Mêrek bijin hebû her dem jiyana xwe û hevjîna xwe dida ber hev û bi dilgiranî diponijî, ji ber wî her û her bi çavnebarî û hesûdî li jiyana hevjîna xwe dimeyzand, wî ji xwe re digot ew jin her dem li malê vehêsayî ye û tu karê zehmet jê nayê xwestin.
Carekê hevalekî wî çirayek bi diyarî dayê, ew çira Cinê Pêkanîna Hêviyan jê derdikeve, her tiştê jê tê xwestin bê dudilî pêk tîne.
Mêrê çavnebar bi kêfxweşî diyariya hevalê xwe wergirt, û bilez berê xwe da malê, dema çira xwe firkand Cinê Hêviyan jê re derket, cinê wî bi rêzgirtin jê re got:”Padîşahê min ê payedar, ez li ber te amade me , fermana xwe bide da ez di cih de pêk bînim”.
Mêrê çavnebar bê ku dirêj birame xwesteka xwe got:
Xwesteka min ew e tu du rojan tenê jina min bike mêr û bihêle ew wek jiyana rojane ya mêran bijî , û min bike jin da li malê bi rihetî bimînim .
ji ber ku jiyana jina wî dabû dilê wî , wî ji xwe re bi dilêşî digot, ev jin sibê ta êvarî li ser Fêcebookê ye, yan paldayî ye, yan li civata cîrana ye, wensa xwe bi xwarina dendikan û vexwarina çayê tîne, û dawiya şevê li ser rûpelê xwe yê Fêsbookê dinivîse …EZ WESTYAYÎ ME.
Min bike jin da ez tiştan bi dilê xwe ji mêrê xwe (jina xwe) bixwazim, welleh vê kezeba min werimandiye, hingî xwestekên wê pir in, da ez heyfê jê hilînim , û ez têr herim sûkan û peran bi dilê xwe xerç bikim û ew ji ku tîne bila bîne .
Cinê wî bi kêfxweşî got: Tenê ev? li ser herdu çavan, xwesteka xwe wek pêkhatî bibîne.
Cihên wan bihev hatin guhertin û ew bû jin û jina wî bû mêr.
Di roja yekem ji jiyana wan ya nû de , jin(mêr) serê sibê zû ji xew rabû berî her tiştî haziriya taştiya zarokan kir û ew ji xew rakirin û ew şandin dibistanê , paşî bang li mêrê xwe (jina xwe) kir, berî taştê qehwak jê re çêkir, cilên wî utu kirin û taştê dayê û mêrê xwe ( jina xwe) şand karê wî, paş re cilê xwe li xwe kirin û berê xwe bilez da bazarê da karûbarê firavînê bike, ma heyirî ka wê çi firavînê çêke , gelo ez filan xwarinê çêkim wê bi dilê mêrê min(jina min) be, gelo wê zarok gazinan ji vê xwarinê nekin, dawî tewkeliya xwe bi xwedê anî xwarinek bijart texmîn kir ku bi dilê tevan be, firavîna xwe çêkir zarok ji dibistanê vegeriyan , xwarina xwe xwarin , paşî mêrê wê jî hat ( jina wî) firavîna wî jî dayê û mêrê wê çû hinekî danê esrê ji xwe re raze, wê(wî) berê xwe da mutfekê kel û pelên xwarinê şûştin piştî se’etkê mêrê wê ji xew rabû , hê çavlixew çayê xwest, çaya xwe bi lez vexwar û berê xwe da çayxanê da bi hevalên xwe re biwenise û heta derengê şevê li wir qedand.
Dema mêrê wê (jina wî) dereng vegeriya malê , çû bi kêfxweşî derî jê re vekir , bi hisret li bena çend gotinên xweş ma ku mêrê wê (jina wî) jê re bêje, lê çi qewle û çi behse, yek gotina xweş ji devê wî derneket, gotinên wî tev gilî û gazin û xwestek bûn û çêkirina şîvê jî jê xwest, dawiya şevê dema razana, cilên xweşik ji mêrê xwe re(jina xwe re) li xwe kirin, xwe kil û neynik kir û şeva xwe bi evîndarî derbas kirin.
Bê ku em hûrgiliyên roja diwem jî bêjin jina pepûk (mêr) roja xwe ya din jî bi wê merezdariyê qedand.
Herdû rojên bazara wî û cinê wî bi dawî bûn… bi bîntengî çira xwe careke din firkand , cinê wî jêre derket û xwe ji xizmeta wî (wê) re amade da xuyakirina .
Cin bi dilovanî got :” xatûna min a hêja .. ez li ber destê te me .. ez xizmetkarê te me.. bêje .. tu çi fermanê didî”.
Wî li cin vegerand; zû min vegerîne wek berê berî ez ji qehra û westanê bimirim , ma ne tu cinî ?.. tu her tiştî dizanî, ma te şîretek li min nekir, te nego ev kar ji te re ne lazim e , zû min vegerîn wek berê , ez dest û lingên te maç dikim”
Cinê wî bi ken lê vegerand û got , mixabin , ez lêbûrîna xwe ji te dixwazim, ez her tiştê dinyayê dikarim bikim , ji bilî ez te vegerînim wek berê, ji ber ku min peyman û sûnd ji Saziya Çavdêrî Û Parastina Zarok Û Jinan re xwariye, ez ticarî jiyana kesî ji wan bidawî nekim .
Ez nikarim te vegerînim mêraniya te ya berê, heta 9 heyvên te temam nebin , ji ber tu bi halekî yî.
5/1/ 2016z
Ramana sikêtçê ji postekî Ciwan Temo yê fêsbookê bi zimanê Erebî ye
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 37an de hatiye weşandin