– Ji lew ez bûme dijminê her kesê desthilatdar û cihê min ne li rêveberiya xweser heye, û ne li encûmena Kurdî peyda dibe, ango ez tehlê zimanê xwe me.
– Ev jî cihê daxê ye dema ronakbîrê netewdeng û helwest bin û nikaribin pêşengiya cada Kurdî bikin.
– Mixabin di vê şoreşê de, kesên perîşan û gundî karîne bibin bersiva şoreşê û ronakbîrên milet, xwe di qozriyên xemsariyê de veşartine.
– Heme ez ji we dixwazim, herin bi qasî 10 xuleyan guhdarî ARK TV bikin, heger erqê vereşandinê nehatin we, hingî gazindan ji hemwelatiyekî perîşan bikin.
– Hinek kes hene dixwazin vê rêveberiyê bi tamamî hilweşînin, ev yek tu carî nayê pejirandin.
– Gelek lêgirtin di karê desteya çandê de ye, bila li xwe û kiryarên xwe vegere.
“Ha ji xwe yê mala Kurdan xirab dikin ev bêbextî û durûtî ye, di roja pêşîn de min di mejyê xwe de gerand û bi lihevkirina berpirsên stodyo ya RONAHÎ TV de, kû bernameya min dûrî nakûkiyên partiyan be, bi qasî 300 nivîskar û rewşenbîr û helbestvan beşdarî bernameya min bûn e û tevahî hatine weşandin, gelo ma ew beşdar ji kîjan partiyan bûn”?.
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
– Di serî de em dixwazim hûn xwe ji xwendevanê rojnameya “Bûyerpress” re bidin nasîn.
Melevan Resûl, mirovek hîna di asoyê gundîtiyê de dirame û ji pêsîra xwezaya welatê xwe firşik bûye, ez kurê wê xaka ku trajîdiya miletekî hevcotî êş û azaran jiya me.
Ez ji gundê Hemzebegê, girêdayî Dêrika Hemko xwedê dame û li bajarê Dêrikê dirunim, bêtir ji sih salî ye ez di nava xebata çandî û rewşenbîrî de çalak im, guhdana min pêtir bi berhemdana zimanê Kurdî heye, her weha nivîsandina bi zimanê Erebî jî para xwe digre, lê dîsan jî ez xwe wekî şagirtekî seretayî di derya wêjeya Kurdî de dibînim, hewldana min ewe ku karibim Melevaniyê di wê deryaya bê binî de bikim.
Min 34 salan mamostetiya fermî kir û di destpêka şorşa Sûriya de rêjîmê ez ji kar qewirandim, û bi qasî pênc sala ye ez bêjervaniya programan di Ronahî TV de, destê min di avakirina bêtir ji 12 saziyan di nava rêveberiya Rojava de heye, û min cihê xwe di yek ji wan saziyan de negirt, ji ber ku herdem ez ji desthilatdariyê direvim û dûr dikim.
“Qehremaniya li Rojavayê Kurdistanê li kîjan welatî cîhanê li rû da ba, bawer bikin wê destan hatiban nivîsandin, tevî vê yekê, piraniya nivîskarên Kurd di berhemdayîna xwe de hîna li dû hêlînê firandî dikevin“.
– Çi hişt ku helbestvan Melevan Resûl berê xwe bide nivîsandina Helbestê?
Di xwendina xwe ya seretayî de, hîna di zaroktiya xwe de ez di mereqa zimanê Kurdî de bûm, herdem pirsa zimanê Kurdî bala min dikişand û min ji xwe re digot: Madem ev ziman di xwendina dibistanê de qedexe ye, pêwist e mirov di axaftina xwe ya rojane de, pûtedwanê bide bêjeyên Kurdî yên xweser û xwerû û egeriya bikaranîna ziman di danûstandina rojane de hebe, ji wê pêwistir bikaranîn û vejandina zimanê resen e.
Heskirinek min ji bo mûzîk û wêjeya Kurdî hîna di biçûkaniya min de hebû, nemaze dema civatên gundiyan digeriyan, min guhên xwe xûm dikir û gelek gotinên wan ezber kirin.
Bi qasî guhdana min bi ziman hebû, ew qasî ez li ser amûreyên mûzîka Kurdî xebitîm û ez fêrî jenîna gelek amûreyan bûm, hevsengiya navbera mûzîk û wêjeyê de bi hev re girêbestkirî ye, herdû bi hev re dibin gewdek û yek parçe.
