Nêrgiz Îsmayîl
“Çavê li deriya xwelî li seriya”.. Ev gotina ku bi rastiya civakî hunandiye, gelekî bi wate ye. Ger asoyên me li benda xelkê be; ka wê çiqasî behsa me di ragihandinên xwe de bikin? Ev xwelî li serê civakên bê kêr û reben da dibin. Berûvajî vê rastiyê, ragihandina jinê ku nûnertiya civakê dike bûye hêza vegera cewhera jiyaneke civakî ya rasteqînî. Jin di vê qadê de çavkaniya derxistina rastiya ne, dîmen, bihîstî, pênûs û hestê rastiyê ye. Civakên ku ji van jinan mehrum bin; nikarin meşa dîrokê rast bi rêve bibin. Hêza jinê ya civakî ku tu caran sînoran nas nake, dikare di rojnemegeriya xwe de xizmeta herî mezin ji bo zindîkirina rastiya civakê bike. Çawa ku bê tav jiyan zindî nabe, bê jineke dûrî nîrên serşorkirnê jî ragihandina azad jî ava nabe. Bi asoyên (MÊ) meyzandin, hizirandin, axavtin û jiyan kirin pîvaneke xwe ya cuda digre.
Lewra em jinên Rojavayê Kurdistanê çendî bi şens in. Şoreşa Rojava şensê zindîkirina wan rastiyên jiyanê ku hatibû tepisandin derxiste holê. Gava ku jin di qada ragihandinê de xwedî rol be, taybetî jî ew bi xwe rolê bide xwe, ji xwe bawer be, xwe nas bike, rastiyên xwe yên dîrokî nas bike, dikare şoreşa xuliqkariyê biafirîne. Bêguman di nav gelek civakan de jin weke amûreke ragihandinê tê bikaranînin. Jin ne (tişte)ku tu kî bixwazî wê bişkînî, ango bikujî. Ji bo wê yekê hişmendiya ku jinê dike(tişt) ew hişmendiya desthilatdar e. Meyzandinên nêritî ye. Di wateyekê din de; çewisandina civakê bi rêka tune hesibandina jinê bi cih tînin.
Dîmena herî girîng ew e ku jin bi xwe bi xwe, kesayeta xwe ava dike, pêş dixe. Li hemberî gelekî pîvanên civakê yên paşketî û çewisîner li ber xwe dide. Jin di ragihandinê de ji bikaranîna amûrên teknîkê wê detir, hewl dide ku hizirên xwe bike malê civakê, eger ev bi dîmenekê be, bi dengê xwe be, bi pênûs û nivîsên xwe be. Ev e rastî ye ku şoreşa herî mezin weha ye. Ragihandina ku îro jina kurd di qada ragihandinê de pêş dixe beriya her tiştî xwedî derketina li zimanê dayikê ye, ev gavekî gelekî girîng e. Ka em biceribînin; bi asoyên jinê li jiyana xwe temaşe bikin, bi hestên edalet, wekhevî û aşîtiyane li hev meyze bikin, ka bi raman û hestiyariyê beramberî hemû hebûnên civakê û jê re rêzdarî diyarkirin binêrin. Ger di hişmendiya me de (çil sînorên hişê xwe) kuştin, di wê demê de jin dikare ragihandineke azad pêk bîne. Ragihandin azadiya xwe bi gihiştina hişmendiya azad pêk tîne.
Di ragihandinê de jin li rastiyê digere, ji rasiyê jîtêr nabe. Her ku naveroka rastiyekê hîs dike, dikare bêsînorbûna hêza xwe derxîne holê. Em hebûna xwe di vê qadê de ji wan jinê ku di dîroka me de bûn nimûne, li himberî hemû şert û mercan li ber xwe dan. Îro em bûne pênûsên wan, lênûsên wan, dîmen û bîhîstinên wan. Lewra di tabloya şoreşa me de jineke berxwedêr; ragihandineke serkeftî derdikeve. Ji xwe cudahiya şoreşa me ji hemû şorşan ku em di qada ragihandinê de bin jî ŞOREŞA ME ŞOREŞA JINÊ YE.
Ev gotar di hejmara (44)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin 1-6-2016