Qadir Egîd
Reva ji dibistanê leçbûn û xwariyek di reftarê (silûk) zarokan de ye, ku ew zarok bê sedem û egerên berbiçav, bê haydariya dê û bav, bê sedemin diyar , û bê rêdan û izn ji hêla rêveberiya dibistanê ve naçe xwendin û dibistanê xwe ye.
Gelek sedemin civakî, derûnî, û ta aborî jî hene, ku dihêle ev rewş li gel zarokan derkevin hole. Divê malbat di qonaxa destpêkî de, dema ku zarok diçe refa yekê ji xwendinê guhdariyê li vê yekê bike, ew ji jiyanekê diçe jiyaneke dî, jîngehek nû, kesayetin nû “berî hevaltî çêbibe”, miroveke nû bi navê mamoste, û demên dirêj ji rûnişina li ser kursiyan, û ya herî balkêş zimanekî nû. Lê piştî ku rêbaza kurdî derbas bûye dibistanan dibe ev sedem hindekî sivik bûbe.
Zarokin hene, ji koka xwe ve newêrek in, dema ku diçin vê jîngeha nû, rastî pirsgirêkin derûnî “nefsî” dibin, û ew tirseke mezin li gel wan diafirîne, nexasim tirsa lêdanê ji hêla zarokên şûm û zexel, lewre ta ku jê were wê sedem û behaneya bo neçûnê biafirîne, û dibe ku li xwe û tirs û newêrekbûna xwe ji dê û bavê xwe re mikur were.
Zarokê ku “delalî” be û pir bi dê bavê xwe ve girêdayî be, ne hêsan e ku zû bi zû xwe ji wan berde û qebûl bike ku here dibistanê.
Gelek caran ev pirsgirêk bi zarokan re bê sedem û ji nişkave derdikeve holê, sibeha ji xew radibe û bi serê xwe yan zikê xwe digre, û bi behaneya êşa wan xwe di nav livîna de dihêle, gelek caran jî dibe ku xwe verşîne yan madê xwe bixelîne. Li vir dê û bav dikevin heyrekê de, û wî wê rojê li mal dihêlin. Lê piştî çend kêlîkan ew nexweşî ji derdorê diçe, û dibe kesek normal. Eger ev fen û fût di ser dê û bav re derbas bibin, wê ew zarok rojeke dî, û yek dîtir jî van hewldanan zexel bike.
Carinan nejîhatîbûna zarokan û tirsa wan ji cezaya mamosteyê wan jî dibe sedema neçûnê. Ev rewş jî pir zarok gazinan jê dikin, û sedema wê jî ew e, mamoste ne, mamosteyên ku zarokan li dibistanê bi awayekî tund û tûj ceza dikin, mîna ku wan demin dirêj li ber hêt disekinînin, her dû dest û lingek wan hildayî be, yan bi kenarê darê lêdanê li pişta destên wan û serê tiliyên wan didin, yan jî hindek caran bi daran li lingê wan didin (feleqe). Ji xwe ev yek jî vediger neperwerdekirina mamosteyan bi awayekî zanistî û pispor.
Gelek encamê reva zarokan ji mdibistanê hene, ji wan derngmayîna zarokan di xwndinê de, fêrbûna tiştin kirêt ji hevalê neqenc, herweha fêrbûna derewan û nebaweriya zarokan bi kesayetiya xwe ku hino hino qels dibe ta ku dighêje astekê wenda dibe.
Lê ta ku dê û bav bikaribin vê diyardeyê bidawî bikin, yan bi kêmanî encamên wê li ser zarokan sivik bikin, divê bi hindek gavan rabin, mîna fêrkirina zarokan berî derbasbûna dibistanê, anku hindekî ji wan re li ser dibistanê biaxivin, û ne derd e eger serdanekê yan didwan bo dibistanê pêk bînin, û jê re li ser biaxive. Ya herî giring di vê qonaxê de ku zarok herin dayîngehan”rewda” ji ber ew nimûneyek biçûk ji dibistanê ye.
Piştî çûna zarokan ji dibistanê re, pir giring e ku serdanin berdewam ji hêla dê û bav re lê hebe, ta ku rewşa kurê xwe ji hêla xwendin û derûnî bişopînin.
Gerek e di qonaxa pêşî de ji sala xwendinê bav kurê xwe bibe û bîne dibistanê, û her êvar li gel rûne, pirsa xwendinê jê bike, alîkariya wî bi awayekî nerm û li gor têgiştina zarokan bike, û nav tê bide ta jê hez bike, herweha merov dikare jê re behsa giringiya xwendinê ji bo pêşerojê bike, û eger xwendina xwe berdewam bike wê çawa bibe tiştek xwedî şan di nav civaka xwe de, lê bi awyekî hêsan û bi gotinin nêzîkî mejî û hişê wî, û ta ji merov were dûrî gotinên qelew û zehmet bikev .
Eger merov bixwaze zarok gelekî ji dibistanê hez bike, wê diyarî û xelat pir di vê yekê de alîkar bin, û nexasim ger sozin bo derketina gulîstan û sûkê û kirîna lîstikin nû pê re hebin.
Ji hêleke dî ve, erkrk li ser rêveberiya dibistanan dikeve, divê ew di destpêka sala nû de, ahengekê ji bo zarokên dibostanê lidar bixe, dibistanê bi wêne, û tiştên ku zarok ji wan hez dikin bixemilin, ta ku bala zarokan bikişînin.
Gerek e dê û bav ji rewşin wisa bêtirs bin, û ta ji wan were li vê diyardeyê ne weke nexweşiyekê binêrin, vajî wilo, ew dikarin danustendinê pê re ji qurçikek taybet bikin, û bihêlin ku ew bibe sedema hezkirina û girêdana zarokan bi dibistanê ve
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (36) 1/2/2016 an de hatiye weşandin