“Kevana Reş, Ken û Girî”
BIRÎN
Birîna min ji ber ez pir dinalim
Evê janê dikuştim pîr û kal im
Bi ser hevde guvaştim ez bê halim
Ziwa nabê ji vê xwînê bi carek
Birîna min gelek têşê ji janê
Dikim qêrîn şev û rojê tu zanê
Evîndarê welat im ji ( Îmanê )
Ji bo min tu ne be qet dil giranek
Birîn çêbûye çend salin di dil da
Ji kevanan çi tîr avêt li mil da
Kezeb sotî bi ser birîna kul da
Di nav dil min ketî îro çi arek
Ji ber birîna xwe îro çi gêjim
“Navê wî Mihemed kurê Ehmed kurê Mihemed kurê Haco kurê Doşo ye . Di sala 1963 yan de li gundê ( Elwankê) hatiye dine, Biçûkê sê xwîşk û du bira ye.“
ZÎNÊ
ŞEPAL Û Nêrgiz û Zînê
Qeşeng û naz û şêrînê
Melhema jan û birînê
Enî findê ji ronakê
Were dîlber kubarî tû
Memik sêv û hinarî tû
Weke birûsk û arî tû
Di nava cerg û mêlakê
Naz û çîçek û gulnarî
Gulşen û bax û buharî
Weke rojî li êvarî
Ji te ronî didî xakê
Enî lêv heyv û bişkojê
Ji te şeveq didî rojê
Jîna min mek wekû dojê
Li min rehmê tu qey nakê
Sipî zendê gulî zêrê
Mede awir wekû şêrê
Li dil nede rim û kêrê
Dilavanî bi min dakê
Dev û lêvên te qurmiz bin
Çirîn û qend û hingiv bin
Li ber min ger hemî civ bin
Ezê firkim bi qurtakê
Vexum ger heta êvarî
Ta roj li min bibî tarî
Gej bi germî geh bi sarî
Tîna dilê mi şilnakê
“Bavê wî bi zarotî destê xwe ji mam û pismamên xwe birî û gundê Bafê (kevana reş ) li pişt xwe hişt û berê xwe da binya xetê û dawî li gundê ( Elwanka Şêxê ) bi cî bû”
BINÊRIN
Ez çime ez divê jînê ?
Ev çiye jana evînê
Dil tijî bû ji vê xwînê
Ne dîn im ez ne jî har im
Can û ceger gelek jar e
Hemî kul û xem û ar e
Jana evînê dijwar e
Van xem û derdan ez xwarim
Can û ceger hemî kuştin
Dil û mêlak tev biriştin
Ruh di canê min ne hiştin
Berxim di nav gurên har im
Ji ber jana evîna dil
Dinalî dil ji îş û kul
Ta kû ji xwînê bûye şil
Ji zûde ez evîndar im
Evîndarê welat im ez
Karkerê rojhilat im ez
Ez Dicla û Ferat im ez
Kelemê çavê neyar im
Baran û birûsk û ba me
Ristevan im kurd im hêja me
Çakûçê destê Kawa me
Sirtim pola me dijwar im
Ez pîzot û ar pêt im
Nalîna zab û ferêt im
Ez bervedêrê welêt im
Kurd im, Mîdî me, Dildar im .
“Di sala 1972an de ji gund bar kirin û li bajarê Qamişlokê bi cî bûn, û xwendina ta ( bekelorya ) li bajarê Qamişlo sitand, pişt re li zanîngeha Şamê beşê toreya Erebî du salan xwend, û mixabin ji ber hin sedeman nebir serî.”
MEZLÛM DOXAN
Ey heval Mezlûm Doxan
Şehîdê Kurdistanê
Te danî şitleke nû
Di baxê berxwedanê
Ronî bû mêjiwa kurd
Bi te divê cîhanê
Conta gemar û faşist
Te anî l ber yemanê
Di singa conta gemar
Tu bû sindan û kelem
Ew laşê can û nazik
Te da ber ar û seqem
Ji dil xwe te deranî
Jan û êş û kul û xem
Sûnda min bixwîna te
Tu Kawayî di her dem
Tu Kawa û tu restem
Ji bona serxwebûnê
Li hember dijminê pîs
Te kir doza hebûnê
Şewqa xwîna te ya sor
Ronî dida gerdûnê
Sed carî bijî Mezlûm
Heta roja rabûnê
Ezê kû saxim di jînê
Sûnda min bi serê te
Qesîs nebim bixwînê
Li pêşiya hêzên dijmin
Ezê vegerim kemînê
Bikim li ser rêşa te
Xebat û têkoşînê
Markisîzma Lênînî
Ji bo xwe te kir çeper
Di zîndana Amedê
Şanî dijmin da huner
Ne tewandin serê te
Çerx û mewe û pêl û ger
Bijî berxwedana te
Di her çax û li her der
“Di sala 1983an de dest bi rist û hûnandina helbesta kurdî kir, û pê re di danhev û komkirina folklorê kurdî de jî kiriye, mina: Çîrok, metelok, şertok, stran, listikê zarokan û gotinên pêşiyan mijûl bû.