Di salên 80ê de, Cara yekem dema min xwendina xwe li bajarê Hesekê dikir, ez pêrgî helbestvanê nemir Tîrêj bûm û min pêwendî pê re çêkirin, wî guhdarî helbestên min kir û destxweşî li min kir, lê bandora mezin ya helbestvan Melayê Cizîrî li min bû, û min ev rê li ser şopa wan şopand.
– Di nivîsandina helbestê de, çi bêtir bala Melevan Resûl kişand, ku ew bi xurtî li ser binvîse?
Ez li tixûbê helbestê ne rawestam, min berê pênûsa xwe da gelek babetên nivîsandinê, nemaze gotar û şano, lê di warê helbestê de wekî her gêncê dilgerm, min babetên netewî û evînî ji xwe re hilbijartin, lê piştî derbasbûna salan, ew kela di nava dilê min de, helbestê nekarî têr bike, ango bi têra kêşeya miletekî nekir, azara miletekî ji dîrokê hatî pişaftin û bû kabûsek ji xewn û xeyalê min re, herdem li çareserkirina vî dîmenê tirajîdî digeriyam û hemû alavên nivîs û rista helbestî, ber bi kêşeya doza welat û milet ve ajot.
“Dema ez helbestên helbestvan Lorka dixwînim, rê ji gotinê re namîne, lê mixabin ew hostatiya rista nûjen, yan helbesta azad a Kurdî, hîna formê xwe nîşan nedaye û nûjenî ji xwe re nekiriye pergala afrandinê”.
– Çiqasî zaravayê herêma Koçerat û Deşta Hesinan di hûnandina helbestê de bi te re alîkar bû?
Bi lêvkirina koçerîtî ne zarav e, belkî ya rast ku devok be, herema Dêrikê û derdorên wê bi devoka Botanî diaxivin, ew devok jî têr wate ye û reseniya zimanê Kurdî tê de diyar e, hîna ji serdemên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî ve bûye hêlîn û mozexana mûzîk, wêje û folklore e, dewlemendîkî dide alavên afrandina hunerî û wêjeyî. Bêguman peydabûna gotin û bêjeyan li rex nivîskaran, dihêle ku gelek wêne û dîmen xwe bidin pêş û qeşengiya ziman diyar bikin, ev yeka di devoka Botanî de heye û min jî sûde ji wê taybetmendiyê wergirtiye.
– Berî Şoreşa Sûriyê têkilî û pêwendî di nav nivîskarên Rojavayê Kurdistanê de çawe bûn, û niha di vê şoreşê de çawe bûne?
Nakokî di hemû qûnaxan de hebûn, lê bi rengekî ji rengan nixumandî bûn, piştî teqîna şoreşê, li şûna ku nivîskar xwe li ser hev kom bikin û bi rastî bibin bersiv û wijdana miletê xwe, mixabin piraniya nivîskaran yan berê xwe dan koçberî yê û yan ketin bin bandora partiyan û insiyatîfa xwe winda kirine, eva jî cihê daxê ye dema ronakbîrê netewdeng û helwest bin û nikaribin pêşengiya cada Kurdî bikin.
Mixabin di vê şoreşê de, kesên perîşan û gundî karîne bibin bersiva şoreşê û ronakbîrên milet xwe di qoziyên xemsariyê de veşartine.
Di salên borî de belkî du saziyên rewşenbîr û nivîskaran hebûn, lê piştî teqîna şoreşê, îro bêtir ji pênc yekîtîyên bi ser partiyan ve hatine damezrandin.
– Di şoreşan de erkê sereke yê nivîskar û helbestvan çi ye?
Berpirsiyariya milet ne erkê partîzanan bi tenê ye, lê di qunaxên wisa hestiyar de, pêwiste rola ronakbîr û nivîskaran aktîf be û hevcotî tekoşîna siyasî bi pêş keve, wêrekî û rastgo bi tenê xwe li temtêla ronakbîran dixwe.
Nivîskar ne şervanekî bi çek û qelêşa cengî ye, lê ziman û pênûsa wî dikarin cade û civakê li hev ragirin û zimanê lihevkirin û lihevanîne bidin pêş, berevaniya milet bi berhemên xwe dikarin bibin bendavên parastinê, mina gulleyek di rûyê dagirkeran de, di qadên çespandina mafê miletê xwe de biteqînin.
