Taybet – Buyerpress
Di roja Duşembê, şeşê meha Pûşber/Yonyo de çalakiyên Sêyemîn Festîvala Kurteçîrkê ya li Rojava û li bajarê Qamişlo, di bin çavdêriya Desteya çand û Hunerê li Kantona Cizîrê, li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê destpê kir, bi amadebûna birek ji rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Dimuqrat, û hin nûnerên saziyên ciwanan.
Di destpêkê de, xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdên şoreşa Sûrî û Rojava rawestyan, dûv re serokê encumena cîbicîkirinê li Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan gotinek ji bo vê helkeftê xwend, tê de li ser giringiya çalakiyên bi vî rengî rawestiya, û lehengiyên şehîdan, û berxwedaniya ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin di bîr de anî, û di dawiya gotina xwe de serkeftin ji Festîvalê re hêvî kir.
Seroka Desteya Çand û Hunerê Bêrîvan Xalid ji hêla xwe ve diyar kir ku gelek beşdarî ji Rojava hene, Yekîtiya Rewşenbîrên Ereb, û Yakitiya Suryanî jî tev li Festîvalê bûne, herweha gelek beşdarî ji Ewrupa, Başûr û Bakur jî hene.
Xalid tekez kir ku mebest û armanca me ji vê Festîvalê ne wergertin pile û xelatan e, lê armanc ew e ku kurteçîrok wek hunereke bi nirx were nasîn.
Endamê Komîta Amadekar Noşîn Bêcirmanî di gotina xwe de ya bi navê komîtê got:” Hemû beşdariyê ku ji me re hatin qebûl nebûn, beşdarî tenê 55 çîrok bûn, 30 ji wan bi zimanê kurdî (Kurmancî) bûn, 2 bi zaravê Soranî, 25 bi zimanê Erebî, û 18 beşdarî ji derveyî Rojava jî hebûn.
Herweha Bêcirmanî destnîşan kir ku her sê çîrokê di asta yekê û didwan û sisyan de, û ji her sê zimanan, Kurdî, Erebî, û Suryanî wê werin xelatkirin.
Çîrokn ku bi zimanê Kurdî di Festîvalê de beşdar bûn ev bûn:
1- Kalo û zarok – Yezda Havîn (Bakur)
2- Kevokên Raman – Cano Mihemed Elî
3- Fistîvala Tahiro – Kawa Şêxê (Oropa)
4- Dibe ez vegerim(Yabo-Yadê) – Mihemed Şefîq Brahîm
5- Ezê werim Mal – Fatma Ehmed
6- Kêliyên di navbera jiyan û mirinê de – Zinarîn Diyar
7- Daweta her çend salan – Leyla Zêdo
8- Çima? – Narîman Evdikê
9- Welatê bê roj – Pêşeroj Cewherî
10- Şêr şêr e çi jin e çi mêr e – Behcet Lewend
11- Şêro çeleng bû li evînê reben bû – Raman Hisî
12- Lawkê Delal – Cemal Birincî Oxlû (Bakur)
13- Sê kulîkên YPJ’ê – Aras Hiso (Kobanê )
14- Ma ya min çi ye – Mîlad Ismayil
15- Hiskirina welat tu sînoran nas nake – Refîq Ibrahîm
16- Ziman ji bona jiyan – Adil Murad Ibrahîm
17- Solek bi morîk – Narîn Şêxê
18- Cêwîtiya şer û bêdengiyê- Heysem Muslim
19- Qeyik – Qehreman Hesen (Oropa )
20- Mala mirovê tembel berî mala mirovê zalim xira dibe – Bêrîvan Hesen Dodik (Efrîn)
21- Terê baz û melekê Tawûs – Eyûb Gûven ( Bakur )
22- Xewneke Şêrîn- Îsmayîl Dîndar (Bakur)
23- Guneh- Ilhamî Sîdar (Bakur )
24- Rojek ji rêzê- Mehmad Çaqmaq(Bakur)
25- Zilkîf û Xezal – Ebulrehman Bakir(Bakur)
26- Keziyên ji bêhna rihanên keskeyî – Roza Metîna (Bakur)
27- Reg – Kakmem Botanî (Başûr)
28- Dawe riwanî- Umer Hisên Hisên (Başûr).
Çîrokên ku bi zimanê Erebî di Festîvalê de beşdar bûn ev bûn:
1- Şamîram Terka mala Xwe Dike – Hela Ferîdon
2- Bajarek û mirovek – Hena Hena.
3- Welatek Ji Bo Kirê – Henan Reşko.
4- Selwa û Yasmîn – Henan Deqorî.
5- Kaxezên Xwediyê şikeftê – Ehmed El – Elî.
6- Riwek spî..Riwin Reş – Munîr şem`ûn.
7- Jiyan – Du’a Sîrac.
8- Dibe Ku Xewn Be – Hêwa Betal (Efrîn).
9- Heval û rastî – Rena Mihemed Se`îd.
10- Zarokên şer – Mehmûd Silêman Mihemed.
