Go şêx Mehmûd kurê şêx Mihemedê pêxwas kurê şêx Ehmedê Serqot bapîrê xwe şêx Hemîdullahê Şîşanî di xew de dît. Go şêxê Şîşanî hinek şîret li nevîyê xwe kirin û tembîya belavkirina wan şîretan lê kir. Rabû şêx Mehmûd – piştî ku şiyar bû – ew şîret yek bi yek anîne bîra xwe û di kaxetekê de nivîsîn, û pêncî rûnivîs jê çêkirin û li hawîrdora xwe belav kirin.
Kaxetek ji wan kete nav destê berpirsyarekî gumrikê û pêncî rûnivîs jê çêkir û belav kirin, rabû xwedê barana xêra xwe bi ser de rijand. Û kete nav destê şagirtekî bakalorêya ji Amûdê, wî bextreşî jê bawer ne kir û kenê xwe pê kir, piştî sê rojan ew hate girtin li ser sînorê turkya û ew birin leşkerîya naçar. Û kete nav destê erebekî ji Şeddadî, ew xwend û bi makîneyê fotokopî kir çiku jê nehat bi dest binivîse, û tiştê hate serê wî xwedê neyne serê tu kesî : Adinî şevê, mûşekek ji balafirên hevpeymanî li orta mala wî ket û ew û her çar jinên wî di cih de kuştin.
Va ji xwendevanên hêja re, ez şîretên şêx diguhêzim wek bextnameyekê bi hêvîya ku ew bixwînin û di nav xwe de belav bikin ku xwedê wan ji çavên kor biparêze :
KAVIR : Heger rê û rêwanî nebe di ( bas yan firne yan rê ) de, bila cihê her kesî di dilê te de hebe, di dorê de bisekine û ji xwe re bêje : Tevaya vê xelkê ji min naçartir in. û ku xelk pirr bûn û rê di nav du milan de nema, kirasê rûmetê li xwe ke û xwe bide alî.
GA: Heger ( mal yan dezgeh yan rê ) gemar be, kilîneksên xwe yî bikarhatî û qunçikên çixareyên xwe di dest de bihêle ta ku xwelîdankek ji te re bê.
DUWANE : Heger mûşeka hawn li mala cîranê te ket, kêfa xwe neyne ku ne li mala te bû çiku mûşekên hawn bi guh in, û dibe ku deng bikin û ya duwem li nîva serê te keve.
KEVJAL : Heger endamekî Asayişê li ser rêbendekê tu sekinandî, tif erdê neke û di ber xwe de neke birbir ” Van Apoçiyan beled xerakir ” çiku berê te li mala te ye û ev reben bi salan mala xwe nabîne.
ŞÊR: Heger nav hatin tomarkirin bo alîlarîyê, bila navê te yê dawî be çiku ji te belengaztir hene, û xêrxwaz li wî digerin ne li te, û heger Bankîmûn nizanibe ku te para belengazan xwar, xwedê dizane.
GULEGENIM : Ku kehreba qut bû, kesên kor bîne bîra xwe, ka ew çawa fincaneke qehwê her sibeh ji xwe re çê dikin ?!
TERAZÛ: Ku av qut bû, derîyê mala xwe negire, dibe ku nîvê şevê cîranekî te yî naçar şûşeyeke av ji bermîla te bixwaze, û ku av dîs hat di avdana darên baxçe de bifikire berî şuştina tirimbêlê.
TÛPIŞK: Di Avesta de sê gotin tenê hatine gotin : ” Tiştê genî xweş bike, yê nezan bike zana, dijminan bike dost. “
KEVAN: Hobere û dengê bilind ne nîşana mêranîyê ye, herwekî ken û bihna fereh ne nîşana tirs û qelsbûnê ye, û heger te mirovekî bihnteng dît zanibe ku ew mirov e lê bihnteng e.
GÎSK: Heger te berî da buhiştên Ewropayê, berê xelkên xwe yên mayî nede tehlîkeyê, û zanibe ku di dîrokê de tu kes koçber nebûye ji bo sosyal û formayê lê ji bo nuhkirina hêzê û vegera rizgarîyê.
GOZE: Heger tu li welat mayî, mineta xwe li kesî neke, xeber û sixêf û çavtengîyan neke, û li şûna ku tu li balkonê rûnê û xelkên li jêr wek gêrikan bibînî, erênî be, beşdarê avahîyê be, leç û xwar rast bike bi dest yan bi dev yan bi dil.
NEHENG : Heger televizyon û kompyûter û mobaylê te bi hev re xerabûn, zanibe ku xwedê ne te ezmûn dike lê ew xizm û dost û mirovên te – ku bi salan te ew ne dîtine – tîne bîra te. Televizyon qula dîwar e û mobayl guhê şeytan e û internet – li gor nerîna şêx Hemîdullahê Şîşanî rehma xwedê lê be – serîyan mezin dike ne mejîyan …
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (35)an de hatiye weşandin