ji kîjan baranê dest bi hezkirina te bikim?
Ji kîjan hevîrî
Jiyanê li gor dilê te bisitirînim?
Ez ê ji bo te carekê bimirim
Dîsa jî ji bo te
Ez û çiyan şehîd dikevin!!!
DÛRKETIN
Ji dema ku dûrî te ketim
Ji dema ku ji çermê xwe derketim
Ji dema ku di bîra te de raketim
Ji dema ku hespên min
Ji Amedê
Hetanî bi Amûdê
Di xwînê de digevizîn
Çarenûsa min
Pênûsa min jî
LI VIR
Li vir,
Min her tişt ji bîr kir!
Min helbest
Sirûd
Hevalên mirî
Tembînameya bavê xwe
Min evîn jî ji bîr kir…
Li vir
Bi çavên xemgîn
Li bîranînan temaşa dikim..
Qamişlo
24.01.2016
RONDIK
Ji bîr neke
Tu gula hinarkên xwe
Bi rondikên min
av bidî!?
KEN
Nûçeyan ji min re nebêje!
Behsa welatan ji min re neke!
Gelo ez ê çawan çûkê dilê xwe
Di goristana kenê te de veşêrim?
BOTANÊ
Payzokên te
Xweşmêr û siwaran
Keviran
Helbest û dildaran
Bi girî vedikin
Botana minê!!!
Çemên sor diherikin
Sorgulên te
Li ser keviya dilê min
Dipişkivin..
Di destên te de axa helbestan
Di kezeba min de jî
Karwanên darbestan
BOTANÊ!!!
Bazbendên xwe bişewitîne!
Helbestên xwe bişewitîne!
Bawermendên xwe bişewitîne!
Û bi hibra xweliyê
Navê xwe li ser dilê min binivîsîne
Botanê!!
NISÊBÎNÊ
Ma dawiya vê bendewariyê nayê gelo?
Rengê axê xweşik e
Rengê reşgirêdana dayika min xweşiktir e
Û rengê şehîdan
xweşiktirîn reng e Nisêbîna minê!
Hey xwedayê min
Ma tu nabînî
Çawan di pîsîrên dayikan de
Şîr dimiçiqe!?
Ma zimanên ku êşa te
Ji neviyên me re bibêjin , hene
Nisêbîna rihê min!!?
KOBANÎ
Hin çîrok hene
Ne bi zimanê êşê be
Nayên gotin!!
Kobanî yek ji wan çîrokan e..
Li Kobaniyê
Pinpinîk bi gulleyan re,
Bager bi stiranan re,
Û helbest bi keviran re ,
dipeyivin!!
TU…!
Tu demsalên min
Yeko yeko ji xaniyê xewna min didizî!
Tu, di bêhûdeyiya rihê min de
radizî!
Tu li xetîreyên dilê min temaşa dikî
Û xwe ji ber tîna eşqa min vedidizî!!
BÊRÎ
Bêrîkirina xwe bi xwe re bîne
Berbiskên xwe jî bi xwe re bîne!
Sirûdên xwe di dilê min de
Biçîne..!!
Pencereyê veke û xewnan bibîne!
Baskên xwe veke û li bajarê min biçurise!
Û dema ku dahola cengê dest pê kir
Tiliyên xwe di şûna gulleyan de
Ji min re bişîne..!!
GUSTÎLK
Li paş wê darê
Şopa gavên te dibînim..
Li paş wê dara din
Bi kila çavê re dipeyivim..
Û li paş wî esmanê dûr
Gustîlka te
Di tiliya ewran de diçurise!!
PEL
Sosinên te li ber çavên min in
Şervanên te jî di xwîna min de rûdinin
Erê Rojavaya minê
Li qîrînên pelên darên giyanê te
Guhdarî dikim!!
GUL
Min gulek ji te re
Xiste guldankê
Û min ji te re got,
li vê qulê miqate be
Ev gul
gula şehîdên welatê min e..!
STÊRK
Îşev, bi hezaran esman
di stêrkên Nisêbînê de,
Bi hezaran goristan
Di laşê Qamişlokê de
dixuyin!!!
