” Berî ku ji mal derkeve destê xwe diavêt bêrîka çakêtê bavê xwe yê dalqandî. Dengê ku ji wan perê hesinî dihat, rehek ji orta dilê min diqetand, zingîniya wan heta roja dî li ber guhê min dima”.
Min -şagirtê hişmend- çavên hingivî diguvaşt, ji piçkên tirsa di qorzîkan de dalqandî maye paqij dikir…
Du tiştan ez pûç kiribûm; serma navê û şerma bêrîkê. Her du jî yekserm û yekşerm in….!
Sermê di wê tarîtiyê de tîrên xwe berdidan laşê min, wî jî bêçar qulikên çermê xwe ji wan re vedikir, bê berxwedan pêşwaziya leşkerên wê dikir, û keleha xwe di dest wan de berdida. Bi destê sibeha re xwe ji wî dagîrî azad dikir.
Lê şerma bêrîkê, derman jê re tune bû. Sedemên wê jî yek tenê bû; tunebûn.
Ez li deverekê tenê bi vê êşê hest dibûm; dema ez sibehan diçûm dûv hevalê xwe yê dibistanê. Rewşa wan a aborî pir xweş bû. Hedan li agirê sopa wan tune bû, ne bi şev û ne bi roj. Bi derbasbûna oda wan xwîn ji nû ve di hemû damarên laşê min de -Piştî tînê dida wan- xweş digeriya. Bavê wî ji min dixwest ez nêzîkî sopê bibim, min nedixwest, ez bi wê tîna ji dûr ve li rûyê min dixist kêfxweş dibûm, ew besî serê min bû..!
Hevalê min taştêya xwe bi payebûn berdewam dikir, her diranekî wî rengek xwarin dixwar. Qeymax, penêr, hêkê qelandî, zeytûn, hêkê kelandî û şîr. Hilma van cureyan xwe berdida kûrahiya nava min ya sar. Nava ku ji bilî îsotê kesidandî û zatera bê zeyt xwarina wisa tu car di hundirê xwe de nedîtiye.
Dema hevalên min taştiya xwe diqedand, diya wî çenteyê wî jê re tev dadigirt, mozek dixist kêleka pirtûkan de. Ew bi dengekî nizm şîret dikir:
– “Dûv re hindekî bide hevalê xwe ha; guneh e..!”
Hevalê min serê xwe ji diya xwe re dihejand, lê şîreta wê li ber avȇ diçȗ.
Her roj ev şîret bû, her roj hevalê min pêk nedianî û her roj min fehêt dikir ku ez ji diya wî re bêjim.
Berî ku ji mal derkeve destê xwe diavêt bêrîka çakêtê bavê xwe yê dalqandî. Dengê ku ji wan perê hesinî dihat, rehek ji orta dilê min diqetand, zingîniya wan heta roja dî li ber guhê min dima. Min çiqas dixwest rojekê destê xwe bixim bêrîka wî çakêtê daliqandî û kêlîkekê tiliyên xwe di nav wan pera de bibim û bînim, bê ku ez ji wan bibim.
Destxistina nav wan jȋ ji min re xewn bû..!
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (38)an de hatiye weşandin