Refîq Ibrahîm
Di nava zêdî çar salan de ji qîrana Sȗryê gelek tişt derketin hole, gelek wêne di ber çavan re derbas bȗn bandora xwe li ser Kurdên Rojava lîst çi bi başiyên xwe, çi xerabî li rewşa devera me kir. Ji hêlekê ve gava rêcîma desthilat di deverên Kurdan de bȗ hemȗ lîskê xwe yên qirêj bikar tanî, her tişt ji xwe re helal dikir eşkence, zordarî, bi rengekî berbiçav ȗ eşkere li ser gelê Kurd dida meşandin, gelek astengî jê re çêdikirin ta ku nikaribe tev bilive.
Çi yekî Kurd serî radikir bi xiyanetê tewanbar dibȗn, dihatin binçavkirin, hetanî bi zimanê zikmakî qedexe bȗ. Karê partiyan ȗ siyasetê karekî pirzor bȗ bi dizî dihate kirin. Yê ku di nav lepê recîmê ketya vegera wî pir zehmet dibȗ, ji ber tiştê di zindanê de dibȗ nayne ziman, di wê demê de Kurdên deverê wek kerîkî bê şivan bûn, wey li wî be yê ku xwe ji peşkê pîsya bazdaya.
Ji ber dijminekî bê bext ȗ bê wijdan ȗ bê ol bȗ. ji destpêkê de şoreş derbasî bajarê Kurdan bȗ Kurd ji her kesî bêtir xwedî lê derketin. daketin kolana dijî kiryarên rêcîmê bi rengekî aştyane bi siloganê azadî, valakirina zindana, wek hêvî, bidestxistina mafê gelê Kurd. lê mixabin gelek ji wan kesên ku li ser piya bang dikirin qaşo serkêşya xwe pêşandana dikirin li gorî bercewendiyên xwenî teng kar ȗ xebatê xwe kirin gel xapandin armancê xwe bi cî anîn ew hiştin yeko yeko bazdan.
Her tişt li paş xwe hiştin henekê xwe bi milet kirin, bi kolanê dewleta ketin xwe kirin opzisyon. Lê birastiya herî başî berbiçav ku beşê herî pir ji Kurdan zanibȗn şiyarbȗn xwe amade kiribȗn biryara xwe stendin çi dibe bela bibe lê devrê Kurdî xerab nebin, kuştin çênebe bajar wêran nebin, talan nebin xeta sêyemîn ji xwe re hilbijartin ji bo pirsgirêkê xwe çareser bikin li gorî xwesteka gel gavê xwe avêtin sazî ȗ navendên xwe ava kirin gel bi rêxistin kirin, ev yek bȗ cihê dilxweşyê ȗ rêzgirtinê.
Hêza YPGê ava kirin ta ku karibin parastina Rojava bi giştî bikin. Bi rastî jî di demeke kurt de bȗ hêzeke serke di seranserê Sȗryê de. Vê yekê hişt dijmin pir hesaba ji Kurdan bikin komên tîrolîst ji hemȗ deverên dȗnyayê dan hev bi ser deverê Kurdî ve şandin da bajerên Kurdan kontirol bikin, lê xelkê Rojava li xwe bi xwedî derket li himberî van kiryaran berxwedaniyek bê hempa dane meşandin deng da seranserî cîhanê bi hezara qȗrbanî di vê riyê de danîn serkeftinên dîrokî bi dest xistin ne lêşkerî bi tenê jî lê siyasî, abȗrî, aramî, ….).
Ji alîkî din ve jî tevliheviya li Sûryê çêbȗ gelek kesan ji xwe re kirin armanca danheva pera ȗ lêgerîna kursiya xwe kirin ber pirsê gel bi lîstokên genî xwe gihandin cihê ku dixwestin. Wekî em hemȗ dizanin gelek ji van kesan yê bi ro pê de xwe dikirin xwediyê milet yek ji zarokên xwe yan mirovên xwe li Rojava nehiştin. Bi roj pê de serê xwe bidestkevtiyê lehengên me mezin dikin.
Geleka ji wan hetanî berî çar salan eşkere recberya rêcîmê ȗ kesê pê ve girêdayî dikirin. Ma gelo kengî ev hêza netewî bi wanre pey da bȗ ku bixwe hisyan ji nivşkêve bȗn serkêş ku kesek nema dikare navê wan bîne ser zimana. Bela em di wê baweryê debin ku ev kesana wê hesab beware bê dîtin ewê ku bîna genî biwan ketiye ew jî baş xwe nasdikin. Çi kesê li ser xwîna şehîdan.
îro xwe kirine pêşeng wê deynê vê yekê ji wan bê stendin bela di xewin ȗ xeyalan de nemînîn. Ji ber destkevtiyê bi xwîna pakrewanan hatine bicîkirin. Êdî çi kesên ji bo bercewendiyên xwe hatibe hatiye naskirin. Divê bên cezakirin çi yekî malê vê şoreşê xwaribe, dizîbe, teşqele pêk anîbe divê bê eşkerekirin li dadgeha gel bê cezakirin. Ma ne şerme yên wekî wan me dikin lîstok di nav destê xwe de wekî kerê dama me bibin ȗ bînin. Na ez vê pirsê ji her kesê berpirsyar dikim da ku her kes li xwe vegere ȗ li ser hesabê vî gelê perîşan xwenexapîne bi êş ȗ azarê wî bihise. Bela zanibin gelê Rojava gelekî fidekar e pir ji xaka xwe hez dike, mêr e, merd e, dil paqij e ji bo vê yekê divê em nehêlin ji me bê gȗman bimîne. Yê ku nikaribe ji serê pozê xwe pê ve bibîne nikare tu kesî ji xwe pê ve bibîne, bê gȗman ew ê nehêjabe li ser kursiyê rone yê ji dil ȗ can kar ȗ xebatê neke wê têkeve pir şaşityan de.
ev yek netê wateya ku kesin bi wijdan hene karekî pir bedew dikin lê ew kesana jî gelek pêdivyên jiyanê bêpar dimînin ji ber ji dilekî rast bi axa xwe ve girêdayîne. Ne wekî wan kesên bê wijdan yê ku li qebqeba dengê xwe digerin axetya berî 60 salî li ser gel bidin meşandin. lê ev kiryar nema tên qebȗlkirin êdî xeta xwar divê em hemȗ li dijî wê bisekinin nema ji wan fedî bikin çimkî yê ku mafê min bixwe ez jî nema jê fedî dikim, jê jî natirsim çi şaşitî hebe divê bê eşkerekirin.
Ji ber yê li ser şaşitya nesekine rexnê xwe neke ne ji mafê wî ye yek gotinê jî bêje. Bela her yek bizanibe her kesê di cihê xwe de berpirsyar e di ber vî gelî de dê baş bi erkê xwe rabe. Çimkî yê ku di vê demê de şaşitya daqurtîne wê çaxê ew xiyanetê bi soza şehîdan re dike, xiyanetê bi xwîna wan re dike, bi hemȗ gelê Rojava re dike, bi axa Rojava re dike. Ji ber vê yekê divê em hemî yek dest, yek doz, yek deng ji dil ȗ can berxwedanê bikin ta kes ji me bê par nemîne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 37an de hatiye weşandin