Silêman Azer
Ji Istenbolê ta bi Edirneyê çîrokên koçberan dirêj dikin, hêvî û tirs kêlîkan serûbinî hev dikin, û ew Basa biçûk ji destpêkê de koçberan bêhêvî dike dema ku dû û dûman biser dikeve, lê yê ajoker zorê lê dike tevî ku hundirê wê mişt dû bû, lê ew dibêje xwe ragirin ji ber ku rê kaş e ez nikarim li vir rawestim, û polîs li vir pir in wê di cih de me tevan bigrin, bi van mehneyan rê berdewam kir, tevî qerebalix û gazinên koçberan, lê win ketine davka qaçaxçiyan û pêşeroj û çarenûsa we vê kêlîkê piştî Xweda wê di destên wan de be.
Di wî cihê teng de hiş û ramanên her koçberekî li deverekê ye, lê bêguman cihek bi tenê wan tevan dighîne hev,ew jî bajarê Edirneyê ye, hin dikenin û henekan dikin û ji Xweda dixwazin ku vê carê ew sînor derbas bikin piştî şeş, heft hewildanan, ev lavij wek derziyan derbasî damarên te dibin, gelo qey ez ê jî hewqas car xwe li wî sînorî bidim.
Çavên te keviyên rê dişopînin, lê hişê te noqî gerava pirsan dibe, çima û ji bo çi, gelo qey qederê ev li ser we nivîsandiye an……?
Bi vî rengî û bi van hêvî û şikestinan tu deman di wî cihê teng de derbas dikî û di ber xwe de dibêjî: Xuya ye rast e ev destpêka riya çûn û nehatinê ye.
Şev we ji aliyan didize û rê feraşe di serê we de bêrîkirin û hestan dihêre, ji nişkave ew Bas rê berdide û xwe radestî dehlekê dike, dengê Ajoker gumanên we dirêj nake, dakevin win gihane cihê xwe.
Xuyaye wê Basê yek rast berê xwe da nav daristanan û riya xwe bi bajar nexist.
Berî win çavên xwe vekin çend kesan wek Seyên ku keriyek pez bidin ber xwe û wî dorpêçbikin bi zirt û gef dibêjine we zû dûrî rê bikevin berî polîs bigrin ser me.
Bi vî şêweyî we bicarekê bindestî xwe dikin û ji we re diyar dikin ku ji vir û pê de em sermiyanê we ne, û bi tenê erêkirin ji tê xwestin.
We derbasî taristana wê daristanê dikin,û belkî jî taristana li pêşiya we. Bêçar e win dilezînin bêyî win tiştekî bizanibin, û ew Sege li dora wî kerî dizîvirin, ta tarîbûn we bicarekê didaqurtîne, dengê wan we radiwestîne, li hev kom bibin û xweşik guhdarî bikin,aha naxwe bûye dema fermanan.
1-Ya yekê kesê ku nikaribe bi rêbiwarî bimeşe bere ji aniha ve vegere, ji ber dema we da ser rê tu kes nema dikare alîkariya we bike, û yê li dawî me tu kes li hêviya wî namîne, vêce ew û bextê xwe heger winad bû an jî….û gotin berdewam nekir,û divê win bi rêz li pey hev bimeşin ne wek kom.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 37an de hatiye weşandin