Helbestin Bijartî ji Dîwana:
DOZA GIRAN Û UMÎD Û XWEZGA YÊN TEVLIHEV
Kepezê Kîkan
Kepez ; her dem,li dîrokê tu ma rêzdar
Bi(Kîkanşên xwe yên dêrîn,tu ma navdar
Bi vî navî,tu hat nasîn,sedên salan
Li çarhawîr te,Kîkan man ,xwedî şûnwar
Ser efrazî,li hember kumbeta Mêrdîn
Digel bayê Qerejda’xî,tu ma sozdar
Li hember Kewkebê Millan,tu ma hemta6
Tu çavdêrî,li Xingala gelek kevnar
Tu hevbend bû,digel van cihnişînên Kurd
Li Xabûr û li Zirganê,tu ma xunkar
Tu pêwendbû,bi Girsor1, ta bi Circib11her
Ji Mêrdîn,ta bi Xabûr jî, tu ma serkar
Li çar hawîr te,Kîkan û kesên kurd bûn
Xwedî war bûn,bi çalakî, diman jîndar
Xwedî rûmet,dijîn serbest,li wan waran
Bi azadî,li nav xaka xwe-bûn hîmdar
************
Cihê Gernas û xweşmêrên xwedî rûmet
Dema îro,tu ket dest rehperestên har
Derî girtin,li ber wan cihnişînên Kurd
Diman bê xak û bê hevbend,û pir naçar
Heçî Kurdên,berê Cihnişîn bûn tev
Perîşan bûn, diman bê kar û pir azar
Ji nêzîk û ji dûr, rûtên ‘Ereb anîn
Ji xaka bav û kal an,Kurd kirin bê par
Hezarên rût,ji Reqqayê,’Ereb anîn
Li nav xakê te yê pîroz- kirin zordar
Ji bo rûtên ‘Ereb – ava kirin xanî
Dehên gundên mezin-çê bûn,bi xurt biryar
Xwedî konên ji tellîsan- dibûn zengîn!
Xwedî xak û xwedî gundê wekî bajar
Bi şovînî, dij in, bo cihnişînên Kurd
Giran-xwîn û finaspîsin,gelek kîndar
Çima kurtêlxurên rût û li ber pez bûn,
Xwedî xakin?li nik wan ,Kurd dibin cotkar!
Serî hilde,Kepez; va roj, li Kurd derket
Gelê da pey xebata dad- dibit rizgar
şikodar bit,bi gorra Berdewîn ê dêw
Li jora kumbetê ,aram dibit , bê zar
Ji bîr naçin,çi car,ew Sali’xên pir seyr
Liser gewdê wiyê, pir girs û pir sehmdar
Li nêz ,aramgeha can-pak(Qusêrîş,ma
Me,pir caran,bi wê serdangehê-sûndxwar
Li zinnarê te yê jêr, lane ya şêr- ma
Li nêzî wê,cihê şehbaz û hem şinqar
Cihê Newroz û sersalan ,tu pîroz ma
Kekên(şêrêş,li çarhawîr te-man pêdar
Tu ma nas-nameyarêzdar,ji bo( Kîkanş
Li dîroka te ya şanaz,dibin guhdar
”
Mele Mehmûd Sebrî ” Evîndarê Xemgîn” di sala 1937an de li gundê Çetelê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve ye jidayik bûye. Di zaroktiya xwe de neçûye tu dibistanan, lê 9 salan li ber destê şêx û meleyan xwendiye”.
Xame û Rojnamegerî
Xame serî hilde, bi xurtî, ne bi gazin
Bêje neyar: Em , ji te, mafên xwe dixwazin
Dakeve hola nebezên Kurd,tu nivîskar
Hiş bide pêş,xap lime tên hev,weke bazin
Wan kul û derdên meye kevnar-bide pêş-çav
Ew,li gelê Kurd,biteba- sîne-gudazin
Êş,li civakê me- gihan hev,li me kevn bûn
Maf,bi hejarî ji neyarên xwe,dixwazin
Perçekirî,ma ye welat, çare ne bû,doz
Xwînmij û zorker,li me har bûn.Çi berazin!
