Mihemed Şêxo
“Cihê serbilindê ye ku çiqas bobelat û şerê birakujiyê li Başûrê Kurdistanê çêbû lê yekîtiya Nivîskarên wan ma yek ji hev cuda nebû!”
Gêr bûye gêr e!!!!
Ger mirov bi awayekî hûrbîn li rewşa ku nivîskar ketinê de binere, ez behsa nivîskarên Rojava dikim, wê bê dudilî encam ne bi dilê berketiyê wan be!!!
Nivîsandin karekî kesayetî pîroz e, bi hiş û gerdûna mirov ve girêdayî ye, tevlû ku demê dixwe lê ew dem temenê daner e!!!bi çi awayî be ew nêzî êş û jankêşana kesan e, ji ber vê yekê ew û jiyan bi hev re tên îşikdan, nemaze ku daner ji miletekî xwedî dîrokeke balkêş be, lehengiya bav û kalên wî rûpelên demê ji zîv û zêr bi xewn û viyana xwe xemilan dibin.
Rêxistin:
Çawa rêxistin ji bo birêvebirina jiyana miletan pêwist e, wilo jî ji bo kesên eynî kar dikin bûye pêwist, ji ber vê yekê sazî, yekîtî û girûpên rewşenbîrî di dîrokê de hatine saz kirin. Ji bo em derhal berê xwe bidin amanca xwe divê em bêjin ku çar rêxistin ji bo nivîskaran hatine binavkirin:
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê
Yekîtiya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
Rewş :
Sê rêxistin ji van li ser xaka welêt kar dikin yek jî li derve pir çalak e, lê ya qenc ew e ku ew zanibin ew çima hatine çêkirin û karên wan çi ne!!!!? Ger belavkirina rojname û pirtûkên kurdî ne karê van rêxistinan be gelo wê çi karê wan be!!! Dido ji wan yên rêxistina ne û dido serbixwe ne, lê mijar û karên wan divê rewşenbîrî be ne weke şaneke partîtî be, hinin ji berpirsyarên van rêxistinan ti cudahî di nav wan û mejiyê siyasetmedarên kevneperest de nîne, mîna ku çawa hin partî xwe dibînin ku ew tenê mak in ji hemi partiyên dî re, dibêjin bila hemî nivîskar werin têkevin bin baskên me de!!!!
Nivîsandin berpirsyarî ye,çi kesê dinvîse giring e bizanibe ku istubariya wî pir nazik û dijwar e, lê mixabin ji ber rewşa ne saxlem ya ku em tê de dijîn her tişt berevajî hev bûye û gelek ketine van yekîtiyan, mîna partiyan, ku ew ne nivîskarin û ne rewşenbîrin û ne xwendevanin baş jî ne, lê wiha ev siruşta rijî partiyan kiriye nav van yekîtiyan, çimkî ji ber nezaniya siyasetmedarê kurd wî her tim xwe didît helbestvan, çîroknivîs, şanoger û mûzîkjen!!! Qey wan nizanîbû ku jiyan ber bi profoşînaliyetê ve diçe!!!!
Daxwazî :
Li gor nerîna min giringe ku her çar yekîtî xwe nêzîkî hev bikin û li ser maseke rastiyê rûnin û çend pirojan pêşniyar bikin û li ser wan li hev bikin, mîna belavkirina kovareke toreyî yan lidarxistina Mihrecana Hebesta Kurdî yan Roja Çîroka Kurdî.
Ez vê banga xwe ji her çar yekîtiyên nivîskaran re rêdikim da xwe nêzî hev bikin û wek nivîskar û rewşenbîr biramin ne wek siyasetmedar çimkî partiyên me dûvikin ji partiyên Kurdistanî re, û van partiyan destên xwe dirêjî nav rêxistinên sivîl jî kirine û ew jî parçe kirine, tevlû ku rola wan gereke alîkarî bana ne ku nexweşiyên xwe kiribana nav yekîtiyan.
Cihê serbilindê ye ku çiqas bobelat û şerê birakujiyê li Başûrê Kurdistanê çêbû lê yekîtiya Nivîskarên wan ma yek ji hev cuda nebû!!!!
Ev gotar di hejmara (42)an ya rojnameya “Buyerpress“de, hatiye weşandin1.5.2016