Di toreya Kurdî de gelek mînak û pend li ser meha sibatê hatine axavtin. Çawa piraniya rojên wê tersî hev tên.
Hin germin hin jî sarin, hin sayîne hin jî bi mij û dûman in, hin bi tav û birûskin, hin bê deng in. Gelek bobelat û firtone û xeşmên xurustê di vê mehê de qewimîne wek efsana (ENTER kurê ŞEDAD) û (PÎRA BI DEK). Kurdan reş meh bi nav dikirin û digotin. Sibat qirimqat, kevin çû nû nehat.
Ji ber êmîşê ku di meha havînê de amadakiribûn ji bastêq , mewîj , hejîr , û goştê dermala yê kesidandî û pêdivyên jiyanê û taybetî çêra pez ya çolî ew jî kêm dibû çawa Sibat bêndera berfê bû pûş û pelax û giyayê ser zemînê ew jî di bin berfê de dima. Û hatiye gotin mêrko wek sibatoka dînike, geh sare geh germe, haşîtiya wî buhare û bîntengiya wî jî are û digotin:
keç meyroka şikakî
kofiya wê ji bare gakî
her katekî bi awakî
Û di efsaneyên Kurdande dibêjin dema sibat buhurî pîrê mûyê
hersê bizinê xwe birîn û got:
sibat hat û buhurî
min kuçek li nav serî kirî
tişt bi biznê min nekirî
Dema sibatê ev salox ji pîrê bihîst, pir lê nexweş hat. berê xwe da meha adarê, û got:
xwaka adarê
bid min Sêro xedarê
ezê biznê pîrê ji şikêran bînim xwarê.
Adarê daxwaza sibatê pêk anî û bû berf û bahoz serma û seqem. bizinê nû birî tevde mirin ji serma. paşê xurust xêzî vêzî hev bû, serma çû, xêr û bêra adarê dest pê kir. geya, nefel û çîçek şîn hat. xunc li dar û deviyan xuya kirin. Pîrê li nava beharê gerya, geh di ponije, geh jî di kene
çendî xweşe ev buhar
di bişkivin devî dar
vê demsala buharê
pîrê jê maye bê par
***
forta min, bû nezanî
bê sûde ye poşmanî
zirta mezinî dijwar
bo min anî xizanî
***
bizinê min tevde kuştin
nav şikêran heriştin
dûmahîka sibat ê
koda min vala hiştin
***
adar dibe nû buhar
di bişkivin gulhinar
mehreşke ev sibatok
şemitî pîra hejar
***
vê sibata dîn û har
mandû kirim birîndar
guharek kir guhê min
nema ez lê di dim dar
***
Bêgûman dost û zikêşên kurdan dibêjin raste, kurd mêrin çeleng in, lê mêraniya wan ket bin berjewendiyên biyaniyan û neyar pir sûd jê wergirtin. geh bi bihana biratiya busulmanan, geh jî bi navê aşîtiyê,wek heviyê di bin van siloganên vala de.
Welatê me ma dagirker destelat, em jî bûn dîl û perîşan.
Bi hizir û baweryê min dem hatiye ku em ji neyarê derewîn bawer ne kin û lê bibin sibatoka dînik, bizinê wî ji şikêra bînin xwarê.`
Sipas ji bo rojnama buyer û wefadarya wê ku hîn em jibîr nekirine.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (36)1/2/2016 an de hatiye weşandin