– Wek diyar e ku gelek çarçoveyên nivîskaran hene, Melevan Resûl di kîjan çarçoveyê de ye, û nerîna te li ser wan çi ye?
Ez xwe ji nifşên kevneşop dihejmêrim, baweriya min bi gotinên Zerdeştê Kal hene, dema dibêje: Rast birame, rast biaxive, baweriya min bi rêbaza rasteqîne heye û ez xwe yek ji wan dibînim.
– Dîsan dibêjim ku nakokî di nav nivîskaran de pir in, gelo sedemên wan nakokiyan çi ne?
Nakokî û ne lihevkirin li ser du beşan belav e, yek jê bi asta cîwazbûna mantelît û hişmendiya nivîskaran ve girêdayî ye, û ya duwem bi desthilatiya neyînî ya partiyan ve girêdayî ye, heger ew neyin derbaskirin, wê timî ev çewtiya rêkeftinê wê dewam bike.
– Gelo mirov dikare – bi hemû wateya gotinê – bibêje ku nivîskar li Rojavayê Kurdistanê hene?
Tevî ku bîr û boçûnên min yên cihê hene, lê erêkirina wê pirsê ne ji mafê min e.
– Çiqasî nivîskarên Rojavayê Kurdistanê dikarîbûn pênûsa xwe bixin bin xizmeta şoreşa gelê Sûriyê, û şoreşa gelê Kurd de.?
Nivîskarî karekî xweber e, tu carî nivîskar li benda derdoran namînin da ku bi erkê nivîskariyê rabin, lê mixabin piraniya nivîskarên Rojavayê Kurdistanê li benda destekdayîna partiyan dimînin û fermanên wan bi cih tînin, ango hêza veguhêz di kesayeta xwe de nedîtine, hejmarek mezin ji nivîskaran heta wekî roja îro şoreşa Kurdî nedîtine û naxwazin bibînin, heger ev qehremaniya li Rojavayê Kurdistanê li kîjan welatî cîhanê li rû da ba, bawer bikin wê destan hatiban nivîsandin, tevî vê yekê, piraniya nivîskarên Kurd di berhemdayîna xwe de hîna li dû hêlînê firandî dikevin. Ez wan bi tûndî rexne dikim û tu carî wan wekî nivîskarên miletperwer nabînim.
– Berhemên helbestvan Melevan Resûl yên çapkirî, û destnivîs çend in, û çi ne?
Ez giraniyê didim nivîsandina helbesta kilasîka Kurdî a bi terazû û rêzbend ristan dinivîsim, heta niha min 3 dîwanê helbestî çap kirine, her weha min du pirtûk di warê şano û kurteşano û skêçan de çap kirine, û pirtûkek ji kurteçîrokan hatiye çapkirin.
Hejmarek mezin (350)gotar û pexşan bi zimanê Kurdî û êrebî di çapemeniya Kurdî û di malperan de weşandine.
Berhemên destnivîs yên li benda çapkirinê ev in:
– Sê dîwanê helbestî
– Du pirtûk ji şanoyan
– Vekolînek bi zimanê Kurdî û Erebî li ser rîtma kêşe û şêwazên ristina helbesta Kurdî ya kilasîk.
– Berhemek bi zimanê Erebî( في زحمة الكلوان والبلوط )
– Berkeftek ji kurte çîrokan.
Lê heta wekî niha tu kesî û tu partî û saziyan desteka çapkirina berhemên min ne girtine ser xwe.
– Geleo hin helbestên we bûne stran, û kê gotine?
Belê hejmarek ji helbestên min bûne stran, gelek komên folklorî awaz li ser helbestên min danîne û bi taybet koma Cûdî û hunermend Ednan Brahîm(bavê Hêjo) û hunermend Elî Gavan, hejmarek helbestên min kirine stran.
– We di warê helbestê de çi xelat wergirtine?
Ez ji layê gelek partî û kom û kursên zimanê Kurdî ve hatime xelatkirin, û min xelata yekemîn ya helbesta Kurdî di mehrecana 2008an li Rojavayê Kurdistanê wergirtiye, her wisa ji layê rêzdar Balîxan ve, di entelogiya helbesta Kurdî de ez ketim rêzê.
