Kawa Şêxê
Careke din mîna xewnên xweş ên berê sibehê, dema ku mirov şiyar dibe lê pir dixwaze careke din razê da ku li wê xewnê vegere, careke din min berê xwe da Ameda rengîn.. Pir caran berî niha çûme Amedê lê, her car jî mîna ku yekem car be şa dibim.
Dema ku berê xwe didim Amedê her car û berî her tiştî wekû çawa mirovê ku biçe Parîsê li Ayfelê difikire, an jî mirovê ku biçe Mirsê li Peramîdên difikire ez jî dema ku berê min dikeve Amedê de zindana wê tê bîra min..
Dizanim ku zindan û kelecan û şabûn li hev nakin, lê zindana Amedê bo min devera herî ku bala min dikşîne di dinyê de..Erê, erê di dinyê de.. Ez zarok bûm nû hînî xwendina erebî bubûm, bavê min pirtûkek anî malê, pirtûkek çapa wê ne baş bû, qapa wê sor û spî bû û wêneyê kesekî ku di êşkencê de ye li ser hatibû resimandin..Navê pirstûkê (Salixdanên Kesên Ji Zindana Amedê Rizgar Bûbe) bû..
Dema min ew pirtûk bi tirseke mezin xwend, ket nava hişê min de û nema derket..Sal derbas bûn û gelek şevan min di xewna xwe de ew kesên girtiyên wê zindanê di xewana xwe de dîtin û bi tirs vediciniqîn û şiyar dibûm..Niha û piştî ewqase sal û ewqase qaşo guhertin, dîsa jî her ku diçi, Amedê pêşî di zindana wê de difikirim, paşê jî di xweşî û jjiyana kesên wê de..
Pir caran dixwazim li kolanên Amedê xelkê rawestînim û ji wan re çîroka xwe û wê pirtûkê bibêjim, lê ji xwe re dibêjim ma tiştekî wisa dibe, ev xelkê Amedê ne, ew ji min bêtir van çîrokan dizanin..
Li Amedê pêrgî pêxwasên Amedê dibim, xwe jî yekî ji wan dibînim dema di şert û mercên mezinbûna wan de mijûl dibim..Li Amedê panzêr û polîsan dibînim û di dilê xwe de xebaran ji wan re didim..
Li Amedê li ber deriyê firinên nan, mîna ku li Qamişlo û Hewlêrê bim, dazikên Kurd li ber derî rûniştîne, nanê xwe sar dikin û bi jinên hevalên xwe re dikevin nava galgal û qerfan de..Carna jî di nava wan rûniştandina dayikan de dengê telefona yekê ji wan tê, û dema ku vedigerîne bi şerim bi Tirkiyek şikestî dibêje ez li firnê me kurê min, waye têm..Diçim Amedê û tenê hêviya min ew e ku careke din bêhina Dayik û bavê xwe, bêhina Qamişlo û Efrînê jê bikim..Amed gelek xwestekên min bi cî tîne, lê tirsa di nava dilê min de jî zêde dike..Dema li Amed li şaredariyê dibim mêvan, pirtûkxaneya wê ya Kurdî, jiyana hestên Kurdî tê de dibînim, pir ditirsim ji wendakirinê..Erê, erê ji wendakirina van tiştan pir ditirsim..Amed mîna keçek xweşik be her kes lê dinere, ez bi tirs im ku careke din bi dû xerşban bikeve û bi wan re here..AKP, Cemaetên Islamî, MHP, û nijadperestên tên Tirk li Amedê hene û ne hindik in..
Ji hebûna wan li vir ser Amedê ditirsim, ji hebûna pereyên wan li ser wijdanê belengaz û feqîran ditirsim û ji hebûna hêza wan li ser dilê tirsok û perîşanan ditirsim, û tunebûna mirovantiyê li ba wan li ser kesên mirovantiya wan kêm ditirsim..Amed mîna sûra xwe kevnar û xurt e, lê di hin deverna de şikestî û birîndar e..Bejna Amedê bilind û xweşik e lê kêlek wê ji dijminan re vekiriye..
Dibe ku kîjan rojê be jî Amed careke din ber bi serdemên tarî ve biherike, tirsa Amedê nema ji dijmin û polîsan e vê carê jî tirsa Amedê ji xelkên wê yên ku zû zilma salan jibîr kirin, yên ku bi dû bercewndiyên xwe ketin û yên ku ji dijmin bawer kirin..
Li Amedê hin kes hene nizanin ku di nava vî bajarê de hîna girtîgeha ku wekê keleha zilmê tê naskirin hîn li dar e û hîna jî tijî xort û ciwanên Kurd ên azadîxwaz in..
Û Hin kes hene nizanin ku di zindana Amedê de ew kesên ku rewş guhertin hîna têne ragirtin..
Hin kes li Amedê dijîn, lê nizanin ku ji hucreyên wê zindanê hîna vedengê şivanekî ku stranan li ser çavên dîlbera xwe dibêje tê..
Lê her kes li wir dizane ku dema di 21ê Adarê de bêhna şewatê radibe, dizanin ku behna hêrsa Mazlûm e, ku dîwarên zindana tarî ji ber disincirin û alavên agirê wî serê çiyayê Kurdistanê Ronî dikin..
Ev gotar di hejmara (43)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin15.5.2016