Mihemed Kose
Bê guman rola rewşenbîran roleke giring e, di jiyana milEtan de wek hûn dizanin ku em bixwazin welatekî ava bikin berî her tiştî divê em miletê xwe ava bikin ji ber ku milet welatan ava dikin.
bi çi rengî em ê karbin civaka xwe bi bingehekî netewî xurt ava bikin .ji kesên xwe dibînin zane û rewşenbîr, tê xwstin ku karekî di nav milet de bikin bi çi rengê ku ji wan tê xwestin her kes ji aliyê xwe de rabe tiştê li cem wî hebe bide . wek zimanzanên me çi hînkarê ziman be yan jî hunermendên me yan jî jîrên rewşa civaka sivîl .
em ji hev venaşêrin gelek ji me re divê ku bi vî barî rabin ji ber ku hîna jî miletê me ne gihiştiye wê baweriya xwe . em ê bînin ser ziman hîna jî zimanê me perçe ye di her çar perçeyên Kurdistanê, dema em karibin zimanê xwe bikin yek bi rengê fermî wê dûv re welatê me jî bibe yek helbet divê li ser rêbazeke dirustî be û yek war be . di baweriya min de wê girêdana milet bi hev re xurtir bibe û ew hastên netewî wê gurtir bibe . ya din dîroka me kanî çima bi rastî nadin xuyanî tiştê bi serê me hatiye ji ber ew şaşitiyên berê ku em tê de derbas bûn û çi kêmasiyê me hene neyê dûbarekirin . Mixabin lê gelek ji me re divê . barê milet barekî giran e yek bi tena xwe nikare vî barî hilgire .
ya din civak û mala kurd gelo serast e. ez dibêjim na ne çaresere . çima ji ber ku hîn jî me xwe nas nekiriye ka ew rewşenbîrên me ku karibin dakevin nav milet û dev ji karê siyasî berdin û bi karê civakî di nav milet de bikin ka emê ji malbata xwe dest pê bikin û dûv re ji taxa xwe û bajarê xwe . wê demê em Karin bêjin em xwedî milet in û welatin . bawer bikin ji min em nabin xwedî welat dema em hez hev nekin .
Ev gotar di hejmara(42)an ya rojnameya “Buyerpress” de hatiye weşandin1.5.2016