– Hûn çima nema beşdarî festîvala helbesta Kurdî dibin?
Bi salên dirêj min cihê xwe di komîta amadekar ya mehrîcana helbesta Kurdî de girt û bi giranî min berhemên xwe jî ji bo festival birêkirin, lê mixabin sal li dû salê rê û resmê lidarxistina festivalê ber bi parteyetî ve çû, û çend kesan xwe desthilat li ser kar û barê fistîvalê dîtin, ji lew piraniya helbestvanên Rojava ji derve man û pergala dibin sêwana partetîyê de ji xwe re nepejirandin.
– Nerîna te di helbesta nûjen de?
Dema ez helbestên helbestvan Lorka dixwînim, rê ji gotinê re namîne, lê mixabin ew hostatiya rista nûjen, yan helbesta azad a Kurdî, hîna formê xwe nîşan nedaye û nûjenî ji xwe re nekiriye pergala afrandinê.
– Hûn çawa paşeroja helbesta Kurdî dixwînin?
Bi qasî dikeve ber destê min û ji encama têkilyên min bi hemû helbestvanan re, ji bilî çend helbestvanên afrêner, heger bi vê şêwazê berdewam bike, ez dilgiranim û hêviyên min di pêşketina wê de lewaz in, ji ber ku piraniya ristên têne nivîsandin, wekî nîgarkirina dîmenek zuha ne, ne giyan e û ne rewan e, tu pîvanê behremendiyê di wan de peyde nabin.
– Em dixwazin hinekî hûn li ser ezmûna xwe di ragihandinê de baxivin, destpêk çawa bû?
Min tucaran xwe wekî mirovek rojnamevan nedîtiye, lê belê belkî wekî wesîlekî veguhêz ji bo dengê ragihandinê me, min di qunaxekî de berê xwe da ragihandinê da ku ez karibim dengê hemû nivîskar û helbestvanên Rojavayê Kurdistanê bi miletê Kurdistanî bidim niyasîn, ji lew pencereya programa çandî û rewşenbîrî di alava ragihandinê de, ez bûm xwedan şens û heta radeyekî di qunaxa pênc salan de, min karî dengê hemû nivîskar û xemxurê wêjeya Kurdî di herema cizîrê de, bi miletê Kurd ragihînim.
– Tê gotin ku mêvanên dûrî siyaseta pirograma Melevan Resûl bin, wan nake mêvanê pirogramê?
Ha ji xwe yê mala Kurdan xirab dikin ev bêbextî û durûtî ye, di roja pêşîn de min di mejyê xwe de gerand û bi lihevkirina berpirsên stodyo ya RONAHÎ TV de, kû bernameya min dûrî nakûkiyên partiyan be, bi qasî 300 nivîskar û rewşenbîr û helbestvan beşdarî bernameya min bûn e û tevahî hatine weşandin, gelo ma ew beşdar ji kîjan partiyan bûn?.
Heger ev gotin rast be, fermo tenê navekî diyar bikin ku min ew paşguh kiriye yan nevexwendiye bernameya xwe, çima ya rast nayê gotin ku hinek kes hebûn ( navê wan li ba min qeydkirî ne ) wan bi vîna xwe gotine ku partiyên wan rênadin ku beşdarî televizyona RONAHÎ TV bibin, û heger beşdar bibin wê cihê wan li Başûrê Kurdistanê nemîne, heger pêwist bike ez ê navê wan kesan eşkere bikim.
– Çi astengî di programên ku hûn di Ronahî TV de pêşkêş dikin tên pêşiya te?
Piraniya karmendên Ronahî TV bê mûçe xebatê dikin, di van hoyên giran de hemû kes xwe nadin ber karê bê pere, heger Dolar bi mûçeyan hatiba dayîn wekî gelek TV Kurdistanî, bawer bikin wê xebatkarên xwedan ezmûn bi sedan tevlî Ekîba biban, ji lew bi derfetên biçûk, karek mezin tê kirin, astengiya herî mezin netêgihiştin û ne şarezaya kar e, tevî kêmkariya karmendên pispor, piraniya bernameyan bi keda yek endamî tê pêşkêşkirin û ev bi têra karê ragihandinê nake.
– Gelo rêvebiriya Ronahî TV, sînoran ji we re datînin?