Pê li gelê Kurd û li mafên merivên Kurd
Tevde–dikin,peyv xweş ,û pîse-finazin
Kêşe giran bû ye ,li Kurd,çare ne ket dest
Kone û serdeste neyar,em bi werarê-ne terazin
Lê bi xebat û bi dilê xurt û bi rêzan
Gel digihên maf û umîdan, ne tinazin
************
Xên bibe,rojnamegerî;gel bike hişyar
Rêber ûpeyrew weke hev-tevde nesazin
Rapere, rojnamegerî;dakeve nêv gel
Peyv,ji te-rêzdare,hemî şîret û raz in
Geş bibe zû zû,li civaka me ye mandî
Pêş ve diçin em,bi umîdin,bi niyazin
Rabe,hunermend;bide pêş gênc û rewlan
Hilkişe berjor,çikû doz kopik û gaz in
Hilde hewara me ye azad,bike qêrîn
Kêşe û doza me,bi dengin,def û caz in
Xahiye,azadiye,man nêz,ji me kurdan
şadiy û serbestiye,hem saz û newaz in
Hil be,ciwankar; tu bi hêza xweye serdar
Cansivik û şeng be,ciwankar weke baz in
Çak30 bike ayinde, jibo her merivên Kurd
Lê bi dilê xurt nebe,mafên me-nexwazin
“Di sala 1961`ê de bawernameya qonaxa amadeyî wergirt û Bekalorya di sala 1965an de, di sala 1966an de bawernameya peymangeha amadekirina mamosteyan wergirt. Û 9 salan mamostayetî kiriye”.
************
Tore û pêma,li hişên jîr,li nigaşan
Taze ji nû ,va ne kulîlk dan, geş û naz in
Mêwe xweşin ew,çi gelek ber digirin
Çak dibe ber,sêv ûbihokin,ne gilazin
Tore û zanîn, li hişên Kurd-dibe iksîr
Tevde dibin zêr,bi buhayê xwe firaz in
Xame;bi serbestiy û zanîn,binivîsin
Derfet û ça’xa weye.Mafên me,bixwazin.
EVÎNA BÊ TIXÛB
Ah ji pêta gûr-evîna daye deng
can û dil herdû, ji wê, bûne pereng
Ez li êrîşa evînê hay ne bûm
wê dema min xwest reha bim, bû dereng
Lerze ket can, hiş ji min rawestiya
têkilî hev mane raman, bûne peng
Can fireh bû, bo evîna bê tixûb
reh li dil berdan, bi jînê maye şeng
Ez ji ber pêtê ne bûm, bê hêz û qels
dil ji dûmana evînê – nabe teng
“Di sala 1970ê de beşê “Hiqûq” li zankoyê bidawî kir, û di salên 71-72an de bawernameya Diplom ji peymangeha pilankirinê a geşpêdana aborî wergirt”.
