Di her welatekî pêşketî de gava ku ziyan li berjewendiyên milet têne kirin, kesên ronakbîr û rewş kirin,ew kesên ronakbîr û rew3şenbîrên wan welatan bala destelatê digşînin ser kêmasiyên wê, û hûrbîniyên ziyandar li pêş çavên welatiyan radixin, bi armanca geşepêdan û duristkirina şaşiyan.
Her wehajî rikberiya siyasî ya wan welatan kêmasiyê destelatê jê re zelaltir dibin bi alîkariya xêzên ronakbîran, û nerînên wan derbarî xalên qels yên di lîsta bername û rêbaza destelatê de, ku hino hino ev xal gendelî û herifandinê bi xwe re derbasî nava civakê dikin.
Lewra çi pêşketina di welatekî de çêdibe, rewşenbîr zana û civaknas destê wan tê de dirêj e, ku dibin alîkar ji rikberiyê re bo vedîtina kêmasiyên destelatê, û bi hev re fişarê dikin da ku welatê xwe bighînin asta herî bilind ji pêşketin û şareweriyê.
Yê ku rewşa Rojavayê Kudistanê dişopîne piştî derfetên ji kurdan re hatin holê wê vê dabeşkirinê ji layinên bandorker di şêwekirina nexşeya welatan de bi çavê serê xwe bibîne, ku destelatek heye û piraniya axa Rojavayê Kurdistanê zeft kiriye, her weha jî rikberiyek hemberî vê destelatê heye û pê re dezgehên rewşenbîrî û bi dehan saziyên civaka sivîl jî peyda dibin.
Lê pirsa herî bala merov dikşîne ew e: Gelo ev layinên navborî ta çi redeyê hevkariya hev dikin bo avakirina welatekî pêşketî, û gelo berjewendiyên miletê xwe di ser her tiştî re digrin?
Helbet wê bersiv NA be, ji ber ku mercên sereke ji pêvajoya çaksaziyê re di hundirê xwe de hilnaynin, û sedem di nerîna min de ewe ku ji dêvla rewşenbîr gulzika rikberiyê bin ji bo mezinkirina şaşiyên ne diyar, ew berovajî vê yekê bi mechera destelat û rikberiyê herdiwan li hûrbîniyên êşên vî miletî digerin.
Lewra ew ji bo ziftkirina rêyekê li kolaneke giştî li çepka dixin û di nerîna wan de çaksaziye, û berjewendiyek giştî ye, lê nizanin ku ev rê wê zû xerab bibe ger xaçerêkên têne ser kerimî bimînin û kelekortên wan neyên pelçîmkirin.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (35)an de hatiye weşandin