Silêman Azer
2-Ya didiwan çênabe tu kes çixarê bikşîne û agirekî bi rê de vêxe, tu di ber xwe de hêdîka dibêjî ev ji her tiştî pîstir e, tu yê ku tutinê dixwî ne dikşînî, çawa tu yê bikaribî bi xwe.
3- Sisê telefon divê venebin û bêdeng bin, û çênabe heger çi çêbibe tu wê bikar bînî, û ji xwe ta bi kuxik û pişikandinê jî çênabe, baş e.
4- Ya dawî û herî giring rêberê we bêje we bimrin divê win bimrin, û li kîjan cihî ku we dengê fîşekan kir divê her yek di cihê xwe de rûne û destên xwe deyne ser serê xwe, û bi carekê nelebite, û ev rê win bi qaçaxî lê didin, ne riya dê û bavê me ye, û çi bi serê we were ne gunehê me ye, rast e me ji we re got me rê kiriye lê em nizanin çi li pêşiya we ye.
Bi van gotinên dawî, piştî ku wan seyan armiya kerî misoger kir, bi dizika vekeşiyan û ew radestî wî rêberî kirin, libkên koçberan di tayên tariyê re derbas bûn, û ristek ber bi tiliyên nediyariyê ve hatin kişandin.
Ez nizanim gereke em spasiya wan qaçaxçiyan bikin, an em nifretan li wan bikin, em yên ku bidestê xwe em xwe radestî wan dikin, mal û milkên xwe difiroşin da em wan têxin devê van kesan, ku bi tenê ew te bi wan pereyan dipîvin, ango tu hêja yî çend hezar Euro, an Dolar, ji bilî wilo çarenûsa te ne ji wan re derd e, û heger bê ya dawî ew dibêje te: Yabo ma min xwe biqurbanî te kiriye ta tu ji welatê xwe koçber bibî, ev tişt karê min e û ez nikarim xema te bixum û hêsiran li ser te bibarînim.
Gelo qey birastî şev kor e û cihan ji hev dernaxe, bi tenê ew nexşeyên xwe dike û em rengên tayên wê hildibijêrin, û em kirasê wê lê dikin, heger spî, reş, an rengîn be.
Bêdengî bi tenê ji xişxişa gavên wan koçberan di nav pelên darên payîzê de ditengije. Serê wan ber xwe ve diçimîne û hewl dide ku bibe hevparê wan çîrokan, yên ku xwe bi bendewariyê pêçane.
Gelo ev qas tarîbûn di ku de bû, tevî ku dunya sayî ye û heyv nû ye jî, lê himbizbûna wan daran piştrast in bi reşê, û belkî ew jî matmayî ne ji van kesmên ku yekem car bê destûr êrîşî şahînşahiya wan dikin, piştî sed salî ku van qûnaxan kesm û bîna mirovan jibîrkiriye, piştî şerê di navbera dewleta Osmanî û Bulgaristanê de, van daristanan gelek şewat û bîna biraştina laşên mirovan bin ax kiriye, û dorpêçkirina bajarê Edirneyê di rûpelên dîrokê de mohir kirin, lê ji wê demê de yekem care ku hînî mirovan dibin, bi taybetî koçberên Sûriyê.
Bêguman gelek tiştan ji hev re dibêjin bêyî ku wan koçberan agahdar bikin, û gelek çîrokan jî vedişêrin.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (38)an de hatiye weşandin