Silêman Azer
Tu dibe windayek di kolanên Sitembolê de,tu bêhêvî dibe bi derbasbûna rojan re,lewma tu demên xwe bi gera kolanan dibûrîne.
Şevên te bidawî nabin û tu bendewarê çareyekê yî,rêberê te pasporteke sextet ji te re peyda dike piştî ku tu jêre dibêje ku pasporta Sûrî bi te re nîne.
Piştî şevekê ji windabûnê di kolanên bajar de tu vedigere xanî,û ristika bêrîkirin û tenêbûnê zora hêvî û aramiya te dibin,tu dixwaze kêlîkan bi dengê zarokên xwe biperçiqîne û kulîlkên hêviyên xwe bi kenê wan av bide,lê tu ji xwe diwerive dema zaroka te yî biçûk dibêje:Yabo tu dizane çima ta niha tu ji wir derneketiye tevî her roj bi sedan mirov derdikevin,çima keçka min,û bi wê bêgunehiya xwe bersiva te dide :Ji gunehê bavê min hecî û diya min heciyê ye ji ber te dev ji wan berda û hîna dilê wan ji te maye û erê biserê lêvan dibêjin Xweda oxira wî hilîne lê dihundirê xwe de ne bidilê wan bû çûna te,gotinên wê agirê di dilê te de gur dike û ew agir ava deryaya spî bicarekê li peravên Sitembolê dikelîne,tu nikare ji şevê bireve û bi qîjekê pêsîra bêdengiyê biçirîne,lewra tu li xwe tê hev û dibe gulokek ku ew cih te li newalên xwe digindirînin,berî ku xilmaşî çavên te gerim bikin tu hest dibe ku kesek te şiyar dike û dengê wî dikeve guhên te de:polîs…polîs rabe ser xwe.
Tu di wê rastiyê de yî ku ev ne xewneke ne xweş bû piştî wê şeva kovandar û tûj ku di damarên tenêbûna te re diçûn,tu li vir hatî girtin,destên te û rêberê te bi hev re kelebçe dikin û berê we didin navenda polîsan.gelek pirsan ji te dikin û li kesekî ku tu nas nake jî dipirsin:ka filan kes,çima tu li mala wî yî heger tu wî nas nake,tu hatiye vir çi,tu çawa hatî û benên pirsan dirêj dibe.
Piştî tu rojekê li wir derbas dike te serbest berdidin û ew pasporta te yî sexte jî bi gelek pasport û nasname û mohrên sextet re jî dice,û bi rêde yê rêber te agahdar dike ku xanî ne li ser navê wiye lê li ser navê kur xalê wiye,û tu dighêje wê baweriyê ku xwediyê wî xanî gelek fen û fûtên wî hene ji lewma polîs lê digerin.
Bêhêviyeke dîtir xwe di kêlîkên te de diçikilîne ji ber wilo divabû tu biryarekê bide û xwe ji geravên dudiliyê rizgar bike,ew riya ku te dixwest bide ser bicarekê hate girtin nexasim piştî ew pasporta sixte dest danîn ser,bêguman derketin di riya firokgeha Sitembolê re zor bû,û tu çareyên dîtir li pêşiya te neman ji xeynî riya daristan û rêbiwariyê,û te ev biryar ji rêberê xwe re eşkere kir,de vêce ka ez te bibînim ka riyek baş ji min re bibîne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (36) 1/2/2016 an de hatiye weşandin