EFRÎN
Li ser dergehên êşa te
Navê din ê zeytûnê me
Li ser dergehên ava te
Rondikên rojê me..
Û di banga dilê te
Evîneke tijî azadî me
Efrîna minê!!
DU BAJAR
Vê şevê
Esmanê Qamişloyê
Stêrkên Qamişloyê
Bi nave Nisêbînê diçurisin!!!
ROJAVA…
Rojava,
zarotiya ku lêvên serav û serabê diçurisîne..
Rojava,
Kevala ku êşa min di rengê reş de dinimîne..
Rojava,
Toza ku li ber lingên birîndar nimêj dike..
Rojava,
Hinaseya ku di sînga şervanan de asê dimîne..
Rojava,
Demsalên ku destên xwe li alên azadiyê dipelînin..
Rojava,
Pirsên ku bersivên xwe bi kêrên babelîskan dikujin..
Rojava,
Dastanên ku bi ser serê xwedawendan de dirijin..
Rojava,
Xwîna rojê ya ku ber bi dilê berbangê de diherike..
Rojava,
Hîvên çardeşevî yên ku di esmanê xewna min de rûdinin..
Rojava,
De destên xwe vekin û pêşwaziya siwarên afsaneyê bikin!
09.06.2016
GAV
Di sînga xwe de
Pêjna gavên hilatina te
dibihîzîm
Hey Rojavayê!!!
TENÊ
Her roj darekê, bi navê te, di dilê Qamişloyê de diçinim..
Her roj, ewrekî ji refê xwe mayî, ber bi warên te ve dişînim..
Her roj, li ser ala şervanan, kenê te dinivîsînim..
Her roj, tu dibî azadî, ez jî bi tenê dimînim!!
14. 06.2016
DIL
wek ku tu çawan serê xwe ji rastiyê re dihejînî,
Wisa jî dilê xwe ji evîna min re
bihejîne!!
15.06. 2016
TU
Tu ximav û pênûsa destê Xanî yî
Tu keval û reng û neqşeya Manî yî
Tu hinaseya Selmaya Cizîrî yî
Tu av û rûbarên şewata Feqî yî
Tu Yelda yî, şevçiraya çavê Nalî yî
Tu Rojavaya min î,
dil û jiyana Huseynî yî..!
BENDEWARÎ
Di guhên min de
Xuşîna reşekirasê şeva Qamişloyê,
Di hestên min de,
Kurtepista bageran û darbestên rengîn,
Di çavên min de,
Ronahiya te
Ginijîna te
Krîstalên destên te
Hîva xemgîn a li ser zimanê te
Û di dilê min de jî
Bendergehên şewitî
Melevanên şkestî
Rêwiyên sergerdan
Pêlvedanên bêzariyê
Qublenameyên ji meyê
Û helbestên navê te
Navê te yê ji bendewariyan!!
Navê te yê ji çavkaniyan!!
18.06.2016
BÎN
Bîna kavilan ji porê te tê
Bîna komkujiyan ji destê te tê
Bîna qonaxê ji gavên te tê
Bîna hesretê ji zimanê te tê
Bîna darbestê ji milên te tê
Bîna sînoran ji zikê te tê
Bîna taristanê ji çavên te tê
Bîna dayika min ji kirasê te tê
Bîna birînan ji bîra te tê
Bîna dastanan ji tiliyên te tê
Bîna xatirxwestinê ji hinarkên te tê
Bîna aşiqan ji hinaseyên te tê
Bîna sorgulan ji xwîna te tê
Bîna rîhanê ji berbiskên te tê
Bîna lavijan ji lêvên te tê
Bîna welatan ji xwêdana te tê
Bîna xwedawendan ji dîlana te tê
Bîna sînoran ji çîrokên te tê
Bîna tîrêjên rojê ji gerdena te tê
Û bîna te jî
Lê lê Selmayê
ji dilê min tê!!
19.06.2016
Ev helbestên bijartî di rojnameya buyerpress hejmara46an de hatine weşandin.