HESENÊ GEMO
HESENÊ Gemo mamê pir hêja
Dostaniya me kevne, ji mêje
Dixwazim herdem jîna te xweş bî
Gula baxê te rengîn û geş bî
Herdem gava go ez te dibînim
Ji bo jiyanê ez bi evînim
Dîmenê tey xweş, pozê mêranî
Nav û dengê te yê Bûbilanî
Serdarê hozê, meger ji Girdî
Dizanim kû tu kalekî kurdî
Tu rêhevalê pîrê Cigerxwîn
Yê kû nav û deng giha Hind û Çîn
Cerg û dilê xwe herdem wî disot
Ji mere bêje ewî çi digot ?
Yan jî çi dixwest çibû doza wî
Bêje, kî bû diz ketî koza wî ?
Rastiyê bêje wey apê Hesen
Dilê tey şewat devê te li ken
Peyvek mêranî dermanê derde
Diz tû dibînê bêje li serde
Nûka tû dildar cama xwe hildin
Di şevên tarî ez û te findin
Min û te tev de serê xwe hilda
Bilbilê kurd û dil kulê kurda .
Ji ber çavê mi naçî
ji dil min hilm û pêta ar difûrî
Di nava ar hêjî min dil dizûrî
Dike gazî li wan rojên bihûrî
çima yarê ji min dûrî , çi dûrî
çendî dûrbî ji ber çavê mi naçî
sofîbim ger li dor ser şaş û paçî
mesîhî bim li ser singa mi xaçî
ji ber çavan tu naçî qet , tu naçî
ji ber çavê mi naçî ta kû saxim
tu bustanî bilbilim ez di baxim
ji derdê te diçim , têm bê semaxim
ne bînim te mirîme ez kelaxim
ji ber çava hingî herê , di gorim
li ser destan di çardarê li jorim
şehîdim ez tevde ji xwînê sorim
di gorê jî dibînim te ne korim
mirî bim jî tim li ber çavê minî
mêkew bêjî tim tû di davê minî
xurist bim jî tu co û avê minî
Dildarim ez nîşan û navê minî
BRSIVA MIHEMED ELÎ HISO
soz û peymana di dil qet, qet xuyanabê bi çav
tev bû êş û can mirandî dakete cerg û hinav
her kesê daxwaz kirî ew zû gihane doza dil
wey li halê min tenê bê hîn li paşim ez bigav
qet di destê minde nîne hîç ji bil xama ziwa
pê di rêjim ez li ser pel peyvê tal û pûç û xav
sed hezar salî temam barên giran ez hilgirim
rûmeta \ insaniyê\ nîne nebin zêr û dirav
yek sipas û aferînê na bihîzim ez ji kes
dest li pişt û ser di berde tev di bûrin bê silav
“Du pirtûkên helbestan çap kirine ew jî ev in: Kevana reş, Ken û girî. Bi dehan helbestên Dildarê Mîdî bûne stran û hunermendên navar gotine”.
XWÎN BARANE
Baranin li kurdistanê va îro dibarin
Pir xurt û lehîne
Yê kû bi xwazî tov û dendikên xwebiçînê
Ev nîrê zêrîne
Da kû bi dil şadî ew xwe pêve bigihîne
Buharê bibîne
Divê ne razê pir şiyarbê bi kar û barbê
Zendan bişidîne
Lata xwe vedî ji kevir û teht û şikêran
Nû tov bireşîne
/simko/ ji bo me bi xurtî rabû çûye qadê
xwînê dirêjînê
xaka me bi xwîna /simko/ va hatiye avdan
buhara me şîne
buhara bi xwînê her demî kû bête avdan
bahoz na mirîne
zengîne bi xêre vaye bo me diyar bûye
sûdê bo me tîne
sûndê dixum şopa şehîdan qet neyê berdan
rêça me danîne
kes dê nikarî qet bibêjî şehîdê kurdan
herdem bê xwedîne
Birayê xwe na kujim
Şerme keko fihête
Ev karê te kirête
Ma qey ji kengî ve kurd ?
Bûne peya û zigurd ……..
Raste îro siwarî
Bi dijmin re li karî
Lê sibe dora teye
Ma tu bi kêfa xweye ?
Te divê kû birê xwe
Bidê dest dijminê xwe
Bi zane ev dijmine
Yê teye lew yê mine
Eger ew mivn di kujê
Lê xwîna te di mijê
Bes bux goştê birê xav
Çi zû te xwîn kire av
Payabe ji wê tengê
Dest bavêje tivengê
Tu mil bide milê kek
Dest bavêje gurz û çek
Bi kevin nava dijmin
Koka wî rakin ji bin
Bide serê xwe mejî
Şerme birê dikujî
Birayê xwe ne kuje
Dinya moran û mije
Govenda azadî
Dîlaneke pir xweş li kurdistanê li dare
Saza wê tivenge
Reqs û sema wê bi carekê ne wek semayê
Tev êrîş û cenge
Xemla vê dîlanê tev ji rengê xwînê sore
Kû sor gul ji renge
Govenda sitêraye li ser ezmanê xwînê
Ronî û perenge
Yê kû bixwazê zend û pêçên xwe rahejîne
Barabê derenge
Lîlan û şabaş û aferînên xwe tê hildê
Binav û bi denge
Şabaşên dîlanê tev ji xwîna lawê kurde
Nîşana lehenge
Her dem di qîrim gelî bira werne dîlanê
Bi hêza pilenge
Da xweş bibê dîlana me deng bighê cîhanê
Dê naskin çi renge
Hin dê ji mere li çepka xin hin bilîlînin
Çuqasî girenge .
Ev helbestên bijartî di rojnameya buyerpress hejmara44an de hatine weşandin.