Di 17.5.1961ê de li gundê Talika Cemîl Paşa ku bi ser bajarê Dirbêsiyê ve girêdayî ye ji dayik bûye. Dibistana xwe ya seretayî li gundê Bîr Kinêsê qedandiye, û ya amadeyî û navendî li bajarê Dirbêsiyê.
RAZA HEBÛNÊ
Ji sarî ya xewnê min
Tu bizotek sor sincirî
Diherike tarî ya şevan
Li ber tîrêjê du çavên te
Ez morîkê hêvî ya darve dikim
Û çûkên elenda paşeroja
Di dilê min de dixwînin …..
Cîhanek mijokî
Di sarî ya sibeha de tevizî ye
Û rimî ya arê min
Sîsa ji êzingê tene
Ezê bendewarê buhara te bim
Ta ku xecxecok li dêmên te
Sor bibin ….
Û xemgînî ya ewan çavan
Bi vîna xwe her dê bişom
Û wê hêvî be
Ku di rojeke geş de
Te bibînim ….
Hingê emê bibin
Du qulingên gola Wanê
Û konê şahî yê
Li Sîpanê xelatê vegrin
Lê ne bi kesera Siyamend û Xecê
Belê tovê evîneke nû
Emê biçînin …..
Ax şêrîna min ….!!
Ew çavên te yên xulmaşî
Rêwîtî ya sedê sala dinimînin
De ka were …
Emê êş û kovana
Vîn û evîna
Li hevdu par kin
Û raza hebûn û nebûnê
Tê bighînin …
Hebûna min bi te ye
Û raza jîyanê tu bi xwe ye …….
XWEZÎ YÊN ÊVARÎ
Vê êvarê …
Giyanê min sitranek divê
Ku çûkê bê zarî ya min
Bighîne baxçe yên şahî yê
Ey şaha şehneşînê min
Û sitran hemî bê canin
Ji xemgînî ya min re
Nabin derman ….
Êvarek bi reş ewrên tarî
Nixumandî
Û dorhêl pêkve toz û xwelî
Canê min jî
Asonî xunav girtî divê
Lê baran li vî warî
Nabin mêvan …..
Ey canê …. !
Cana bi can
Perî ya bi bagera re çû
Û bû xwezî ya dil û can
Xwezî tu niha kemaneyek ba
Li ser milê min ,
Bilûrek ba di nav lêvê min ,
Minê awazên jînê
Ji elenda hêvî ya re jenî ba
Bi sed meqam û pestan …..
Narîna min …!
Êş û azara dem xwarin
Û çavên dildara
Li rê veman ….
Ew barana me divî ya
Bi şûnde ma
Buhar jî di gel veman …
Kêlîk bûne roj
Û roj dem û sal
Dîsa jî govenda kund nêzîk dibe
Û min sitrana aştî yê
Ji bîr nekirî ye
Ku piştî payîza bi toz
Wê şîn bibin nergizên ciwan …..
Di destpêka salên 1980ê de dest bi nivîsa helbestê kir, ji bilî helbestê jî , çîrokê dinivîse, û karê wergerê jî dike, ku 600 rûpel ji wêjeya cîhanî di navbera şano, roman, û çîrokê de wergerandiye.
KEVALÊN TOROZ
Kolanên dirbêsî yê
Toroz dikin gelek keval
Û hemî keval sipehîne
Bînerê van dîmena
Şerpeze dimînin
Û ez yek ji wanim
Nizanim kîjan kolanê bişopînim …
Ku van neqş û nîgaran
Di dil û çavên xwe de binimînim …
Û bo dildarê van dîmena
Mêrdîna min di şevê de
Gerdenî ya keçek şêrîne …
Hewar …..!
Ez dildarê vê keçkê me
Gerdenî ya wê
Bakur û başûr
Rojhşlat û rojava
Bi heve dighêne …..
Ez bi hûçikê wê ve tême girêdan
Û guharên wê sêdara min
Li dar dixîne …
Keçko …!!
Buharên te çendî balkêşin …?
