Yekimîn qonaxa fistîvala Lîstukên Keçên Kurd li parka “ Şahid”a bajarê Kirmanşanê birêve çû.
Li gor nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Kurda, yekimîn qonaxa fistîvala lîstukên taybet bi kçên Kurd li temenê 9-12 salî yên parêzgehên Kirmanşan, Hemedan, Kurdistan, Loristan û Îlam destpê kir.
Di wê fistîvalê de keçên her yek ji van parêzgehan lîstukên herêmî tev sitranên taybet bi herêma xwe pêşkêş kirin ku listukên mîna, “ Verîs kêşandin, nigar kêşandin, Daye memde be gurge, hengile şele” û çend lîstukên din pêşkêş kirin.
Herweha di wê festival de 75 keçên Kurd beşdar bûn û tê de tîma keçên parêzgeha Loristan, Îlam û Kirmanşan bi rêzê pila yekem heta 3yê bidest anîn û xelatê taybetê fistîvalê pê dan.
Bi gotina şarezayên çandî zêdetir ji 2,500 lîstukên herêmî û xwemalî” Hemzel, Qarên, zoran bazî, Helokên, Berdên, Qere qerê û helway be Şepan” li welatê Êranê de hene ku li sedem nebûna komfor û derfetan bo şanîkirin, pêtirên wan ber bi jibîrkirinê de diçin.