Ebas Mûsa
Çi ne ew tiştên ku dihêlin jiyan normal be yan jî awarte be? Helbet jiyana civakî avakiriye li ser bingeha tişt û kiryarên dûbarekirî, loma guhertin nearamiyê diberdin damarên wê, berûvajî vê rotînê jiyana awarte ewe ya ku ava dibe li ser pişta guhertin û bûyerên mezin. Ji ber ku civak di koka xwe de li aramî û hedanê digere, çi tevger be jî lerzekê dixe aramîya wî, lê dema ku şepêla guhertinê tê û pê ve, civak bixwe ji hev dikeve, û nearamî li çokan dikeve û êdî hêdî hêdî rengê xwe li gor jiyana nû (ya awarte) divede.
Li Rojavayê Kurdistanê civak ji qonaxa jîyana normal ji pênc salan û vir de derketiye, lê di van pênc salan de ne tenê jîyaneke awarte qedand, lê jiyaneke tevlîhevî cêwî awarte lê normal di heman demê de.
Şer û penaberî: Şer û penaberî du tiştên herî serke bûn ku jiyan li Rojavayê Kurdistan û şixwe li Sûryayê bi tevahî guhertin, lê guhertinin tund, ku civak tert û belav kirin û serûbinî hev kirin, bi sedema şerê dijwar benaberîyek bêhempa çêbû, tevî ku şerê tund û dijwar li seranserî Sûryayê hebû lê şerê herî tund ne li Rojavayê Kurdistanê bû, belam penaberî bêhempa bû.
Li welatên ku şer li wan diqewime civak êdî hêdî hêdî dikeve kirasê wê nearamî û awartebûnê de, civaka Îraqê, paşî 2003an û derbasbûna Amrîka kete heman qonaxê de, lê dixuye ku civak nikare wî hestî binasî ger ew bi xwe tê re derbas nebî. Şer li talda te be jî wê hestê te nehejîne dema ku bibe kiryareke rojane, lê wê hestê mirov serûbinî hev bike dema ku şer di bin çengê te de be, loma di şerê dawî de yê ku li Qamişloyê qewimî civak ji jiyana xwe ya normalî awarte derket û tirsê xwe berda damarên civakê. Penaberî ew jî ji wan tiştên ku jiyana civakê guherand, ji ber ku malbat ji hevdeketin, di rêyên mirinê re yê zor û zehmet, berû bi welatên Rojavayê de. Malbatên li wir bi zarokên xwe yên li welêt de diaxivin, zarokên li wir bi malbatên xwe yê li welêt diaxivin, ciwanên li wir yên ku di rêyên mirinê re derbas bûn ta gihaştin penaberiya xwe ya dilêş bûkên xwe yên xweşkok dughezin û li bende wan dimînin heta ku qanûnên wan welatan li bejna wan bê. Enternet jî ew alava herî sivik û lezok ya ku êş û azaran di be û tîne di navbera welêt û penaberistanê de. Li Rojavayê Kurdistanê îro ro jiyana normal û awarte tevlî hev bûye, ji ber ku dolabê jiyanê gerok e, carnan bipêş de diçe û carnan radiweste, lê carnan mîna destar digere tiştan di nava xwe de dihêre û dema radiweste êşan didirîne.
Ev gotar di hejmara(42)an ya rojnameya “Buyerpress” de hatiye weşandin1.5.2016