“Gelê Kurd çibe bela ew be, ji kîjan kaniyê avê vedixwe bila vexwe, çep be, rast be, lîbral be, komenîst be, oldar be, reş be,
spî be, çimkî navê Kurdîtiyê li ser e dijmin wî dide ber çav û lê dibe yek”.
Bi rastî komên çete û hevalbendên wan, roj bi roj li seranserî Rojavayê Kurdistanê, derbeyên giran xwarin, gelek kuştî û birîndar danîne, lê naxwazin ala têkçûnê hildin, têk diçin hêdî hêdî lewaz dibin.Tevlî weha jî her demekê wê tevliheviyekê derxin holê, ji bo aramiya deverên Kurdî binpê bikin, çimkî hîna hin kesin hene li ser pişta wan xewin û xeyalan ava dikin. dibêjin em ê bi alîkariya wan, karibin nehêlin destkevtiyên Kurdan bi ser bikevin, lewma wekî laweran li rêk û rêbazên xwar digerin da karibin hinek berjewendiyên xwe pêk bînin.bikaranîna komkujiyan wekî 2015an li Kobanî û Hisîçayê, ya herî dawî ku li bajarê Qamişlo pêk hat. Em bi xwe baş dizanin bê ji berjewendiyên kê ne ku ewlehiya Rojava xerab bibe û bi taybet giraniyê didin ser Qamişlo, ji ber bajarê mezintirîn e, û paytexta Rojavayê Kurdistanê ye, ev yek, ya dûyemîn dixwazin metirsiyêkê têxin nava gelê vî bajarî de, da mal û milkên xwe berdin û koçber bibin, ji bo kesên ku ji hemû devdrên Sûryayê hatine tê de bi cih bikin, guhertineke dîmoxrafî pêk bînin ev yek metirsiyeke mezin li cem her kesî çêdike, gelek pirsan bi xwe re tîne. Gelo ev teqîn çawa çêdibin, li kur hazir dibin, kî bi dû de ne…..?!
ne dûr e ku ev kesên xerîb bi hevkariya kesin xwe firoş destê wan tê de hebe……..? ji ber gelek girûpên razaî di herêmê me de bi cî dibin,ew jî gefan li me dixwin, dibe ku hazirkirina tiştin dinê jî hebin em pê nizanibin. ya herî giring em çav vekirî û şiyar bin berî serê me li kevir bikeve wê çaxê ax û xwezî fêde nake.! wekî em dizanin dijmin çi kiryarê xerab jê bê ewê bike, tu carî destê Tirk û rêjîma Ba’as jê naşom, ew jî li gorî berjewendiyên xwe dixebitin,cîrantiya çeteyan qebûl dikin lê ya Kurdan qebûl nakin ev rastiyeke her kes dizane.
ew ser rûka sipî ya riwê xwe yê reş pê vedişartin hate hilanîn, fen û lîstokên wan hatin eşkerekirin ev yek, ji aliyê dinê ve êrîşê ku li ser Kurdan didin meşandin li her çar perçê Kurdistanê çi raste rast çi bi pişt giriya komên tûndiraw, ku bi hemû awayî tê kirin abûrî, leşkerî, tendirustî ber bi çav mixabin deng ji tu kesî jî nayê, bi gotinekê nayê şermezarkirin. ev yek cihê pirsê ye çima dewletê navnetewî çavê xwe jê digrin, guhê xwe jî pembo dikin, her kes li ser hesabê doz û mafê Kurdan e. lê bela xweş zanibin gelê Kurd ne ew gelê ku piştî bi hezaran şehîd danîne, bi hesanî destkeftiyên xwe radestî wan bikin. divê di wê gûmanê de bin ew xaka ku bixwîna pakrewanan hatiye avdan nema qebûl dike lingê xerîb û dagerkeran li ser bimeşin, xêr û bêra wê bixwin, gelê Kurd jê bê par bimînin.
Na……êdî dema me herdem ji wan re digot erê, serê xwe ji wan re ditewand, li ser kaban diçûn dest û lingên wan, çi ji me re digotin me serî jê re dihejand, êdî ew dem çû bê vegerîn. her kes divê ku li xwe vegere destê xwe bide serê xwe, baş xwe fêrî dîrokê bike, ji ber pêlê şoreşa gelan tu sînoran nas nakin. gelê Kurd li her çar perçê Kurdistanê, bi taybet li Rojava ewê ticarî venegere berî 2011an, êdî wê tu kes nikaribe îradeya vî gelê berxwdêr bişkîne. herî serkeftin ya Kurdaye bi mêranî wê li ber xwe bidin, wê xwedî li xwîna şehîdê xwe derkevin, ewê rêça wan bişopînin xwedî li xak û çanda xwe derkevin ev in berjewendiyên gelê Kurd.
lê ne ji berjewendiyên me ne ku nakokî, ezezî di nav me de hebin ku bibin sedema perçebûna me. Ne ji berjewendiyên gelê Kurd e ku siyasetmedarên me li rûniştina kursiyê bigere,çi dibe bela bibe lê kes nêzî wî nebe ev yek bi ti awayî nema tê qebûlkirin. ji ber îro dema yekgotinê, yek rêziyê, yek helwestê , û yek destyê ye, gelê Kurd nema tê xapandin yê nikaribe bi erkê xwe rabe pêşengiya wî bike, ez bi hêvî me nebe hîmek di pêşketina gelê xwe de. ji ber armanca gel azadî ye, xwedîderketina xwîna şehîda ye, parastina mafê mirova ye, divê her yek di vî alî de zelal be ev rastiyeke. lê hinek dixwazin bi moxilê roniya rokê veşêrin, ma bi moxilê rok tê veşartin, çima ew kes çavê xwe ji rastiyê digrin, ji destkeftiyên Kurdan berê xwe diguhêrin, ewê di newalan werbin.
ji ber vê yekê banga min ji gelê Kurd çibe bela bibe, ji kîja kaniyê avê vedixwe bela vexwe, çep be, rast be, lîbral be, komenîst be, oldar be, reş be, sipî be, çimkî navê Kurdîtiyê li serê dijmin wî dide ber çav û lê dibe yek, ku dibe pirsgirêka gelê Kurd tu nakokî di nav wan de namînin. ji ber vê yekê divê em rê li ber wan bigrin, banga min ji kesên pêşeng û berpirsyar re. gelo kengî wê pirsgirêkên navxweî çareser bikin li gorî daxwazên gel û liv û tevgerê bikin, kengî wê xwe ji ezezyê dûr bixin, li gorî demê şiyar bin, bi ramanê xwe azad bin, da tu kes nikaribe bi qedera me bilîze.
Ev gotar di hejmara (45)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 15-6-2016