Luqman Silêman
Piştî ku jina malê pezê xwe yan çêleka xwe didoşe, heger ku ew bixwaze wî şîrî bike mast divê şîr deyne ser agir ta ku ew şîr bikele, dûv re ji ser agir deyne ta ku ew şîr hinekî bicemide. wê jin tiliya xwe bixe nav şîr de gerek hinkî destê wê ji wî şîrî bişewite. wê hin mast “Heyvan” bîne berde nav wî şîrî de (çimkî şîr bi mast dimeye). Piştî ku şîrê xwe haveyn kir wê şîrê xwe binixwimîne ta roja dî.
Heger ku mastê xwe bixe dew, wê qeymaxê mast ji ser bigre û wê mastê xwe berde meşkê de û beroşek av jî berde ser wî mastî û dewê xwe bikeyînê ta ku nîvişk bi ser wî mastî bikeve, wê nîvişkê xwe başiqe bixe firaxekî û dewê xwe bixe firaxekî.
Dew dibe çi?
– Dew dibe jajî ( jajî dew e û sîr in yan hin pincar e )
– Dibe mehîr, mehîr jî dew e û dan e anku genimê kutayî ye.
– Dibe sipil ” jajiyê bê sîrik e”.
– Dibe ser dew ” hin ava jijikê û hin dew û hinek pincar hûr dikin nav de, dibe serdew. Vê li penîr dikin”.
– Dew dibe çrortan. ” dew têxin kîsekê paçikî de ta ku ava di nav de jê didawerive ew dew hinkî ziwa dibe û têxin gulokê piçûk û dideynin ber tavê ta ku hişk dibe. Ew dibe çortan.
Wî çortanî dihilênin zivistanê û careke dî wî têxin dew û pê mehîrê çê dikin.
Lê dema ku bixwaze şîrê xwe bike panîr wê çi bike?
Wê şîrê xwe cemidî firşik bike. Firşikê penîr ji çi ye? Berx yan kehir ew ê ku hîn giya nexwarine. Gerek yekî serjêkin berçîçeqa wî derxin û wê li cîkî hilînin ta ku ew hişk bibe. Jê re dibêjin firşik.
Wê êvarî pîreka malê şîrê xwe firşik bike ta serê sibehê, av bi wî penîrî dikeve.
Ew ava penîr dibe çi?
– Dibe şijik (şijik ava penîr û kerengan e yan hin pincarê dî ye)
– Dibe lorik, lorik ava penîr e, dikelînin û dûv re dixin kîsekî paçikî de ta ku ew av didawerive “wek lebnê lê tê”.
Ev gotar di hejmara (43)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin15.5.2016