Şêrko Ebdulrehman
Êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Rojavayê Kurdistanê de, gelek wateyên cur be cur bi xwe re tîne holê. Lê wateya ji bo me pir girîng ew e; tirsa dijmin zêde dibe! Êdî Rojava ne tenê xwedî rêveberiyeke herêmî ye, lewra wê asta rêveberiya herêmî derbas kiriye û ber bi Federalîzmê diçe. Dema artêşa Tirk bikeve nava liv û tevgerê û mewziyan li ser sînor bikole her wiha hêzên QSD`ê bombebaran bike, ev tê wateya ku tirsa wan pir zêde bûye û bi agir dilîzin! Ev destwerdan ne vala valaye! Ev e derseke bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Derseke girîng e em bizanibin ku di serî de dewleta Tirk a faşîst dijminê me ye, û hemû hewildanên tevliheviyê ji kûrahiya vê dewletê tê der. Dibe ku ta anha min tiştekî nû negotiye lê tiştê nû tim heye.
Di van êrîşan de Kurdekî ku bi ser koalîsyona oposîzyonê ye (îtîlaf) wisa dibêje: Êrîşên artêşa Tirk di cihê xwe de ne û em pê kêfxweş in! Bi rastî ez navê wî nabêjin ji ber ku navê wî ji rêzê ye, her wiha hurmeta min ji vê rojnameyê re heye. Lê belê vî kesî asta kerxaneya siyasî derbas kir, ev ne siyasetmedar e ev di kerxaneya siyasî de dixebite. Ev yek rastiyekê tîne bîra min ku gelê Kurd her dem ciyawaz e, di şer, huner, hevaltî, cengawerî, berxwedêrî û di ajaniyê de jî.
Ez bawer nakim ta anha ajanekî kêfxweş bûye bi bombebarkirina gelê xwe. Lê mixabin ajanên me bi windakirina hêviyên me kêfxweş dibin.
Lê ya rast; li Rojava hêviyeke mezin heye. Hêviyeke pir mezin e ku êdî gelê Kurd ji bin zordariyê debikeve û mafê xwe bidest bixe. Derbarê vê yekê hin welatî dipirsin û wisa dibêjibn: Ma gelo ev yek wê ji bo me bigihêje serî yan jî wê serkeftina me dewam bike? Di nêrîna min de tenê bersivek heye; bêguman hêvî xurte ji ber ku ne tenê hêviyên xew û xeyalan e, ev serkeftin û destkefiyên li Rojava pêk tên, bedêla wê xwîn bû, koçberî bû, vîn û viyan bû. Hezkirina vê xakê bû û viyana gel bû (îradeye gel bû). Bi rastî Rojava cihê şanaziyê ye û serkeftinên wê sembolên Pirtûka Pîroz tîne bîra min çimkî di tê de hin sembol derbarê gelê Kurd hatiye nivîsîn ku ev gel gelê Xudan e û kesên ku şerê gelê Kurd dike di heman demê de êrîşî viyana (îradeya) Xudan dike.
Lewma xeta dîrokê bi pêş ve diçe û ew kesên qaşo siyasetmedar in li pey xwe dihêle di nava toza dîrokê dimînin. Û ti car nayên bîra mirovan. Ew tenê di qada toza dîrokê de bi bîr tên.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (38)an de hatiye weşandin