Shahînê Bekirê Soreklî
Hema navên mit û keskahî û pincara ku di nav 50 salên borîn de, bi encama berfirehbûna çandiniyê û sedemên din wenda bûnî bide ber çav, û babetên hinek lawirên li Kurdistanê nemanî.
Bêyî guman, li gellek beşên cîhanê guhertinên mezin yên xwe bi Çandê ve girê didin cîh girtine, lê li hinek welatan dîroka çandî hatiye parastin û Çanda neteweyî di gellek waran de zindî maye. Em nikarin bibêjin ku tevahiya egera neparastina dîroka çandî li nik Kurdan xwe tenê bi bindestbûna wan û welatê wan ve girê dide. Li Asyayê û Afrîkayê netewene hene ku ji mêj ve xwedan dewlet in, lê li nik wan jî parastina dîroka çandî hema-hema tune. Li milê din, li welatekî wek Îrlendeyê ku bi sedan sal tê de îrlendî bindest bûne û heta gellekan ji wan nema bi îrlendî axaftine, dîroka wan ya çandî ta radeyeke bilind maye. Bi dîtina min, egerên herî grîng yên wendabûna şopên dîroka çandî li nik Kurdan xwe bi hinek sedeman ve girê didin û du sedemên grîng ji wan ev in: 1, Kurd bi xwe bi pirranî nexwende bûne û 2, dewletên desthilatdariya Kurdistanê kirinî bi xwe ji şaristaniyeke ramyariye bilind û baweriyên adelmendiyeke mirovahî dûr bûne. Di zimeanekî wek zimanê tirkî de peyva ku ji bo Çandê dihêt bikarhanîn, kültür, peyveke biyanî ye. Di zimanê erebî de peyvên “theqafe” yan “hedare” ku li şûna Çandê dihên bikarhanîn xwebêja durist ya peyva înglizî “Culture” yan ya almanî “Kultur”nadin… (reh: peyva latînî “cultura” – wek “kultûra” dihêt xwendin -).
Çanda Kurdan yeke devokî bûye û hîn îroj jî ta radeyeke bilind û di gellek waran de di nav Kurmancan de her weha dimîne. Çanda ku nehêt nivîsandin û qeydkirin nikare bi sedan sal zindî û resen bimîne. Di nav Kurdan de bi milyonan “têkoşerên siyasî” û şervan hebûne, û hene, lê gelo di nav milyonan ji wan de, ji demên par bigir ta îroj, çend kes hebûne ku xwe bi arşîvkirina tiştên derbarê Çandê de, qeydkirina têbiniyên derbarê Çandê de, û nivîsandina li ser Çandê mijûl kiribin? Ew berhemên ku çend ciwanmêran li ser Çandê nivîsandine jî, gelo çend Kurdan hay ji wan hebin! Ya rast berhemên derbarê Çanda Kurdan de hatinî nivîsandin bi pirranî ji aliyê çend biyaniyan ve di sedsalên borîn de hatibûne nivîsandine. Gelê kurd û rêxistinên siyasî yên vî gelî bi pirranî derbarê parastina Çandê û misogerkirina ku naveroka Çanda neteweyî dê bo nifşên sibe û dusibe, bi kêmasî bi nivîs û belgeh, di qalibekî resen de bimîne bêyî haydarî, zanistî û tecrûbe ne. Eger îroj biyaniyek ji me bipirse “Çortan li Kurdistanê çawa dihêt/ dihat çêkirin?” Gelo çend pirtûk di dest me de hebin ku em bikaribin tê de bersîva pirsa wî bibînin? Û çêkirina kelpîçan, tepikan, xaliyan, kulavan, babetên xwarin û vexwarinê… li nik Kurdên demên par? Û gelo çend Kurdên bakurî derbarê Çanda di nav Kurdên rojhilatî de haydar bin? Û gelo çend Kurdên rojhilatî derbarê jiyana Kurdên binxetê de haydar bin? Em behsa hebûna neteweya kurdî dikin û hemî kêmasiyên xwe dixin stuyê recîmên dîktator, ku ne bêyî tawan in, lê gelo çend Kurd bikaribin hema straneke ji beşekî din ji zaroyên xwe re bistrên? Fermo li ser taxeke şûna tu lê ji çend Kurdan re bibêje: Ji rindiya xwe ji min re piçekî behsa Çanda Kurdan bike. Hêvîdar im bersîvên wan hêviyê di dilê te xwendevanê hêja de vejîne!
Milletekî nexwende kujerê Çanda xwe ye, çimkî Çand çiqa dewlemend be jî, bêyî xwendin û nivîsandin dê zû-dereng ji xwe wenda bike, têkeve bin bandora çandên din; û li milê din, çandên din ê ji naveroka çanda nexwendeyan bibin û bikin ya xwe. Lewma gerîna li çareyên parastina çandê bo Kurmancên îroj ji durishma “Bijî Kurdistan” gellekî grîngtir e. Çima? Ji ber ku çanda Kurdan hebe, Kurd nemir in, lê Kurdistana bêyî çanda kurdî bênerx e!
Kurdan pêdivî ne tenê bi fêrbûna xwendin û nivîsandinê heye, lê her weha çandina erf û toreya xwendinê di nav xwe de. Ger Kurd xusetê xwendinê di xwe de bi cîh nekin û nebe xwendevanê bi zimanê xwe, nivîskarên berhamçak jî di nav wan de pirr nabin. Ger xwendevan zêde nebin firotina berheman jî cîh nagire, û ta roja ku nivîskar nikaribe xwe bi pereyên firotina berhemên xwe xwedî bike, ew ê nikaribe hejmareke ber bi çav ji berhemên baş jî biafirîne. Û ta hunermend nikaribe jiyaneke xweş bi saya berhemên xwe bijî, ew ê nikaribe gellek berhemên çake hunerî jî bo xelkê xwe misoger bike. Di rewşa îroj ya kambax de nivîskarê kurd ne ku tenê bêpere dinivîsîne, lê bi ser de bizava weşandina berhemekê bo nivîskarê kurd carine bi îhanetê dagirtî ye. Bi encama va rewşa li pêş çavan Kurd dibin xwediyên stranbêjine ku heta bi navên CD’yên wan be jî şaş dihên nivîsandin, ku heta stranên wan yên gelêrî jî dihên şaşo-maşokirin û zimanê wan yê mayî bi telafuzeke neqenc dihêt brînkirin.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (38)an de hatiye weşandin