Şêrko Ebdulrehman
Carcaran pêwîst e mirov hizir bike û rê li pêşiya vekolîna baweriyên xwe yên rûniştî; veke. Çimkî ti kes şareza ji dayik nabe. Her wiha raman û baweriyên di mêjiyê me de rûniştî û cihê xwe girtiye ne tam rast in! Ev gotin bi taybet ji bo kesên ta roja îro pesnê kujerên bav û bapîrên xwe dikin!
Ev gotin arasteyî kesên ku rastiyan berovajî dikin, bi taybet jî yên weke rewşenbîr xwe didin nasîn. Ew kes xwedî erkên giran in, lewma ez gotinên xwe arasteyî wan dikim. Hê jî mirov û rewşenbîr di civaka Kurdistanî de hene rastiyan berovajî pêşkêşî gelê xwe dikin, û tiştan bi nav nakin an jî navên bûyeran diguherin. Weke mînak; tu kes – ne rewşenbîr ne zagonsaz- bi awayekî fermî komkujiyên ku bi serê Kurdan de hatine, pênase nake. Mixabin komkujî û kujer ta roja îro berdewam e û berpirsyarê wê ji hêla neviyan tên pesinkirin!!
Beriya 1400 salî êrîşên hovane li ser gelên herêma Mezopotamyayê pêk hat, şaristanî hate rûxandin, zilam hatin kuştin, jin jî dîl hatin giritin û zarok bûne xulamên dagirkeran di riya êrîşên hovane yên di bin navê belavkirina ola Îslamê de pêk hat. Êrîş an jî (xezû) pêk hat û qediya, ev rastiyeke dîrokî ye, ti kes nikare dîrokê vegerîne yan jî biguhere. Ew mijareke borî ye, lê em dikarin navê rast lê bikin; êrîş êrîş e nabe ez weke “Fetih” bi nav bikin an jî ez razîbûna xwe derbarê kesên êrîşkar de; nîşan bidim. Ji mafê min e ku ez ji kurê xwe re vê rastiyê şîrove bike, ji mafê min e ku ez rastiya dîroka xwe û neheqiya ku li ser bapîrên min pêk hatiye; binivîsim. Her wiha ez belge bikim da ku careke din dubare nebe, yan jî bi mebesta sererastkirina xeta dîrokê ya ku di wê demê de li dijî gelê min bû.
Dîrok dibêje ku ji xîlafeta Umer bin Elxetab ta dawiya xîlafeta Osmanî şer û pevçûn di navbera Kurdan û wan xîlafetan de berdewam bû, her tim Kurdan serhildan diqewimandin û rojeke xweş nedîtin. Lê ev mijar baş nehatiye destnîşankirin. Komkujî berdewam e ji Umer ta Erdoxan di bin siya ola dagirkeran de, lê hê jî sedem û encam li ber çavan nehatiye derbaskirin. Ji wisa dûrtir jî gelek kurd ji bo serkêşên dagirkerên dîrokên dua dikin û wiha dibêjin (xwedê ji wan razî be)! Ew kesên ku pêwîst e werin darizandin bi taybet li dadgehên mafên mirovan.
Ji ber vê yekê hêviyeke gelê me heye ku pêşengên wî, rewşenbîrên wî û dîroknasên wî; xwe hilavêjin û ji serdema bêdengiyê derkevin. Hilavtin gaveke girîng e di vê qonaxê de. Çimkî derfet li pêşiya me vekirî ye. Pêwîst e em ji rewşa bêdengî rizgar bibin, em hemû komkujiyan û êrîşan bi nav bikin, ji ber ku dema tu bi nav dike kîna dilan jî ji holê radibe û rê li pêşiya pêşerojeke nû vedibe.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (36) 1/2/2016 an de hatiye weşandin