Bi xwezî yên koçera
Ez kesera te dikşînim …
Ku di sibeheke geş de
Pişta xwe bidme latekê
û dengê kewa awazên
Bilûr û sentûrê
Li guhê min bi jenîne
De xewin û xewin
Ezê li ber ba herim
Gurzeke gul
Li ser gora mem û zînê dînim
Li ber def û naya cezîrî
Enî ya selma yê maçkim
Û berê xwe bidme keleha Dimdimê
Bi şûrê xanê lep zêrîn
Li gastîna çar çira
Tola qadî hilînim ….
Û gazî bikim ehmedê xanî
Ka nûbehara bi çûkan
Ji nû werîne …
Mîrê helbestê ….!
Dem hatîye
Ku hêvî yên te pêk bên
Û bi xencera Barzanî
Ezê perda şevê bidirînim …
Di elendeke teze de
Wê ev sînorên derewîn
Biherifin
Û axîn û keser
Di navbera me de nemînin ….
ji berhemên wî yên çapkirî: Axîna Dil, helbest, şam 1991. – Keskayên Kizirî, helbest, şam, 1996, ji weşanên kovara Zanîn. – Şevên Deşta Mêrdînê, çîrok, Hevbendiya Kawa. – Ayetên çiya, helbest, Semakurd 2008. – Pêlên Evînê, stran, 2005. – Kepezê Xewna, çîrok, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihokê.
PERAVÊN ŞAHÎ YÊ
Pêla ku min dighîne
Peravên te
Vîn û evîne ….
Û bînvedana dilînî yê min
Ramûsanek şêrîne …
Destê min li nav destên te
Du newresên dilşad
Di kiştî ya şahî yê de
Yarî û tenazî ne ….
Ba û ba …
Li nav pêla her diçin
Giravên xweşî yê
Seyran û avjenî ne ….
Kelecana bi dil dikeve
Ji nazdarî yên te ne
Û di rav û nêçîrê de
Tu masî yeke zêrîne ….
Ey mûm ya şahî û şevînê
Ez tenik bayê alenda me
Li gulên te
Ku di bişkivin sor ji xwînê ..
Ji xwe serxweşî ya min
Ji hilm û bîhna te ye
Û li nîva buharê
Ezim dildarê perwînê ….
VEDENGA BANGÊ
Banga te
Giha dilê min û
Li zozanê dilîniya
Vedeng da
Dengê totak û goyîna
Bi nalîna hevdîtinê
Dirêjî ya şevê didêran …
Şev bê hîv bû
Û ji ewrên xema
Birûskên azar û kovana
Dirjî yan ….
Kul û derda dil digezîn
Li ber pêlên xulmaşî yê
Min rîsê keser û xwezî ya
Dispartin devê kêran …
Bin kirasê elendê tenik bû
Li buhara civanê me
Û nikilokê tilî yê min
Kewnî birçî
Li gelî yê sînga te diçêrîyan …
Hingorê bi sarî û sorî ya xwe
Em dorpêç kirin
Li biyabanê xewna
Du kevokên govî
Li hev banîyan …..
Û nermî ya ba yê siba
Dengê me
Bi dildarî li hev vedigêran ….
HEVOKA NE GOTÎ
Min hevoka xwe
Ya dawî
Ji xemgînî ya çavên te re
Negot …
Dem bûrî ya û hêvî
Di nav badlîzokê payîzê de
Hilfirîn …
Wê helbesta min divîya
Bo te vehînim
Di kûrahî ya dil de ma
Bilbilê şahî yê bê deng bû
Û awaz ji hev hilpekîn …
Erê xanim ….!
Ji bilî bê dengî yê
Te çi da min …..?
Her ku min li çavên te dinêrî
Hingivê reş bînî yê
Ji awirên te dirjîn ….
û min divîya
bi gulava vînê
dêm û lêvên te bişom
ku ji sibehên min re
tu bibî xweş bîn û baweşîn …
belê canim …
di bîrdanka min de
tu dar gulek hatîye çandin
ji lewra ev roj
bi rîsê keseran
min tevna rabûrî yên te
li darxistî
ey lehenga çîroka xemcivîn …
Destnivîs: 10 berhem, 3 çîrok, û 7 dîwanê helbestê ne çapkirî hene, lê li gor helbestvan Xemgînê remo diyar dike, li hêviya derfeta çapê ye.