11- Mişextiya Ber Nîvro – Ibrahîm Circis.
12- Roja Sabir – Elî Mustefa Elibrahîm.
13- Çîrokek Evîn û Qurbaniyê – Mihemed Xelef Siwêhil.
14- Keçek Anî – Kewser Mardînî.
15- Wêran Diaxivin – Ezher Dawud Ehmed.
16- Îsa û Hebab – Ebîr Hena.
17- Bîranînên Noqbûyekî – Ebdilrehman Mihemed.
18- Ji Keça Min a Pakrewan Zelal Re- D. Peyman Aydin.
19 – Veşartokên Giyan – Cala
20- Nîsana Mirinê û Qiyametê – Hena Somê.
21- Şaneşîna Çiya û bedewiyê – Lamar Erkendî.
22- Gera Li Besma – Saman Hacî Hesen (Ewrupa).
23 – Li Kobanî Hêvî Ji Bilî Hêviyê Tune – Selahidîn Muslim (Kobanî).
Roja şeşan ji Sêyemîn Fetivala Kurteçîrokê Li Rojava roja dawî bû, û tê de çîrokên biserketî hatin xelatkirin.. koma navenda Mihemed Şêxo gurzek ji stranên Erebî û Kurdî yên kevin pêşkêş kirin, dûv re dîlanek ji filiklorê Suryanî jî ji hêla Koma Bermaya hate pêşkêşkirin, pişt re şanoyek kin ji hêla koma Navenda Mihemed Şêxo ya şanoyê hate pêşkêşkirin.
Koma Martosa govendek filiklorî pêşkêş kirin, û ji hêla xwe ve hunermendê mezin Beha Şêxo gotinek bi vê helkeftê got, û tê de spsiya her kesê ku bi vî erkê han rabûn û ev Festîval lidar xistin û bi ser xistin, herweha silavên xwe ji bo kesên ku niha li eniyên şer di çeperan de ne û parastina me dikin sand û spasiya wan kir.
Di dawî de bawernameyên rêzgirtinê li hemû kesên beşdar hatin belavkirin.
çîrokên xelat wergirtin ev bûn:
– Di zimanê Suryanî de: Hena Hena – Hena Somê – Ebîr Ilya.
– Di zimanê Erebî de: Du’a Sîrac – Ebdilrehman Muhemed – Hêwa Betal.
– Di Zimanê Kurdî de: Zinarîn Diyar – Kawa Şêxê – (Roza Metînî ji Bakur – Aras Heso ji Kobanî).
Derbarê Festîvala Kurteçîrokê Ya Sêyemîn Li Rojava Bêrîvn Xalid Seroka Desteya Çand û Hunerê ji rojnameya Bûyerpress re diyar kir û got:” Ev roja dawî ye ji Festîvalê, me rojin xweş bi hev re derbas kirin, her çîrokek ji çîrokên ku hatin xwendin êşek bû, hêviyek bû, û berxwedanek bû, lewra eger Festîvala vê salê û ya sala bûrî bidin ber hev, em ê binerin ku ya îsal gaveke xurtir bû, çîrokin astbilind tê de beşdar bûn, û em hêvî dikin ku ev sal jî wek ezmûneyekê ji bo sala dî be, herweha em hêvî dikin ku Festîval di pêşerojê de berdewam be, û bi hêzeke xurtir.
Endamê Komîta Amadekar Telal El- Şêx ji hêla xwe ve diyar kir ku ev Festîvala amade kirin û çîroknivîsin ji bajarê Efrîn, Kobanî, û Başûrê Kurdistanê tê de beşdar bûne Festîvaleke serkeftî bû, tev ku gelek astengî li pêş derketin, ji ber ku gelek ji nivîskaran şert û mercên çîrokê yên ku me ji wan re ragihand pêk nanîn, hinek ji wan çîrokên wan dirêj bûn, ne di asta kurteçîrikê de bû, lê ez dikarim bibêjim, ku Festîval bi giştî serkeftî bû.
El- Şêx wisa jî got:” Me – wek komîta amadekar- ji berî destpêka Festîvalê bi pazdeh rojan dest bi amadebûnê xwe kir, vaye em îroj digihêjin dawiya wê, rojin xweş bûn, me bi guhdarkirina çîrokin curbecur derbas kirin”.
Festîvala çîrokê yekem car di 6/6/2016an de di bin çavdêriya Yekîtiya Nivîskarên Kurd de û bi navê Festîvala Çîroka Kurdî destpê kir, ji ber di 6/6/1913an de yekem çîrok ji hêla nivîskarê kurd Fuad Temo ve, li ser du xelekan di kovara “Roja Kurd” de, li Istenbolê hatibû weşandin.
Di salên 2015-2016an de Desteya Çand û Hunerê li “Kantona Cizîrê ” bi kar û barê Festîvalê rabû, û îsal navê wê kir ” Festîval Kurteçîrokê Li Rojava”, û çîrok bi sê zimanan tê de hatin xwendin, Kurdî, Erebî, û Suryanî.