Em di rewşeke awerte de ne, tevlihevî bûye rasteqîn, çeteyên vê cîhanê hêza xwe kirine yek û êrîşî me dikin. ev e rastî ye. Lê rewşa awerte pêdiviya wê bi çi heye? Rêgezên wî çi ne? tedbîrên wê tenê cewherî ne (zatî)?
Wê kî pêdiviyên vê rewşê bigire ser xwe! Gelo tenê berpirs in an tenê gel û saziyên wî yê sivîl in? dibe ku pirs bi xwe çewt be ji ber ku aliyek tenê nûnertiya civakê nake. Pêwîst e her kes xwe ayîdî vê civakê bibîne, tedbîrên xwe bistîne û her dem amade be lê belê tedbîra herî balkêş a ku civak ji bo xwe distîn tenê bêalî bûne, neyênî ye û koçkirin e! Ez ê çend mînakên rojane bêjim:
Ger tu nexweş bikevî tê biçe bazara Qamişlo encex di qerbalexa zor de tu bigihêjî mebesta xwe tê tabûrekê nexweşna bibîne yan jî wê ji te re bibêjin bijîşkê te koç kir. Her ku tu hogirî bijîşkekî bibe tê bibihîze ku ew cihê xwe berda û koç kir!
Mixabin! Gel koç dike û berpirs temaşe dikin! Lê belê tevê vê koçkirina ecêb bazarên me û kolanên me tije ne, qerebalixa wê zor e! rê û rêwanî di bazaran de tune ye! Mîna leşkergehan.
Di nêrîna min de çareserî kifş e û beloq e lê pêk nayê, gelek mercên cewherî hene rê li pêşiya wê digirin. Ji ber ku hêvî pê nîne, hêvî di vîna gelê Rojava de nîne, mirovên Rojava hêviyên xwe winda dikin û dispêrin aliyekî tenê. Tenê aliyek siyasî hêviya wî heye, xwedî pirojeye û projeya xwe pêk tîne. Aliyên din xwe dispêrin bereketa Xwedê! Lê ta ku vîn û karîna te hebe xwedan alîkariyê nade te!
Ev e mafekî ji kûrahiya xwezayê tê ku em pirs bikim; wê çawa tedbîrên rewşa awert birêve biçe?! Gelo hetahatayî (sermedî) wê wisa be, wê mirovên neyênî kengî çalak bibin da ku sazî, komît, deste û hwd… jî çalak û aktîv be. Bêguman hêvî lawaz dibe lê nabe yekcar vemire, mirov bi hêviyan pêş ve diçe û bêyî hêvî hebûn bê wate ye. Lewma giringiya erêniyê ji bo pir e, erêniya tergerîna me, erêniya destwerdanên civakê û erêniya helwestên me. Çimkî rewşa awerte didome û dawiya wê nediyar e. Her wiha hemû hewildanên çareseriyê digihêjin xetimandin û nezelaliyê.
Ger ku civak xwedî li pêdiviyên xwe dernekeve, tedbîrên xwe nestîne û bi erênî nêzî saziyên xwe nebe êdî rê li pêşiya aloziyan û desthilatdariyê vedibe.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (35)an de hatiye weşandin