Ehmed Qasim
Di rastiyê de, çendîn Kurd perçe mane, pêşeroja xwe winda kirine. Ezmûna dîrokî ya xebat û bizava Kurdî wisa nîşan dide. Loma ti hêz yan jî partî vê rastiyê înkar nakin.
Ezmûnên tevgera me ya Kurdî jî di warê avêtina gavên bo yeketiyê wisa de tekez dike ku bê yekîtiya Kurdan ti çareserî ji pirsa Kurdan re rû nade. Gelo, eger ev rastiya wisa li ber çava ye, çima kar û xebata ji bo pêkanîna yekîtiyeke Kurdî rû nade, û ciyê xwe di nav tevgera gelê me de nagre?
Rewşenbîr û ronakbîr û bîrawer gelek ji bo vê pirsê xebitîne, û ezmûn in giran û biha vejandine, lê li dawî bi mixenetiyeke ra şikestî xwe bi paş de vekşandine, ji ber tûk û kelem in bi guman hatine pêşiya kar û barên wan, û tiştê wan ava kirî bi pifkekê re hildiweşe. Eger em vegerin ezmûna ( Hevbendiya Demuqrata Kurdî, û li dawî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrî ) wê wêneyên zelal bide pêş me, ka derd û êş ji ku dighêne nava tevgera azadîxwaza Kurd li Sûriyê, û yeketiya Kurdan davêjne ber mehalê.
Di baweriya min de, Kurdê Sûrî û tevgera wî di nav kêmkasiya kesayetiyê xwe de vedgevize. Yanî nikaribû xwe li dor rêberekî bide hev. Ji roja tevgera sîyasî destpê kirî, tim û tim berî daye dervayî sînor, û hêviyên xwe bi xeynî xwe ve girêdaye. Ji destpêka rêxistina yekemîn partî de, berî li Kurdistana Başûr bû, ta 1980.. jê pê ve tevgera me bi du rûyîbû, rûkî li Başûr û rûkî li Bakur, her wisa jî, bi du rêberan ve hate girêdan, rêber Berzaniyê nemir, û rêber Apo. Şensê me jî li bêbextî rast hat, ku herdu rêber jî, ne tenê bi vacayî hev bin, lê wekî dijminan li hember hev bin, heta ku gotinan ( yan ez, yan jî tu ) herduwan ji hev xelaskê. Xelkê me û tevgera Kurdê Kurdistana sûrî jî di nava vê nakokiyê de dijî û berdewam dike.
Ji bo rêberek li Kurdistana Sûrî peyda nebe, rêjîmê û layengerên Başûr û Bakur bi tevayî şerî vê giringiyê dikirin, û nedxwestin kesayetiyek peyda bibe û xelk xwe li dorê bide hev. Tevî rêz û hurmetî min ji serok Berzanî û rêber Apo re, lê wan jî nedxwestin ku yekî weke wan li Sûrî peyda bibe, ji bo her yek parçeyekî bi xwe ve girêde, û me ji bo bercewendiyên xwe bikar bînin. Tê zanîn ku, bercewendiyên wan her û her bi vacayî bercewendiyên Kurdistana Sûrî ne, ji ber pêwendiyên wane taybet bi rêjîma Sûrî re. Hîro rojî ew sedemê sereke ne di perçebûna tevgerê de, li gel eger in din yên rêjîm bikar tîne bo perçekirinê tevgerê. Heger me hebûwa rêberek, bê guman wisa jî li me nedihat.
Rast e li Başûr bûn bi du rêber, lê xelkê Başûr pê ve girêdayî bûn, û roja herdu gihîştin rêkeftinekê, ketne ser riya serketinê. Li ser vê rastiyê, bê guman, her çi zirar dighêje Kurdistana Sûrî, Apo û Berzanî vî barî hildigrin, û dikevine ciyê guman û pirsê û berpirsiyariyê.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (36) 1/2/2016 an de hatiye weşandin