Di qûnaxa pênc salên borî de, min programên renga reng di pêşkêşvaniyê de tomar kirine, ( çandî, siyasî û civakî) heta wekî vê kêliyê rêveberiya Ronahî TV qet xwe nêzî mijar yan rêveçûna pergala bernameyên min nekiriye.
– Dîsan tê gotin ku di hin programên zindî de, Melevan Resûl rê li ber sixêf û dijûnan nagire, bi taybet yên siyasî.. sedem çi ye?
Sedemê barîna sixêf û dijûnan ji çanda me ya Kurdî diherike, bivektirîn bername di TV de, ew bernameyên zindî ne, tevî ku herdem ez hişyariyê dikim, lê dibe ku hinek ji kontrolê derkevin û carcaran çend kes bi taybet yên kezeba wan şewitî û zarokên wan şehîd bûwîn, tihna dilê xwe bi sixêfan hînik bikin, lê bila neyê jibîrakirin ku ew kesin normal in, ango gundî ne, lê ya seyr ewe ku bi rengekî sîstematîk, sedema hejmarek ji kesên xwe dibînin siyasetvan û rewşenbîr, li ser ekranê TV Başûrê Kurdistanê derdikevin û ji bilî dijûn û gotinên ne li rê di dermafê bizav û xebata miletê Kurd ya girêdayî rêveberiya xweser de dibêjin, heme ez ji we dixwazim herin bi qasî 10 xuleyan guhdarî ARK TV bikin, heger erqê vereşandinê nehatin we, hingî gazindan ji hemwelatiyekî perîşan bikin.
– Li gor ku em nivîsên te bi zimanê Kurdî û Erebî dixwînin, hûn baş rexneyan li berpirsên rêvebiriya xweser dikin, nexasim di dosya gendeliyê, û danîna mirovê guncaw di cihê guncaw de?
Çi welatê rikeberî û kesên rikber tê de peyda nebin, pêşeroja wî welatî di gomanê de ye, ji erkê min yê sincî ye ku rola xwe wekî nivîskarekî çavdêr hemû rexê rêveberiya civak û welat bibînim, da ku ji hev were cihêkirin, hinek kes hene dixwazin vê rêveberiyê bi tamamî hilweşînin, ev yeka tu carî nayê pejirandin,û hinek hene dixwazin vê rêveberiyê ji gendelî, bejnkurt û nepakan rizgar bikin, çi qirêj û gemara bi evrabûna dozê xwe dayî hev, pêwist e were şûştin, kêm û kasî ji pîj û keleman werin hilokirin, mebesta min ji rexneyê ewe da kar sererast bibe û kesên revok û şûnmayên rijîma şoven di nava saziyên rêveberiyê de werin şiyarkirin, çewtbûn û têkbirina destkeftiyên miletê Kurd yên bi qurbanên giran hatîn çespandin, tucarî rê nade mirov çavan ji keysbazan re bineqîne, ji lew ez bûme dijminê her kesê desthilatdar û cihê min ne li rêveberiya xweser heye û ne li Encûmena Kurdî peyda dibe, ango ez tehlê zimanê xwe me.
– Di nerîna te – wek nivîskar û rewşenbîr – karê Desteya Çandê pêkhatî ye, kêmasiyê wê hene?
Bê goman karê desteyê bi têrê nake û bi vê mîkanizmê wê çanda heremê bi pêş nekeve, çareseriya vê aloziyê pêwistî bi xebatek bêwestan û projeyek dûrnêr heye.
– Di nav nivîskaran de tê gotin ku Desteya Çandê hin pirtûkên ku berî niha hatine çapkirin careke dî wan çap dike?
Ez bi karê desteya çandê neagehdarim û gelek lêgirtin di karê wê de ye, bila li xwe û kiryarên xwe vegere.
– Gotina dawî?
Hêvî û daxwaza min ji bo nivîskar û rewşenbîran heye, da karibin bi hev re bingihê çanda Kurdî biafrînin û hewldan hebin ji bo damezrandina korên zanyariyê ji vekolîn û belavkirina hişmendiya gêrêdayî pîvanên şaristanî û di hembêza tevgera Kurdî de bilivin, estûbariya xwe di van qunaxên hestiyar de pêk bînin, heta radeyekî karibin bibin dengê gelê xwe.
Ev hevpeyvîn di hejmara45an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin.15.6.2016