AWAZA CUDAHÎ YÊ
Şevînê ….
Şev dirêjin can
Her şevanî
Şevdêrim ez
Ar û bizotê vîna te
Li şev dirêja
Min dibrêjin ….
Bi hêvî ya dîdarê
Min dil û çav
Li pacê ne
Tê kengî rû bidî
Şevê min
Hîverona tarî ya …?
Çarenûsa min
Te nûsî ….
Bi pênûsa evîna xwe
Û şevek ji van şevîna
Yekem car
Min te ramûsî ….
Ji hingê were
Ez dilvanim
Ji evîna te neçarim
Gazî dikim xwedawenda
Fîxanê min
Bê hewarin …
Bilûra dil bi nalîne
Ji cudahî yê cana
Meya mestî yê
Dinoşim
Da ez bighême şahî yê
Lê tenê
Ez û sîtavê te
Hemneşînin xivşe yê …
Saza te divê
Ew çi saze
Ku dil bo te bijenîne …?
Tenê min awazek heye
vîna te pê diderînim …..
KEVAL
Eger ku tu hatiba
Egera min
Bi egerê nebû
Û dil sotin
Ne para me bû …
Di şeveke şev şevînî
Gava ku ewir
Rû yê ezman diseyînî
Hîv winda dibe
Û tîrên birûska
Aso yan diderînî
Tu kevokek
Ji hêlîna xwe tertilî be
Bê û li keleha sînga min
Dînî
Tê çendî ciwan bî
Çendî şêrîn bî ….
Û bi egera
Eger pêk nayên
Ku tu ne dilvîn bî
Har û dîn bî …
Wê gula evîna min
Bê bîn bî … û
Buhara min ne rengîn bî ….
BÊHNA CÛDA
Bi baweşîna siba re
Bêhna te
Li derdorê ber belave
Ala û yasmîn bi fedîne …
Te bêhin ji wan birine
Tenê bi reng gul mane
Û çi nav bo wan nîne …
Nizanim ez
Bi çi rengê gulavê
Tu por û gerdenê
Bêhnî dike
Ku çûkên kolana jî
Li dûv te
Bi awaz û tilîlî ne …?!
Çinarê …!!
Te bisk û temberî
Tim ber bane
Û lerzîna sêva
Bo dildara şewşene
Bi baldarî
Tu dil dikelîne ….
Hiş bi carê çûye
Tenê di serî de
Min mistek dewê xave …
Mamuste yê …!
Ez xwezî ya xwe
Bi wan şagirta tînim
Ku hinde caran
Destên tenî pîroz
Serê wan dixrîne …
Û tilî yên nazik
Dêmê wan digezîne …
Erê nazdarê ..
Nazî yên te bê sînorin
Û hez û dilînî yên min
Derya yên bê binî ne …
De cana
Te pêl gelekî li hevdane
Kelek û keştî peçivî ne ..
Belê canê
Ez melevan bûn
Lê te hêz û hiner
Pêk ve têkdan
Û hêvî
Li giravek hêminî maye
Ku tê bo min
Bibe perî û
Reşkonê keser û xwezî ya
Ji vê navê hilîne …
Di sala 1994an de helbestvan Xemgînê Remo ji hêla Koma xanê ve li ser çîroka xwe ya bi navê “Cano Dîno” hate xelatkirin.
JANA HÊVÎ AN
Jan û jan …
Ta bi dawîya janê
Min da dûv leylanê
Keser û keser
Li dojeha guman
Min zevî yên sitrî ya
Bi jana hêvî ya
Di dil de çandin
Û hîva min xapînok
Yara min
Cadûgereke leyzok
Dilê min guloka rîs
Û teşî ristê
Bi çep û rast de badida
Li hişyarî yê
Di xewna de
Min tim sernavê evînê
Dixwend di çava de
Ba û ba
Ez diçûm di nav pêlan de
Û girava bînvedanê
Tim ji min dûr
Mest û mest
Avjenî di derya wê de
Poşmanî ye
Nêçîra nehinga ye
Lêdana tîrên sîxure
Cergê min jê birîn dare
Û reva li dûv rewrewkê
Tenahî ye
Bînvedana li biyabane ….