“Ji bilî pêşveçûnên vê demê wek: Internêt, rojname, kovar pirtûk, radyo û hemî alavên ragehandinê, hîn jî zimanê me neketiye cihê standerdbûnê mixabin em dûr dizîvirin û giringiyê nadin ziman”.
Ziman deyrdeyek xwezayî ye li ba hemî netewan peyda dibe, ew jî stûna herî xûrt e di bin banê mala netwan de. Ji ber ku banê miletekî li ser sê stûnan ava dibe, Ziman, Ax, û Dîrok. Dema yek ji van stûnan nebe ew ban bi aliyekî dibe û bi taybetî ziman ê herî sereke ye. Dema tu bixwazî kesekî nas bikî, tu yê bêjî tu çi kesî û ji kî miletî.? Dema ew bêje ez ji miletekî me, di serî de ziman tê bîra te pişt re axa wî tê bîra te û di dawî de jî dîrok.
Lê dema tu ji kesekî pirs nekî tu wî kesî nas nakî, ne bi cil û bergên wî û ne bi reng û pora wî, ew tê naskirin, tenê dema ew bipeyive, wê demê zimanê wî bala te dikişîne ku ew çi kes e. Bala xwe bidin vê helwestê bê çiqas ziman di jiyana merovan de giring û pêwîst e. Bi rastî tişta herî bedew, xweşik nazik, şêrîn û xweş ziman e. Ziman nasnameya merovan e. Ew hebûna miletekî ye. Lewra dema dagîker dixwazin miletekî ji holê rakin di despêkê de li tunekirina zimanê wî miletî digerin. Di dîrokê de, miletê hatî tunekirin, pêşî ew ji zimanê wî dûr kirine û hiştine ew zimanê xwe jibîr bike yan zimanê xwe piçûk bibîne yan jî zimanê wî pê nexweş kirine, hiştine ew ji zimanê xwe fedî bike.
Zimanê kurdî zimanekî pir alî ye û merov dikare wî bi hemî rengan bikar bîne ji ber ku bernavên zimanê kurdî pirr in ew du gurûp in ( ez tu ew em hun ew) [ min te (wî, we) me we wan] bikaranîna van bernavan tekûzkirina hevokan çêdibe.
Nîşanên nêr û mê zimanê me xweş dikin. Wek: kur(ê) çeleng, beran(ê) qer, keç(a) bedew, berx(a) sereş û lêkera bûn bi bernavan re ziman rengîn dike formên wê ev in: Wek
Ez im, tu yî, ew e, em in, hun in, ew in. Ka nî, çawe ne. Ez hosta me.
Demên zimanê kurdî pir cuda ne, merov dikare wan li her cihî û her demê bi aliyên cuda bikarbîne ew jî xesleteke ku ji zimanan cuda ye. Zimanê kurdî zimanekî nerm û dengdêr e geleke nazik e. di hêla gerguhêz (transitîv) û negerguhêz (întransitîvê) de pir alî ye. Di aliyê pasîvê de cudaye. Hevokên sivik û giran pir alî ne. Di vê derbarê de merov dikare bêje ku zimanê kurdî gelek fereh û têr e û xwediyê bermayên giranbûha ne, em dikarin zimanê xwe bikin zimanekî xurt û zimanê kurdî yek ji zimanê miletên cîhanê ye û berxwedanek dijwar kiriye, lewra mîna miletê kurd xwe parastî ye û ta xwe gihandiye vê radeyê. Dema em zimanê kurdî bidin ber zimanên cîhanê ku îro bi rengekî aktîv dijî û em ê wî bibînin wek zimanekî zengîn ji ber ku zimanên cîhanê bi hezarên konferansan pêk anîne lê zimanê kurdî nikariye dibin setemkariya dijminan de yek konferasî pêk bîne û kariye vê hêza han biparêze. Lewra ew wek zimanekî xurt û zengîn tê xuyakirin. Lê bi rastî zimanê bi çar zareveyan û sedê devokan dikare mîna çar zimanan were bikaranîn.
Çiqas xweş e dema merov bi zimanê zimakî bipeyive û dema merov bi zimanê dayikî binivîse û dema merov bi zimanê xwe yê resen ramangîr bibe. Peyvên şêrîn ji devê merov derkevin, xewnên ciwan bi zimanê xwe bibîne, awaz û stranên xweş bi zimanê xwe bêje. Serpêhatiyên xwe bi zimanê xwe bibîr bîne. Ji ber vê yekê çiqas zane, jîr tevger û hostayên mezin rabûne û her tim gotine ziman, ziman, ziman…………….. lê mixabin, ez qurbana wî yê pêk bîne.
Ji bilî pêşveçûnên vê demê wek: Internêt, rojname, kovar, pirtûk, radyo û hemî alavên ragehandinê, hîn jî zimanê me neketiye cihê standerdbûnê mixabin em dûr dizîvirin û giringiyê nadin ziman. gereke nijadperistiya ziman ser her tiştî re be. Ger tu ji nijada xwe hez bikî di destpêkê de li zimanê xwe xwedî derkeve. Bi rastî dema tu bi zimanê xwe bipeyivî gotinên xweş û peyvên şêrîn ji devê te derdikevin tu dibêjî wek ji nava dilê te û ji hestê te derdikevin.
Ev gotar di hejmara (45)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 15-6-2016