*****
Hat girêdan dil, bi nêrîna te, yar
hem ji çavên min, nerîn mane çeleng
Tûj-nerînên her du çavên layzerî
kun kirin dil, bûn birûsk, û bûn xedeng
Peyv û xweş-amajeyên çavên te yar
daketin nava hişê min, heng bi heng
Kehreba rû yê te şewq da, hate dil
pir çirîsk dan, vêketin şewq, reng bi reng
Xweş-hinasa yar, ji nav lêv û deva
bihn û reng geş sor-gulin, her man qeşeng
Dil-nexwaz û dixs, gelek şad bûn li min
wê dema, yar eşkera kir rezm û ceng
Mane pabend ew, bi kîn û dixsiyê
man girêdayî, bi hevsar û qeleng
Derd, li hawîr dil, gihan hev, lê civîn
dil, ji nav kokên xwe, hil bû, wek kereng
Gazinên dil, ez bi yarê her dikim
derd û êşên dil mezin bûn, bûn neheng
Guh-nedana yar, li min, zor hat gelek
lê nihînên awiran – man dost û meng
Tevgerên dildar, ji yarê bûn xuya
jîn bi min şêrîn kirin, wek qend û keng
*****
Çend ji dest çûn, doz û daxwazên dilan
ez di gel yara xwe xurtim, bûm leheng
Yar dilovan ma, bi wê ez bawerim
ez bi wê ber jor firîm, bê bask û çeng
Gewz û şadim, ger bi çavên dilberê
bûme dil-kêşê xwedî rêz û gereng
Dil-xweşim, her dem, ji dîdarên te yar
cejn û newrozin, li jîna kût û leng
yar, tu miskî, bihn, li ber çav, naxuyê
lê bi bihna xweş, tu rêzdarî bi seng
Sirwe -bayê hênikî, hest pê dikim
sax dikî can û dilê pir jan û zeng
Yar tu dost, û hem hevala temenî
piştgira çaxên ne saz, û pir wezeng
Komara Kurdistan (li Mihabad)
Mihabadê Tu rêzanî
Te erkê xwe-bi cih anî
Bi komara xwe ya kurdî
Tu bû mizgîn,li her canî
Te ala rûmetê Hilda
Li jora(Çarçira)banî
Te şewq da kurd ûkurdistan
Tu wek roja li ‘ezmanî
Sitêr bûn Qadiy û hevrê
Çi şewqdar bûn , ji dûranî!
************
Te ser hilda,li hember wan
Kirên bê bext û tawanî
Tu şoreş bû,dijî zordar
Bi hawar û bi halanî
Ji çar hawîr,gihiştin hev
Lehengên Kurd,bi mêranî
Tu peymana gelê kurd bû
Ne Çaldêran û Lozanî
Dijî Saykis, digel Pîko
Tu piştxurt bû ,bi Barzanî
“Di sala 1959an de destpêka wî bi nivîsê re bû, û destpêka wî bi weşanê re di sala 1985an de bi kovara “Xunav” re bû, û dûv re kovara “Buhar”.
************
Li Qarawa sedê Kuştî
Ji serbazan13,Xeho danî
Li cenga Mameşah dîsa
Ketin bê can,bi garanî
Sedên dî jî , hemî dîl bûn
Bi riswayî , perîşanî
“Helbestvan Mehmûd Sebrî Xelat û rêzname ji hêla van navendan wergirtine: Navenda Cegerxwîn li Hesekê – Peymangeha Bedirxan ya Zimanê Kurdî li Dêrikê – Festîvala Helbestê 2010 – Encumena Niştimanî Kurdî. Û li ser dirêjhiya 17 salan di komîta amadekar ya festîvala helbestê de maye”.
************
Bi xwîna şêr rewanpakan
Çi pîroz bûn,çem û kanî!
Bi wê geş bûn,newal û gaz
Tu xwîna şîn,çi samanî!
Tu ew kurdê Xwedî dozî
Tu renckêş û gelek janî
Bi hêvî bûn ,bibin rizgar
Ji bindestan,bi hozanî
Reha bin zû ,ji wê zora
Wekî jehra silêmanî
Bi azadî, bi serbestî
Bi jîn wek hêviya(Xanî)
************
Mixabin,ew dilêrên şeng
Ku winda bûn,bi dûmanî
Ji ber bê bext û bê hestan
Lipaş ma bûn,bi karwanî
Sedên wek Seyfiy û Sedrî
Ji dest berdan ,bi koranî
Dehên wek Pêşewa -can dan
Li sêdaran,bi hêlanî
“Ji berhemên wî: Nîgarên Kul û Derdên Jiyanê 1997 – Doza Giran 1, û Doza Giran2 2004. 2005 – şîrovekirina 55 helbestên Cizîrî ji du celdan ne 2000 – Hin Ramanên Netewî û Civakî 2000 – Nasnameya Kurdî Li Sûryayê – Cengên Xaçparêzî 2013”.
************
Belê dawî li doza kurd
Çi car nayê, bi hêsanî
Tu doza şoreş û xwînê
Tu her dem ,gaziy û hanî.
Ev nivîs di hejmara (43) ya rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin15/5/2016